Polîtîk

Lûtkeya Qeyrana Suriyê

Li Tirkiyê rojev, bi mijara balafira ku ji aliyê Suriyê ve hate xistin hatiye dagirkirin. Duh, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, bi rayedarên dewletê re civînek lidarxistibû û diyar kiribûn ku, piştî zelalbûna bûyerê, ew ê çi pêwist be ê bikin. Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî, di derbarê xistina balafirê de axifî û got ku, ev nayê qebûlkirin. Tenê dengekî cuda ji Hevseroka BDPê Gultan Kişanakê hatibû. Kişanakê di daxuyaniya xwe de pirsî, “ew balafira li wira çi digeriya?”

Îro jî, lûtkeya di mijara Suriyê de a rêberên partiyên muxalefetê a bi Serokwezîr re heye. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, banî 3 partiyan kir ku, werine cem hev û bûyerê binirxînin. Serokwezîr Recep tayyip Erdogan, îro saet di 14.00 an de bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re were cem hev. Piştî hevdîtina Erdogan û Kiliçdaroglu, saet di 16.00 an de Erdogan wê Serokê MHPê Dewlet Bahçeki qebûl bike. Saet di 18.00 an de jî, Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, bi Erdogan re ê were ba hev.

Dîsa di heman mijarê de, Wezîrê Karê Dervê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, vê sibê li ser ekranê TRT1’ê daxuyanî kirin. Davutoglu, daxuyaniya ku ji aliyê Suriyê hatibû û gotibûn ku, balafir hate xistin şûnda me seh kiriye ku ev balafira ayda Tirkiyê ye. Davutoglu ev tesbîta rast nedît û diyar kir ku, di nav sînorên ezmanên navneteweyî de balafir hatiye xistin.

 

Back to top button