Îtalya li ruyê serbazî ve piştgiriya Kurdistanê dike
Êvariya îro în 08.08.2014 li rêya telefonê ve Federica Mogherini Wezîra Derveya Îtalya peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîra Derveya Îtalya spasiya Serok Barzanî kir ku serpereştî û rêberiya şerê mezintirîn hêza terorîstiya cîhanê dike û spasiya rola Pêşmerge û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê ya ji bo parastina xelkê sîvîl û pêkhatên olî û neteweyiyên Iraq û Kurdistanê kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîra Derveya Îtalya peroşî û piştevaniya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku her çi ji destê wan bê ji bo palpiştîkirina Kurdistanê kêmasî nakin. Wezîra Derveya Îtalya ji bilî gihandina silavên Serok Wezîrê Îtalya balkişand li ser wê yekê ku li gel Serok Wezîr û Wezîrê Bergiriyê welatê xwe li şêwirîn û hemahengiya berdewam dane bo ku bikarin awayekî peydabikin ku li ruyê serbazî û medenî ve hevkariya xelkê Kurdistanê bikin.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Wezîra Derveya Îtalya kir û ragihand ku ji bo me cihê xweşhaliye ku li demên dijwar da dostên me piştevanî û hevkariya xwe ji bo gelê Kurdistanê dûpat dikin. Her wiha Serok Barzanî spasiya Amerîka, Fransa û Îtalya û wan hemû aliyan û welatan kir ku ji bo rûbirûbûna terorê de yarmetiya Kurdistanê didin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku Kurdistan tenê şerê rêxistineke terorîstî nake belku şerê dewletekî terorîstî dike. Serok Barzanî eve jî bi Wezîra Derveya Îtalya re got ku ber çavên me rûne û Kurdistan bi serbilindî bergiriyê li xwe û paşaroja xwe dike û li serkeftina xwe dilniyayîn û gelê Kurdistanê spasiya her welatek dike ku yarmetiyê bide û hevkariya welatan hebê yan na Kurdistan li şerê teror û bergirîkirina xwe de berdewam dibe.