Mirovê Aqil: Mîthat Sancar

Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya Kurd” çareser bikin ev bûn: Gîyanê Çeneqale, Gîyanê Mîsaqi Millî û Gîyanê “Şerê Rizgarîya Millî ya Tirkan”. Bi van her sê gîyanan û bi “xwişk û biratîya îslamê dê kêşeya kurd bihata çareser kirin. Û dê Dîcle û Kizilirmak bi hev re biherikîyana.

Ev hicûmeke îdeolojîk-polîtîk bû li hember Tevgera Rizgarîya Kurdistanê. Mixabin bi deh hezaran xwişk û birayên me, di qada Newrozê de ji vê hicûmê re li çepikan xistin. Yekî ku ev beyan xwend, Sirî Sureya Onder bû ku di vî çendî de li qadê xwiya nake, her hal li benda rojeke peywirê ye. Ya din jî Perwîn Buldan bû ku nuha hevseroka HDPê ye. Bi Mîthat Sancar re serokatîya vê partîyê dikin.

Di sala 2013an de heyeteke ji Mirovên Aqil hat li darxistin. Ev heyet ji 63 kesan pêk dihat û li heft herêmên “Tirkiyeyê” peywirdar bûn. Peywira wan li gorî hesasîyetên tirkan amadekirina civatê bû. Mithat Sancar di koma herêma Marmarayê de wekîlê seroka heyetê Ulku Denîz Aribogan bû ku ev xanim keça Mahîr Kaynakê personelê MÎTa tirkan bû. Mîthat Sancar berî ku bibe Mirovê Aqil jî di medyaya navendî ya tirkan de dinivîsand, bername ji TVya tirkan re amade dikir û pêşkêş dikir, tu eleqeya wî bi tevgera Kurdan re jî tunebû. Ev “Heyeta Mirovên Aqil” heyeteke balkêş bû. Hevparîyên wan yên fikrî û sîyasî yekîtîya milet, welat û dewleta Tirkan bû. Jixwe weazên ji Îmralîyê dihatin jî li ser vê esasê be. Tenê peyva demokratîk datînin pêş yekîtîyê. Dîsa divê em bînin bîra xwe ku di wê demê de weazên AKP û Erdoganî jî “demokratîk” bûn.

HDP perçeyekî ji Pêvajoya Îmraliyê, di dawîya sala 2012an de ava bûye. Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Beşîr Atalayî gelek caran daxwiyand ku ev partî li Îmralîyê bi Ocalan û Hakan Fîdan ( serokê MÎTê ye) re hatiye avakirin. Esasen ev ne partî ye, koalîsyon an bereyek e. Di hindur xwe de 6 partî û gelek kesayetên navdar dihewîne. Lê di ser HDPê re DBP hate tesfiyekirin û li Kurdistanê HDP li şûna DBPyê cî girt. Partîyên din ên çepgirên Tirkiyeyê ne û karê xwe yên partîtî didomînin.

Ev gîrîzgaha hanê ji bo bersîva Mithat Sancarî hate xêzkirin. Piştî axaftina wî ya di roja 23yê Nîsanê de rê li bertekên kurdewarî vekir, Sancar jî di TVyekê de qaşo ev bertek bersivandin. Axaftina wî saetek û 45 deqe diajo. Lê a rastî camêr ji ya xwe daneketiye. Tenha bi şermokî lêborînê ji ermen, rûm, suryan û cihuyan dixwaze. Dibêje divîyabû min nebûna wan a di Meclisa Ewil de hîn bi tûndî bianîya zimên. Bi xwe jî esilsuryan e. Her çend weke ereb tê zanîn jî, erebên Mêrdînê bi pirayî esilsuryan in û di bin serwerîya îslamî de bûne ereb.

Ji xwe pratîka HDPê jî pesend dike ku ev partî ji xêndî xesasîyetên kurdan, rêz li xesasîyetên her qewmî digire di serî de jî xesasîyeta civata tirkan. Sancarî di dereke axaftina xwe de dibêje du nasnameyên min hene, yek nasnameya min a akademîk , a din jî nasnameya min a sîyasî ye. Û weke şaşîya xwe jî dibêje ku belku di axaftina xwe ya di mecisê de wî giranî dabe nasnameya xwe ya akademîk. Ya ku dibêjin; “uzir ji qebehetê mezintir” tam jî ev e.

Di warê akademîk de gotinên wî yên di axaftinê de ne hêjayî gengeşîkirinê ne. Ev gotin û “analîzên” wî rêzikên dîrok û îdeolojîya fermî ne. Akademîsyenekî/e mûxalif, rêzikên fermî dubare nake, berovacî wê dîroka fermî teşhîr dike. Di warê sîyasî de jî xwe disipêre HDPê ku ev rast e. Bername û mîsyona HDPê tirkîyetî ye. “Makezagona 1921”an ji zûde ye ji alîyê berpirsên HDP û Ocalanî ve tê pesindayin û ji bo çareserîyê weke zemînekî hiqûqî tê pêşnîyarkirin.

Di rastîya xwe de li holê makezagoneke 1921an tune ye. Hîna cumhurîyet(dewlet) nehatiye îlankirin, Meclisa Enqereyê bi darbeyeke leşkerî li dijî Meclisa Stenbolê hatiye avakirin. Mistefa Kemal hîn bi seltenat û xîlafetê ve pabend e û bi taybetî di xebatên xwe yên li Kurdistanê, van her du fîguran derdixe pêş. Ev teksta hanê(qaşo makezagon) jî ji bo ku bi hin nûnerên kurdan re hevkarîyeke demkî çêbibe hatiye qebûlkirin. Em dikarin bêjin ew beyanek an qanûnek e ku di meclisa Anakarayê de hatiye qebûlkirin.

Jixwe di sala 1924an de makezagona ewil ya vê dewletê qebûl bûye ku ew jî li ser tunebûn û ji holê rakirina rasteqînîya welat û miletê kurdan hatiye sazkirin. Divê ji her kurdekî re pir eşkere be ku tu cudayî di navbêna helwêsta Mistefa Kemal ya di salên 1919-1923an û helwêsta Erdogan ya di salên 2015-2019an de tune ye. Îjar kî bixwaze dikare bêje M.Kemal, C.Bayar, B.Ecevit, N.Erbakan,T.Ozal, Tansû Çiller, M.Yilmaz, T.Erdogan ji bo çareserkirina kêşeya kurd gelek ked dane, xîret kirine.

Gelo xwişk û birayên me yên HDPî, qet muhasebe nakin ku ev rêveber û serokên han bi çi qudret û qabîlîyeta xwe tên dibin serok û rêveberên wan? Di salên 2000-2002an de Mehmet Metîner û Altan Tan bi hev re hatin bûn cîgirê serokê HADEPê. Heta wê çaxê yek ji wan şêwirmendê Erdogan yê din jî mufetîşê Erbakan bû. Ev tayîn çawa çêbû? Yên bi vî rengî gelek ( Ertugrul Kurkçu, S.S.Onder, Sezaî Temeli, Nursel Aydogan, F.Yuksekdag hwd.) in.

Nuha jî mirovekî aqil yê dewletê hevserokê HDPê ye. Û ji wî postî, li ser navê we hicûmî nirxên Kurdistanî dike. Ev qewimîn qet bi we xerîb naxwîyî?

Dema em dinivîsin hûn dibêjin jixwe hûn ji berê de li dij xeta me ya sîyasî ne.

Baş e em ji dijberîya xwe dinivîsînin lê di bextê we de be tu anomalî di van qewimînan de tune ye

Fuat Önen

ev jî linka axaftina Sancarî ye

Nerîna min :