Polîtîk

Mîrza Metîn: Hêviya min ji hevalbendên Kemalîstan tûne

Mîrza Metîn hunermendeke ku navê wî li nava Şanoya Kurdî de eşkere ye û nivîskareke ku têra xwe xelat wergirtine û têra xwe xwediyê keyfxweşiya gele û xwedî derketina zimanê Kurdî de jî naveke wêrek û mêrxase.

Mîrza Metîn li gel rojnamevan Jînda Zekîoglu hevpeyvîneke taybet encam daye û Metîn di derbarê hevalbendên Kemalîzm û îdeoliyan de nêrîna xwe aniye ziman û dibêje: Hîç hêviyên min ji hevalbendên Kemalîzmê tûneye. Pêwîste siyaseta Kurdan nekeve li dûv şopa (îzm) û îdeolojiyan, divê hewl bide zimanê dayikê belav bike û li vî warî de çareseriyan peyda bike. Kurdî ketiye bin rûxan û herifandineke sed salî de û me li erdheja Xerputê de vê yekê dît.

Ziman berxwedane û berxwedan jiyane

Hunermend Metîn di derbarê zimanê Kurdî de dibêje: Li ser dîwarên girtîgeha Diyarbekirê (Berxwedan Jiyan e) dinivîse, em dikarin çi li ser vê zêde bikin û naveroka wê tije bikin? Ez ziman datînim ser, Berxwedan Jiyan e, Ziman berxwedane. Ji ber ku eger zimanê te tûnebe, tu tûneyî. Ludwig Wittgenstein dibêje: (Rastî tûne, ziman heye). Ziman rastiye çêdike, çîroka rastiya nihaye, ziman tûnebe nikare bê avakirin.

Çavkanî: https://www.gazeteduvar.com.tr/kultur-sanat/2020/04/28/mirza-metin-kurtce-yuz-yillik-bir-enkazin-altinda/?fbclid=IwAR3enqjxk_6q-DaPYayYPiD2SWC05Uyrug0Xsut4LMPQCvKIWAnra5FyOxU

Back to top button