Kultur

Mirina her kal û pîrên me mirina çîrokên me ne jî

Ey kurd,

Ey kurdîhezên kurd,

Ey Çîrokhez,

Ey kurdê welatperwer….

Ku tu bixwazî çanda kurdî pêşbixî û pêşbikeve,

Ku tu dixwazî çanda kurdî wenda nebe,

Ku tu dixwazî çîrokên kurdan di nav cihanê de bela be,

Ku tu dixwazî çîrokên me di bin axa veşartî de derkeve der

Ku tu dixwazî çirokên bav û kalên me bigihîje zarokên me

Ku tu dixwazî êş, jan, derd, şahî, xweşî, bûyerên, şîretên kalên me em pê bizanîbin

Ku tu dixwazî ku tu xwe nas bikî,

ku tu dixwazî çanda xwe nas bikî,

Ku tu dixwazî gelê xwe bidî naskirin,

Ku tu dixwazî dijmin nebêje “Kurd bê çand e”

Ku tu dixwazî çîrokan  bi zarokên xwe re parve bikî

Ku tu bixwazî tehma zimanê xwe bibînî,

Ku tu bixwazî çanda xwe hîn bibî,

Ku tu bixwazî çîrokên xwe dewlemend bikî,

Ku tu naxwazî çîrokên me wenda nebin,

Ku tu bixwazî çîrokên me bibin pirtûk,

Ku tu bixwazî çêrokên me bihihîjin zarokên me,

Çirokên ku hûn dizanin  binivîsînîn, ku hûn nizanin jî ji dê, bav, xal, xaltî, pîr û kalên xwe guhdar bikin û dengên wan tomar bikin û bidin nivîskarên kurd.

Çanda me dewlemend e, çîrokên me gelek in  lê em pê nizanin, em qimeta çîrokên xwe nizanin, ku em çîrokên xwe nenivîsînin wê çîrokên me wenda bibin.

Ji bo vê nivîsandina çîrokan pir girînge. Ku kîjan mirov dimirin çîrokên me jî pê re diçin û  çîrokên me jî pê re dimrin.

Em ji bîr nekin mirina her kal û pîrên me  mirina çîrokên me ne jî.

Paşa Amedî

[email protected]

Back to top button