Polîtîk

Konferansa Ciwanên Kurdistanê

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi awayak çalak beşdarî di konferansê de kirin. Bi navê Koordînasyona Rêvebiriya Tevgera Ciwanên Kurdistan peyamek berfireh pêşkêş kirin. Ev deqê gotara Tevgera Ciwanên Kurdistanê ye.

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Di destpêkê de em wek Tevgera Ciwanên Kurdistan 3. Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî bi hemû germahiya dilê xwe slav dikin. Hûn Kurdistaniyên hêja tev bixêr hatin.

Îro, di rojeke nîsanê de em ciwanên Kurdistanê ji çar perçeyan hatin cem hev. Ev pîşateke balkêş e. Dema em li dîroka xwe binêrin, di sala 1925 an dîsa di rojeke nîsanê de du  serokên kurdan Xalid Begê Cibrî û Yûsif Ziya Beg ji aliyê dewleta dagirker ya Tirk ve hatin qetilkirin. Berî ku bên gulebarankirin Xalid Beg li hemberî dagirkeran diqîre û dibêje: “Ez li hemberî we ne tenê me. Li pişta min Mezopotamya û Netewa Kurd a gewre heye. Hûn îro min dadiliqînin, lê tu şik û guman tuneye ewê sibê nevîyên me jî we ji qirbikin.”

Wan rêberên xwe yên mezin bibîrtînin û di şexsên wan de li ber hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em li vê derê careke din sond dixwin ku em girêdayî bîranînên şehîdên Kurdistanê ne û emê li kelepora wan ê tekoşînê xwedî derkevin. Bîranînên Şehîdên me rêberê têkoşîna me ye.

Îro, di çaryeka ewil ê qirnê 21. de bi pêşketina teknoljiyê jî di cihanê guherînên bitews çêdibin. Ev pêvajo di Rojhilata Navîn de jî bêyî ku ji hêza xwe tiştek wenda bike didome.

Li Rojhilata Navîn û li parzemîna Afrikayê di serî de gelên Misir û Tûnûs, gelên ku di bin zordestiya pergalên otorîter û dîktatorî dijîn, li dijî van pergalên zordest têkoşînek gewre ya azadî û demokrasiyê dan destpêkirin. Ev raperînên gelan li hin welatan biserket û şoreş pêkhat, li hin welatan jî ev pêvajo hîn didome. Em zarokên netewek têkoşerin ku bi sedsalan bindest jiyane û li hember dîktatora şer kirine. Loma ew gelên ku dixwazin ji dîktatoriya rizgar bibin û birçîyê demokrasiyêne herî baş em fehmdikin. Em Tevgera Ciwanên Kurdistan li ku derê cihanê dibe bila bibe hemû gelên ku li dijî pergalên zordest, ne demokrat û dîktatorî têdikoşin slav dikin û diyar dikin ku em piştgirî didin têkoşîna wan ê azadî û demokrasiyê.

Ew qas guherînên ku li Rojhilata Navîn diqewimin bê şik tesîrê li Kurdistanê jî dike. Raperînên gelan ku wek Şoreşa Yasemîn jî tê binavkirin, di demek kin de Sûriyeyê jî xist bin tesîra xwe û pêşket. Helbet li wê derê ji bo me mijara yekemîn û girîngtir, rewşa Rojavayê Kurdistanê ye.

Ciwanên Kurdistanê

Li Sûriyeyê, ji dema ku pergala BAASê bû desthilatdar û heta îro  Kurd hertim bi êrîşên hovane rûbirû man. Ji ber vê yekê helbet ewê Kurd piştgirî bidin şoreşa ku li Sûriyeyê hê jî didome. Lê mijarek pir girîng heye ku divê neyê jibîrkirin. Li Sûriyeyê Kurd jî perçeyek şoreşê ne. Lê netewa Kurd netewek cûda ye û di têkoşîna wan de aliyek netewî jî heye. Divê ev alî di bin siya şoreşa Sûriyeyê nemîne. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, di serhildana xwe yê ku ev 3 sal e bênavber didome tu carî Ala Kurdistanê ji destên xwe nexistine û nîşanî me dane ku hayê wan ji vê rastiyê heye. Ew sekna bi rûmat a gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, wê di rûpelên dîroka me de xwedî cihek taybet be.

Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me pişt didin hev û bi fedakarî tevdigerin lê mixabin partiyên siyasî ev giyana yekîtiyê ku di nav gelde pêkhatiye, di nav xwe de bi dest nexistin. Di demek wiha ku ji bo azadbûna Kurdan derfetek dîrokî bidest ketiye, mixabin aliyek ku divên ’em ser navê Kurdan tevdigerin’, tiştên ku kare yekîtiya Kurdan xera bike û bibe sedema birakujiyê kirin.

