Polîtîk

Mistefa: Wê piştgiriya Amerîka ji bo Pêşmerge bidome

Cîgirê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku hemû berpirsên Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kirin.

Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Fewzî Herîrî ev çend roj in li Amerîkayê ye û çend peywendiyên fermî pêk tîne. 

Cîgirê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di derbarê naveroka hevdîtinan de ragihand ku “Hem Iraq û hem jî Herêma Kurdistanê dixwazin pêwendiyek stratejîk a demdirêj ligel Amerîkayê hebe. Hemû berpirsên ku me li Waşingtonê hevdîtin bi wan re kiriye piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kirin. 

Mistefa bal kişand ser wê yekê ku pêvajo ber bi qonaxek erênî ve diçe. 

Back to top button