Polîtîk

Mîranî: Barzanî Iraq ji prosesek tarî derxist

Li gora nûçeya KTV Fadil Mîranî di dîdareka xwe de ya bi radiyoya Iraqa Azad re daye xuyakirin, ku serokê Kurdistanê prosesa siyasîya Iraqê ji tunelek tarî derxist.
Mîranî got ku gerek prosesa pêkanîna hukûmetê ji alîyê Nûrî Malikî ve jî li paş nekeve.

Di vê bêjedana xwe de Fadil Mîranî tekezî li ser wê yekê jî kir, ku kurd xwedîyê mafê xwe yê neteweyî ye û pişka kurd di nav wezaretên serwerîyê jî de heye. Weha jî got, ku alîyên siyasî bi mafên kurd re ne.

Di dawîya evê dîdarê de Fadil Mîranî da nîşandan, ku niha PDK amadekarîyên pêkanîna kongreya xwe ya 13 encam dide û got, ku ew dê di vê kongireyê de dirişmên (sloganên) nû yên dadwerî û civakî bilind bikin.

Back to top button