Em Tevgera Ciwanên Kurdistan bi awayek eşkere û xwerû diyar dikin; kesên ku siyasetmedarên Kurd direvînin, aktîvîstên Kurd dikujin û berjewendiyên xwe yên rêxistinî li ser berjewendiyên netewî digirin kî dibin bila bibin em vê helwesta wan nerast dibînin û van şaşiyên wan şermezar dikin. Em dixwazin ji vir bangî hemû muhateban bikin. Yekser dest ji van helwestên xwe yên ku yekîtiya Kurdan xera dike, ferasetên xwe yên ku grûbên Kurd ên ji we cûda difikirn dikin dijmin û bi wî awayî dibin sedemên birakujiyê berdin. An na wê dîrok we tawanbar bike û hûnê di wijdanê vî gelî de bên mehkûm kirin.

Em Tevgera Ciwan Kurdistan ji partiyên Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku; bila li gor peymana Hewlêrê ku teva destnîşan kir û li ser daxwaza federalî bûn yek tevbigerin û bila ji bo mafê çarenûsî û xwe birêvibirinê çelûsbin.

Di serî de Kurdên perçeyê Bakûr ji Kurdên perçeyên din jî daxwaz dikin ku; heta şoreşa Sûriyeyê biserkeve û Rojavayê Kurdistanê azad bibe, di hemû qadên jiyanê de alîkariya birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin û piştgirî bidin têkoşîna wan.

Di 2003 an de dema li Iraqê pergala BAASê hilweşiya, Herêma Kurdistana Federal wek stêrkeke biriqî. Li ber çavane hêzên ku ji vî tiştî aciz bûn piştî bûyerên li Sûriyeyê qewimîn bêtir tengezar bûn. Mişraqên şer ên tarî yên li Rojhilata Navîn ku li hemberê bayê guhertinê disekinin, di pişt deriyan de piştgirî didin Malîkî. Malîkî baweriya xwe bi vê piştgiriyê tîne û çav berdaye axên Kurdan ên ku Kurd li dijî BAASê şer kirin û rizgar kirin. Ketiye nav hewldaneke ku van deran ji nûvde dagir bike. Em hêvî dikin ku wê ev hewldan yekîtiya Kurdên Başûrê Kurdistanê xurttir bike. Em di wê baweriyê dene ku ew pêngav Başûr hinkîdin nêzîktirî dewletbûnê dike.

Destkeftinên Başûrê Kurdistanê destkeftinên hemû Kurdan e. Loma divê hemû Kurd li van destkeftinan xwedî derkevin. Divê gefên ku li dijî van destkeftinan tên kirin wek ku li hemû Kurdan hatiye kirin bên dîtin. Bi vî awayî diyar dikin ku em piştgirî didin vê pevajoya ku Başûr gav bi gav ber bi dewletbûnê diçe. Hewldanên Serokê Kurdistanê Brêz Mesûd Barzanî ku ji bo di nav Kurdan de yekîtiyê ava bike hêja ye û em piştgirî didin.

Li gel rewşa her du paerçeyan, di heman demê de em zanin ku hêzek girîng ê ku piştgiriyê dide Malîkî û pergala BAAS Komara Îsalamî ya Îranê ye. Dewleta Îranê di siyaseta xwe yê navnetewî de û di têkiliyên xwe yên dîplomatî li dijî Kurdan xebateke dike. Di heman demê de li Rojhilata Kurdistanê ku dagir kiriye li dijî mafên Kurdan bêtahamuliyek bêhempa nîşan dide. Tênê di çend salên dawî de bi dehan Kurd îdam kir. Niha di girtîgehên Îranê bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd di rewşek pir xerabdene û îşkenceyên hovane, derveyî mirovahiyê dibînin. Em bangî saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku li dijî vê mijarî bê deng nemînin û berpirsyariyên xwe bînin cih. Hemû birayên xwe yên ku ji bo azadbûna Rojhilata Kurdistanê dixebitin slav dikin û di têkoşîna wan de ji bo wan serkeftinê dixwazin.

Li herêmê hêzên statukoperest li dijî guhertinan disekinin. Tirkiye di polîtîkayên xwe yên navneteweyî dibêje ku piştgiriya guhertinê dike û xwe ji wan hêza dûr dixe. Lê mixabin di polîtîkayên xwe yên hundir de ji wan hêzan pir jî dûr nine. Li Bakûrê Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyonê li ser Kurdan hêjî bêrawestan didomin, di girtîgehande bi hezaran girtiyên siyasî hene û leşker û polîsên li Kurdistanê her roj zêdetir dibin. Hêjî jêderkên Kurdistanê yên sererd û binerd ji aliyê dewleta Tirk û kompanyayên navnetewî ku şirîkên hevin tên mêtin. Li ser derametên ku çavkaniya wî Kurdistane, Kurd ne xwedî peyvin. Li Tirkiyeyê ji aliyê jêderkên xwezayî herêma herî dewlemend Kurdistan e lê wextê li belavkirina derametan binêrin cihê herî xizan dîsa Kurdistan e.

