Kultur

Minn dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Keçkâ Mîr Zêrîn û Cahfer bi helbestê bandikin hevdû. Pişt wa dengek tê, Zêrîn meyze dike ku Kermo kurapê wê liwa gûhdar dikê. Kermo mirovekî bêmirês, fesad û xeber gûhêze. Her tim fesadîyê dikê.
..Di wê demê de Zêrîn bsndikê Cahfer. Heyra seyda ez bi gorî, Tu bibure jibon Dîlberê. Ev dengê tê fîtne û fesad. Jêre dibêjin Kermo va hat. Ewê herê cem Mîrê min.Ji yek gotin derxê sedî. Mîr ji bê çareserî wê banbikê min. Min ne kûjê wê bidê ceze.
..Seyda di ricifê û fedî dikê, ji tirse zimanê wî lâl dibê. Dibêjê delal ez bimrim li vir. Fermane min vê Rojêye, Tu bistînê ceze ezê bimrim. Cîh namênê li vê Dinê. Kermo li ezmane vî tiştî di geriye, li erdê bidest ket.
..Na sekinê û diçê dîwane Mîr. Dema di gihijê ber derî nahtor fahm dikê ku jibon fesadîyê hatîye. Nahtor naxwazê wî derxê dîwane Mîr. Kermo rast û rast dimşê, nahtor dikevê pêşîye wîde. Dibêjê xêre Kermo? Dibêjê ma ez jibon tiştê xêrê tême cem Mîr? Lê vê care xebereke gelekî nexweşe. Ya star. ..Ya habîb Allah. .Bêlomebê. ..Tallîye Dinyayê ye Kermo, ji qazîve dengê xwe dihildê.Jibon ku Mîr his bikê, Nahtor wî diberdê. Di wê demê de Cahfer diçê mizgeftê .Xemgîne nizanê çi bikê. Yek çare jêre dimînê, ji xwere dia dikê û ricûî Xwada dibê. Piştre dikevê xew de. Dema razayî xewnekê dibînê
..Hêzek derdikevê û hicûmê di berdê herkesî. Kesek deng dernaxê. Hêzek dîtir derdikevê û şerê hevdû dikin.şer bi qirêjî berdewam dibê. Bi hezare mirov qetil dibin. Bi hezare gund xeradibin , gelek malbat eware dibin.Cîhan bêdeng dimînê.
..şevek ji şeva hinek li derîyê wa dixin. Ji tirse derî navekin, ên ku li derî dixin dişkînin û dikevin xanî de, bavê wa ji nav livîne derdixin û dibin wî dixine kîsekîde û tavêjin çalekê. Dema wî tavêjin çalê ji xew diveciniqê. Dibêjê ya Xwada ez hên saxim. Dema ku hişyar dibê meyzedikê ku li mizgeftê ye, ser çavê xwe dişoyê û dest bi selewate dikê.
Bişîjk Cahfer bi hevalê xwere nexweşxanê vedikin.Navê wê Med didênin. Serî li wezaretê dixin, lê wezaret qabúl nakê.
..Dibê ev navekî qedexeye. Nakevê wêjeye zimanê me.Ewjî israr dikin û serî li dadgeha mezin dixin. Dadgeh jibon navê Med cezekî mezin didê wa.
..Doktor û hevalê xwe parastine xwe dikin.Dadgeh eksê dikê û cezê wa zêde dikê. Care duyem ew naçin dadgehê parezerê wa diçê. Bişîjk û hevalê xwe civînê pêk tênin. Dema di civînê dene leşker bi ser Wade digrê û dibêjin ev tiştê hun dikin qedexeye. Wa digrin û derdixin dadgehê .Dadgeh wa dixê zîndanê û wextekî di zîndanê de di mînin
..Jibon ji zîndanê bi revin projekê amede dikin. Malbata xwe agahdar dikin û ji wa çek di xwazin. Malbat daxwazîye wa bi cîh tênin .Çekê wa di gihijin destê wa û Çekê xwe paqiş dikin û êvarî şeş jiwa biser nahtor û leşkerê zîndanê de digrin. Hinek têne kûştin û hinek êsîr dibin. Derdikevin ser rêçkà bajêr. Wesayîte tê zapt dikin.Dest û pîyê bajovan girê didin û wî didênin qozîyekê. Siwar dibin û berê xwe didin Rojava. Tên kêleke sînor û leşkerekî bi pera razî dikin û derbas dibin.
..Male pêşî kûjane diçin wê malê. Li derî dixin xwedîyê malê dibê hun kîne? Dibêjin em şoreşgerin, malbat wa distînê xanî, xwarin didine wa û piştî xwarinê çayê di vexwin. Dest bi sohbetê dikin. Serpêhatîye xwe ji xwedîyê malbatê re dibêjin, zilamê malbatê di îstîxbarate komarê de di xebitê. Xwe biwa didê naskirin û ew jî dibêjin dema wisaye me û komarê nêzîkî hevdû bik û bere bibê alîkàr. Dema hun vêna bikin emê te gelekî dilxweş bikin. Endamê îstixbaratê bi mexinê xwere pêwendî didênê û wî razî dikê. Jibon ku hevdû bibînin mezinê teşkîlatê wesayîtekê jibon wa bi rê dikê û têne cem hevdû û di civin….Komar û Fîrarê zîndanî ser sê (3)xale li hevdû dikin.
