Polîtîk

Em pişgiriya dewletek serbixwe nakin

Doh serokê KCKê zilamê duyem di PKKê de, ji bo vekişandina çekdarên PKKê ji Kurdistana Bakur, li Qendîlê konferansek rojnemevanî li dar xist. Karayilan behsa vekişandina çekdarên PKKê kir û herweha di axvtina xwe de behsa siyaseta PKKê li herêmê û û Kurdistanê kir.

Piştî konferansê rojnemevanî Karayilan li gel hinek rojnemevanan gotubêj kir. Karayilan  di gotina xwe de behsa serxwebûna Kurdistanê kir û got: Eger herêma Kurdistana Iraqê dewletek serbixwe ragihîne, em pişgiriyê nakin.

Di derbarê siyaseta PKKê ya herêmê û Kurdistanê de jî got: Em dixwazin li Rojhilata Navîn gelên herêmê hemû li gel hev di wekhev û warek demokratik de bi birayetî bijîn. Ev yek jî bi konfederasyonek demokratik û federasyonê pêktê.Dewletên netewî dibin diktator.

Back to top button