Kultur

Li Wan ê 12 cûreyên Şilêrê kulîlk vedan

Li bexçeya nebatî ya Peymangeha Çandiniya Zanîngeha Yuzuncuyil a bajarê Wanê 12 cûreyên Şilêr (Devbixwîn) kulîlk vedan.

Bexçeya nebatan ku berî şeş salan ji aliyê Prof. Dr. Murat Tunçturk Serokê Beşa Nebatên Zeviyan ya li Peymangeha Çandiniya Zanîngeha Yuzuncuyil hatiye avakirin, 120 cûreyên nebatê têda têne berhemanîn. Her wiha Şilêrên ku li deverên Şirnex, Çolemêrg, Semsûr û Wanê çêdibin, li vê bexçeya nebatê de hemû bi awayake zanistî têne çandin û berhemanîn.

Her wiha daye zanîn ku 12 cûre şilêr û gelek berhemên wan yên din jî îsal bi awayeke serkeftî kulîlk vedane.

Balkêş e ?
Close
Back to top button