Mîr Celadet Bedirxan

Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1893’yan de li Stenbolê ji dayik bûye. Navê bavê wî Emîn Alî Bedirxan e. Em dikarin bêjin, di rerwşenbîriya Mîr Celadet Bedirxan de, kedek mezin ya bavê wî Emîn Alî Bedirxan heye. Lewra Emîn Alî Bedirxan, di serî de kûrê xwe Mîr Celadet Bedirxan û zarokên xwe yên dîtir jî bi tevayî, di xwendegahên teybet de dane xwendin. Ji bo zimanên biyanî yên weke yewnanî, fransewî, farisî û rûsî fêr bibin, ji wan re mamostayên zimanî, yên teybet digre û perwerdeya wan ji tu fedakariyan şûnde nemaye.
Bê guman ev girîngiya Emîn Alî Bedirxan di xwendina zarokên xwe de nîşan dida, ne tiştek normal bû. Lewra di wî demê ku ewî girîngî dida xwendina zarokên xwe, ew bixwe jî di nava tevgerên siyasî de bû. Di sala 1908’an de, di damezrandina tevgera bi navê “Kurd Teawûn û Terakkî Cemiyetî” de weke endamê damezrîner yê sereke bû. Piştî wê jî, di gelek wan komel û saziyen ji bo xebatên tevgera gelê kurd dihatin damezrandin de jî, weke endamê sereke cî digirt.  Ji ber wê çende em dikarin bêjin ewî zarokên xwe perwerde dikirin da ku di tevgera gelê xwe de cihek û rolek girîng bigrin ser xwe û di wezîfeya xwe de jî serkeftî bin. Ji ber wê çendê em dikarin bêjin ew rewşebîrek yê gelê kurd bû û dixwest zarokên wî jî weke wî bibin rewşenbîr û di tevgera gelê xwe de bibin mirovên bikêrhatî.
Wekî em binêrin tarîfa rewşenbîriyê û binêrin jiyana Mîr Celadet em ê bizanin ka Mîr Celadet Bedirxan rewşenbîre an na.
Rewşenbîr, ew kes e ku hişyarbûnek xurt di mejyê wî de hatibe bi cî kirin, nêrîna wî ya siyasî kûr û dirêj be, giyana fedakariyê visa xurt be, karê xwe bi cî bîne, bi nirxên gel re hatibe girêdan. Em ê niha binêrin ka jiyana Mîr Celadet Bedirxan li gorî rewşenbîriyê ye an na: Di vê babetê de  em dikarin jiyana wî di sê beşan de di berçavan re derbas bikin.
CIWANIYA WÎ Û XWENDIN
Di vê beşê em dikarin bêjin rola bavê Emîn Alî Bedirxan pir mezin bû. Bavê wî mirovek rewşenbîr bû û dixwest kûrên xwe jî weke rewşenbîran perwerde bike. Mîr Celadet Bedirxan, weke bavê wî dixwest, di xwendina xwe de serkeftî bû. Ji ber kû bavê wî mufetîşê dadgehan bû li gelek bajaran digeriya, ew jî digel bavê xwe li Stembol, Edîrne, Konya, Enqere û bajarê ereban Nablûs, Akka û li bajarê yewnaniyan Selanîkê xwendiye. Di destpêka cenga alemî ya yekemîn de, di dibistana leşkerî de xwend û  di destpêka cenga cîhanê ya yekemîn de, ew weke fermandarek leşkerî di cenga cîhanê ya yekemin de cî girt. Di kowara xwe ya binavê “RONAHΔ hijmara 25 ya sala 1944’de dibêje: “Di sala 1917’ê de, ez fermandarek leşkerên osmaniyan bûm, li derdorên gola Urmiyê dixebitîm û piştî mehekê derbasî Tebrîzê bûm…” Piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, ew çûye Almanyayê û xwendina xwe ya li ser Hiqûqê qedandiye. Bi fikra pêşdetir hewceyî pê çêbibe, li Almayayê tevli hereketa fedayiyen alman bûye û di nava wan de perwerdeya cenga li ser tarzê gerîla dîtiye.