Li Bakûrê Kurdistanê bingeha polîtikayên koledarî, îdeolojiya kemalîzmê ye ku komara 90 salî li ser vê bingehê ava bûye. Ji ber guherînên ku li herêmê çê dibin, kemalîst di rêveberiya dewletêde edî wek berê ne xwedî peyv in. Kemalîst, di şerê desthilatdariya Tirkiyeyê de ji hêz ketin. Ji ber vê yekê hindik be jî zordariya li ser Kurdan li gor berê sivik bûye. Di encamê vê de dewleta Tirk ji bo şerê wan û PKKê ku ji sih salî zêdetire didome  biqedîne hewl dide. Şerê di nav PKK û dewletê biqede û ji bo çareseriya pirsgirêkan ji devla şer dîyalog çêbe helbet ji bo Kurdan ku herî zêde ji vê şerî zirarê dîtin divê erênî be.
Li gor me Tevgerê bi dîyalogê çareserkirina pirsgirêkên civakî û netewî bi şer çareserkirinê çêtir e. Lê ne rast e ku li gor zagonên Yekîtiya Awrûpayê demokratîkbûna Tirkiyeyê û qedandina şerê bi PKK re wek çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bên nîşandan.

PKK ne sedema pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye, hew yek ji encamên wî ye. Hêzên çekdarî hebin jî tunebin jî ew rastiya ku Kurdistan hatiye dagirkirin naguhere. Wek hemû netewên cihanê netewa Kurd jî xwedî mafê çarenûsiyêye û heta ev maf neye bidestxistin kes nikare bêje ku ewê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê çareser bike.

Dewleta Tirk ji aliyêkê li rêyên aşitiyê digere ku şer bisekinîne lê ji aliyê din hê jî kujerên ku di sala 2011 ande li Roboskiyê Kurdan qetilkirin dernexistiye hemberî dadgeran.

Dewleta Tirk bi êrîşa Roboskiyê ku li dijî Kurdên sivîl kir li dijî mirovahiyê tawankar e. Bangî saziyên navnetewî ku divê mijarîde rayedarin dikin ku li dijî vê êrîşa dewleta Tirk bêdeng nemînin û berpirsyariyên xwe bînin cih.

Bi vê mabestê careke din birayên xwe yên ku di wê êrîşî de jiyana xwe ji destdan bi xemgînî bibîrtînin.
Em bi wê hişmendiya ku zanin sedemên wan komkujiya bê statubûna me ye tevdigerin û eşkere dikin ku em tu peymanê ku wê Kurda bê statu bihêle napejirînin.

Di demek ku li Rojhilata Navîn de guherînên bingehîn çêdibibn, em ciwanên Kurd ji çar perçeyan hetin cem hev. Ev nîşana herî xweş e ku em wan sînorên derewîn ku welatê me kiriye çar perçe nasnakin. Îro 3. Konferansa Ciwanên Kurd a Netewî careke din nîşanî me da ku dagirker bi komkujî û êrîşan nikarin Kurda ji holê rakin. Bi sînorên derewîn nikarin Kurda ji hev durbixin.

Çawa ku hêza wan sînorên derewîn di mêj de têr nekir ku Barzaniyê Nemir û Pêşewa Qazî Mihemed ji hev biqetîne îro jî wê nikaribin neviyên wan yanî me ji hev biqetîne. Ewê nikaribe rastiya ku em netewekin bi me bide jibîrkirin. Îro em li vê derê di nav yekîtiyek de lim hev civîyane. Ev ji bo pêşerojê hêvîyên me zêdetir dike ku wê netewa me ji dagirkeran xelas bibe û azad bijî.

Em îro wek ciwanên vê netewê li vê derê dixwazin ji bo dîrokê têbiniyek deynin. Rojek misogere ku wê Kurd yekbûna xwe temam bikin û bibin dewlet.

Bi van hêst û ramanan we gişa bi rêzdarî slav dikin û em dixwazin axaftina xwe bi van rêzên helbestvan Diladar biqedînin:

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topên zeman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan
Xortê Kurd tev hazir û amadene
Canfîdane canfîda her canfîdfa

Koordînasyona Rêvebiriya Tevgera Ciwanên Kurdistan

Back to top button