Kiliçdaroglu: Ew xeyale desthilata kurdî digel PKKê şer bike
Kemal Kiliçdaroglu serokê partiya CHPê di daxuyaniyekê de di bersiva gotinên Bulend Arinc da. Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinc, di bernamyekî televizyona TRT6 de gotibû: “ Bila Barzanî di pirsa PKKê de alîkariya me bike “
Li ser vê axavtina Bulent Arinc serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu got:
– Ew xeyale ku, desthilata kurdî digel PKKê şer bike, Birêz Bulent Arinc dibêje bila Barzanî di pirsa PKKê de hevkarîya me bike. Hûn ji aliyekî dibêj n em di herêmê de dewleteke bihêz in, ji aliyekî din hûn çareserkirina pirsa PKKê bi hevkarîkirina Barzanî ve girêdidin. Biborin, lê ev yek cîyê pêkenînê ye. Barzanî dikare fêydeyê bigihîne pêngavên çareserkirina pirsê, lê ew yek şaşe çareseriya vê pirsê bi Barzanî ve bê girêdan.
Kemal Kilicdaroglu serokê CHPê di berdewamiya bersiva xwe de ji Bulent Arinc re dibêje ku, her dema pirsa PKKê bibe pirseke navdewletî hîngê ji bo Tirkiyeyê tirseke mezine:
– Her dema ev pirs bibe pirseke navdewletî, hîngê ji bo Tirkiyeyê tirsek mezin peyda dube. Ji ber hindê gotinên Arinc ku gotiye Amerîka jî di nav prosesê dye, ez tirsandim. Em nikarin pirgirêka xwe çareser bikin, em wê bo cîyên din dinêr in.