
Hanna Caf ku wekî Kurdekî Meksika jî tê nas kirin, ji eslê xwe ji eşîreta Caj ya Başûrê Kurdistanê ye, li gel Henry Roper Curzon, pismamê Mîr Eugenie û Beatrice biryarê dane şû bikin.
Hanna Caf di derbarê zavayê nû yê Kurdan de dibêje: Henry Roper-Curzon rêz û hûrmeteke zêde ji bo Kurd û Kurdistanê heye. Ew her car dibêje Kurd şervanên başin. Ew di derbarê eşîra Jaf de xwedî zanyariyên zêdeye û her wiha gelek caran jî di derbarê hinek zanyariyên li ser eşîreta Jaf pirsan ji bavê min dikir û dixwest zêdetir bizane.
Her Hanna Caf dide zanîn ku Henry dixwaze di daweta wan de stran û muzikên Kurdî û xwarin û vexwarinên Kurdî jî hebe û ew gelek serbilinde ku dibê zavayê Kurdan.
