Îroj

18'ê Sermawez

18ê Sermawez

Di sala 1977’an û di rojekê wekê îroyê de Serokkomarê Misirê Enver Sedat di parlamentoya Îsraîlê de axaftinek kir û. Cara yekeme ku serokekî Ereba, dewleta Îsraîlê nas kir.

Dewletên Misir û Îsraîl di sala 1978an de peymanên Camp Davîd îmzakirin. Di peymanê de çarçoweya aramiya Rojhilata Navîn hatîbû nexşekirin û ji bo Filîstîniyan jî xweseriyek hatîbû dayîn.

Peymana aştî û aramiyê di navbera Serokkomarê Misirê Enver Sedar û Serokwezîrê Îsraîlê Menahem Begînê de  û di sala 1979’an de hatîbû îmzakirin.

Îsraîl piştî wê peymana nîvgirava Sînayê dabû Misirê.

Ji ber ku Misir bi serê xwe digel Îsraîl peymanek îmza kiriye, ji aliyê dewletên Ereban ve hatîbû şermezarkirin.
Enver Sedat di sala 1981’an de ji aliyê mîlîtanên Îslamî v e hatîbû kuştin.

Back to top button