Mîranî: PDK dê 40 kursiyan bidestve bîne

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de gor ku, ew texmîn dikin PDK di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ku, dê li roja 21ê îlonê bên kirin, 40 kursiyên parlamentoyê bidestve bînin.

Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya PDK di daxuyaniyekê de ji Rudaw TV re got:

          Bi dîtina me bedîl (alternativ) yê Yekêtîya  Niûtimanîya Kurdistanê her Yekêtî Niştimanî ye û ez bawer dikim YNK dê serkeftinê di hilbijartinan de  bidest bixe. Peyman stratejîk di nevbaera me (PDK) û YNKê de her berdewam be.

Mîranî di bersiva pirsekê de ka dê PDK di hilbijartinan de bo parlamentoya Kurdistanê çend kursiyan bidesrvebîne got:

 

          Çavê me li ser bidestxistina 40 kursiyan e.

Nerîna min :