DEWREYA FERSENDAN
Ev beşa jiyana wî dewreya têgihiştina wî ye û konjuktura musît ji bo bikaranîna fersendê ye. Her çi qas em bikarin bêjin ev dewreya jiyana wî, ji cenga cîhanê ya yekemîn destpêkiriye û heta peymana Lozanê ya di Tîrmeha sala 1923’yan de hatiye îmzekirin dawî bûye jî, bes em dibînin vê dewreyê heta têkçûna serhildana Şêx Seîd jî berdewam kiriye. Di vê dewreya jiyana xwe de, çi tevger û serhildanên çêbuyîn û çi saziyên ji bo tevgera gelê Kurd hatîn damezrandin de, weke endamek yê sereke cî girtiye.
Di sala 1919’an de, Mîr Celadet Bedirxan, digel birayê xwe Kamuran Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfîq bi dîplomatê Îngilîzî Mêcir re hevdîtin kirin, ji bo pêkanîna heyetekê li ser navê kurdan bikeve civîna li bajarê Sewrê yê çewabûna li ser belavbûna împaratoriya osmaniyan. Di encama hevdîtinê de,  biryar hate dayîn ku li bin serokatiya Şerîf Paşa de heyetek bikeve wê civînê de. Weke tê zanîn di wê civînê de peymanek hate îmze kirin. Di wê peymanê de, xala 62, 63 û 64’ê der barê kurd û Kurdistanê de bûn.

PEYMANÊ ÎNKAR KIRIN
Bes di sala 1922’yan de, dema leşkerên li bin fermandariya Mistefa Kemal de bûn, ketin nava Stenbolê, ew mafê di wê peymanê de ji kurdan re hatîn diyarkirin, ji aliyê Mistefa Kemal ve hatin înkarkirin. Piştî vê êrîş li ser mezinên kurdan hatin dijwarkirin. Mîr Celadet Bedirxan û birayê wî Kamuran Bedirxan êdî neçar man ku welêt terk bikin û biçin Almanyayê ji bo temam kirina xwendina xwe ya doktorayê.

DEWREYA HEYÎN Û NEYÎNÊ
Di vê dewreyê de înkar û îmha ketiye dewreyê de. Bi peymanên navneteweyî kurd hatine parçekirin. Pişaftin û koçberkirin di asta herî bilind de wekî polîtîkayên dewletê yên sereke hatîne qebûlkirin.
Mîr Celadet Bedirxan di vê dewreya jiyana xwe de, girîngî daye wan xebatên ku heyîna kurdan weke netewe, bi hêz bike. Ji ber wê çendê, alfabeya kurdî ya bi destxetê latînî çêkiriye û giranî daye zanyariya dîrokê û fêrkirina zimanê kurdî.
Di sala 1932’yan yekemîn car bi destxetê alfabeya kurdî ya latînî kovara bi navê “HAWAR” derxistiye. Di hejmara yekemîn de li ser ziman û zanînê ev çend gotinên giranbiha gotine:
“Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîne, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hewara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide  nas kirin. Lewma ko ziman şertê heyînê a pêşîn e.”
Di sala 1933’yan, nameyek ji bo Mistefa Kemal şiyandiye û naveroka vê nameyê li ser parêzvaniya neteveya kurd ew dek û dolabên ji aliyê wî ve li ser tûnekirina gelê kurd têne gerandin bûye. Ev  nameya weke parastina heyîna gelê kurd û zimanê kurdî ye, di sala 1992’yan de ji aiyê weşanxaneya “DOZ”ê ve hatiye çapkirin.
Di sala 1942’yan de, Kovarek mehane ya xerû bi kurdî û bi destxetê latînî bi navê “RONAHΔ daye weşandin.
Ji bilî van xebatên berketî, Mîr Celadet Bedirxan, gelek xebatên li ser perwerdeha zimanê kurdî, komelên weke Xoybûnê, saziyên perwerdehiyê, tevgerên neteweyî û li ser wêje û çanda kurdî kiriye ku hêj em ji wan gelek sûdê digrin. Ji ber ku di nivîsek ya rojnameyê de îmkan nîn e bi tevayî bêne diyar kirin, em neçar dimînin ko vê mijarê kurt vebirîn.

Nerîna min :