Hevpeyvîn

Mîranî: Em kurdîniyê ne partîtiyê dikin

Sekreterê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hevpeyvîneke xwe de eşkere kir ku, her ji roja yekem ji kirîza Şingalê zêdetir ji 750 pêşmerge li çiyayê Şinaglê mabûn û koçberên ser çiyayê Şingalê diparastin.

Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya PDKê di hevpeyvîneke xwe de digel Rûdawê behsa bûyerên Şingalê dike û dibêje ku, pêşmerge venekişiyaye û her ji roja yekem hêzeke pêşmerge li çiyayê Şingalê mabû û koçberên li ser çiyayê Şinaglê diparastin û yek ji wan kesan Qasim Şeşo ku, navê wî gelek di mediyayê de tê gotin, lê Mîranî gor ku, navê yên din nabêje ji ber ku girêdayî hêzên taybet in.

Mîranî got ku, wan her roj têkelî digel wê hêza pêşmerge hebû û piraniya wan kadiroyên PDKê ne:

          Ew pêşmergeyê li wir mabû derdûra 750 kesî ne. Xurtên êzidî yên girêdayî PDKê jî, tevlî wê hêzê bûne. Me berê jî hêzeke 200 kesî, bi serperiştiya Serbest Babîrî û Seîd Kêsteyî,  ji bo wê deverê şandibû. Kak Aşitî Koçer berprisê Asayîşa Zaxo ye bixwe çûye şerî. Îro hêzeke din a taybet jî dê biçe wê deverê.

          Em li vir bi fermana serok Barzanî kurdîniyê dikin, em partîtiyê nakin. Hemû xema me xilaskirina malbatên êzidî li ser çiyayê Şingalê ye. Hinek dixwazin rewşê bi wî alî de (bi aliyê partîtiyê de) bibin. Em her roj ji wan malbatan re av û xwarinê dişîn in û heta em wan rizgar nekin em rûnan in.

Li dor pirsa beşdariya YPGê, Mîranî got:

          YPG jî kurd in, lê eşkereye ka kî li wir bûye. Dema ew xelk vedigere hûn dikarin ji wan bipirsin ka kî li wir bû. Lê ez dîsa sipasiya hemûyan dikim ji ber ku, di meseleya rizgarkirina malbatên Şingalê de divê em kudîniyê bikin.

Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya PDKê  di hevpeyvîna xwe de ku, ew naxwaze bikeve nav detaliyan, lê bi giştî ji bo kurdan û bi taybetî ji bo PDKê serbilindiye ku, siyaseta rast a serok Barzanî wisa kir ku, Amerîka bibe şirîkê kurdan; him di piştevaniya kurdan de him jî di şerê dijî DAÎŞê de.

Back to top button