Stêrkê Holywoodê Johnny Depp, evîna 14 salan bi dawî kir. Berê di vê derbarê de ji çapemeniyê nûçe derketibûn lê Depp ew angeştana qebûl nekiribûn. 

Aktorê sînemayê yê bi nav û deng Johnny Depp, 14 sala berê, ji modela super Kate Mossê veqetiyabû û bi stranbêja Fransî Vanessa Paradisê re dest bi hev re jiyanê kiribû. Depp, niha 49 saliye û bi Paradisa 39 salî re 14 sala jiyana xwe domand. 

Menejerê Depp daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ”Johnny Depp û Vanessa Paradis bi hev qaîl veqetiyan. Kerema xwe ji wan û zarokên wan re rêzê bigirin û tiştên binfilitê nenivsînin.” Johnny Depp û Vanessa Paradis, di fîlma derhêner Roman Polanski, a 1999 an, a bi navê “Deriyê Dehemîn” de bi hev re lîstibûn. 2 zarokên Depp û Paradis hene. Lily-Rose 13, Jack jî 9 saliye. Depp û Paradis, li Fransa û Los Angelesê mal, li Karayipan jî girava wan a taybet heye. Bi hevdu re qet nezewicîn. Johnny Depp, di salên 1983 û 1985 an de, bi Lori Anne Allison re zewicî bû. Depp, di despîka sala 1990 î de, bi aktrîsa Holywoodê Winona Ryder re jî evîn jiyabû. 

Johnny Depp, bi rêzefîlmên “Korsanên Karayipa” zêdetir populer bû û bi xebatên, bi derhêner Tim Burton re tê naskirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: