Polîtîk

Mekanîzmeke sêalî bo pirsa PKKê heye

AhmetDavutoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel televizyona CNN a tirkî behsa têkeliyên Tirkiyeyê yên digel Îraq û herêma Kurdistanê dike û dibêje:

– Dema em li Îraqê dinêrî, em hemû netewe, ol û mezhebamn weke birayên xwe dibînîn. Dema têkeliyên me bi Îraqê re pêşdikevin, têkeliyên me digel Musil û Besrayê lawaz nabin.

– Pêwîste desthilata bakurê Îraqê derbarê terorê helwestekî zelal nîşan bide. Di vê qonaxa dawiyê de îradeyek xurt heye û li dijî terorê gav hatine avêtin. Em dibêjin bila axa wan nebe cîyê hewandina terorê û li ser vê pirsê gelek danûstandin digel wan û Amerîkayê hatêne kirin.

Davudoglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe de behsa rola Barzanî û Talebanî di çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê dike û dibêje:

-Têkeliyên PKKê digel bakurê Îraqê weke berê nehêsan in. Nuha îradeyeke bihêz heye ku bakurê Îraqê nebe cîyê hewandina PKKê. Mekanîzmeke sêalî ji bo vê armancê heye û li gel bakurê Îraqê û Amerîkayê karê hevbeş heye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê di berdewamiya hevpeyvîna xwe ya digel CNN a tirkî  dibêje ku, Celal Talebanî wek serokomarê Îraqê ew hemû demanê mixatib e û herwesa tesîra Mesûd Barzanî li ba hemûyan diyare û helwestên Barzanî li hemer vê pirsê giring in.
 

Back to top button