1-Di her şert û merc de emê we bi parezin.
2-Liser fînansê emê her tim bibin alîkâr.
3-Dijminê we kî bin ew, Dijminê me ye jî.
..serokê îstîxbaratê dibêjê gelek başe. Em bi hevre pêgirtîyeke nivîskî amede bilin û dest nişan bikin. Ezê bibim ji serok komar re.Emê sehakê bidin we û xebate xwe liwir bikin.
..Lê wê endamekî me dinav wede bê, lê hunê nasnekin. “””Mifte veşartîye dest nedinê “””Dibêjin başe. Serokê îstîxbaratê pêgirtîyê dixê zarfekê û dibê didê serok lomarê xwe.pîroz dibînê û hevdû pîroz dikin.
..Her yekî navekî veşartî (qod)liwa dikin.
1-Îso
2-Mûso.
3-Hûso.
4-Mîso.
5-Bîrso.
6-Xiso.
Ser va nave nasname jibon wa amede dikin û didine wa.Xatir ji hevdû dixwazin. Ji ware cîkî amede dikin Dibêjin de kerem bikin dest bi xebate xwe bikin.Derdikevin cîyê xwe û dibêjin me kefen qetand.
..Em westîyene emê îşev rakevin û sibe emê di cîvînêde proje xwe amede bikin. Lê Cahfer di zîndanê de ye, Zêrîn jî çend roja di mînê, lê dayîke wê ji Mîr rica dikê wê diberdin. Pîştî çend roja Zêrîn dibêjê dayîke xwe, dibê banbike nahtorê ber derîyê zîndanê bê cem me.Hevjîne Mîr bandikê nahtor û tê cem wa û dibêjê nahtor cilkê xwe û mifte zîndanê bide min. Ger tu nedê ezê bihêlim ku Mîr serête jê bikê. Nahtor qabûl dikê û Zêrîn cilkê nahtor li xwe dikê û mifte zîndanê dibê û diçe cem seydayê Cahfer. …Zêrîn derîyê zîndanê divekê û seyda derdixê devre. Seyda dema ku dibînê derî divebê di cîyê xwede dimînê sekinî. Lê piştre fahm dikê ku zerîye dilê wî pêve hatîye.
..Halo bandikî yê, ey Zêrîne can fedayê, wek rehane ser dilayê, te serê xwe xist belayê, jibona seydakî ne hêjaye.
..Vê carê Zêrîn bandikê. Heylo seyda ez bi gorî. Tu li zîndanê ez bê hâlim. Felek kore min fahm nakê. Mîrê delal fedî nakê. Seydayê min xist zîndanê. Ezê çawa bikişînim sebrê Seyda hinekî liber xwe meyzedikê, hinekî ji xwe fedî dikê. Dibêjê delal şêrîn wisa meke. Mîrê delal rureş meke. Ew mecbûre vêna bike. Ger ev jîyan ne bi heq bê.
..Zêrîn dîse keserekê divedê û bandikê seyda. Kuro heyran zu bi leze. Nahtor werê me bibînê, serê me jî bi êşînê. Emê her Du biçin zîndanê. Kesek nîne me xilaskê. Dema Zêrîn wisa bandikê seyda. Seyda bi lez tê û bi destê Zêrîn digrê û dikevin sikâkeke teng de.
..Reş ketîye erdê û hawa zîfîrîye. Çav çave nabînê. Jibon bi destê hevdudene bi cesaret diçin. Di xwazin defretekê bibînin û hevdû maç bikin. Lê firset çênabê. Baranek tê mîne ava şirikê ku di herikê weke bilbilînke misîn. Dema dimeşin dareke çinarê derdikevê pêşîye wa.
..Xwe didin ber darê û xwe li hevdû dipêçin. Berê xwe didin ezman û dibêjin ey Xweda tu di bînê em gúnehkàr û bê çarene. Devê xwe dixin ên hevdû heta bêhna wa di çikê hevdû maç dikin. Di wê demêde seyda li dengekî his dikê. Dema li pişt xwe meyze dikê, Du mirov serê wa girêdayî û çek di destê wa de serê çekê dixin serê her Du ye. Bi hevre dibêjin hun kîne. Çekdarek dibêjê qut bikin hun tiştê nebaş dikin. Hunê bêne ceze kirin. Cezê we kûştine bi meşin em li vir şer dikin, hun hatine di vê reşê de û di bin baranê de hevdû maç dikin. Destê wa li pişt wa girêdidin û wa didine ber dahfe û wa dibin. ..Piştî wextekî ew di gihijin qonaxekê û dibêjin evder leqa şoreşêye. Ev jî zîndane. Em ên wek we rureş wa li çardarê dixin. An jî wa dixin zîndanê.
..Emê we bişyînin dadgeha şoreşê. Wê di derheqê wede çi bîryare bidê emê Wê bi cîh bînin. Wa dibin jêr Du taxin û gelekî reşin û çîre çîre mişkeye texrîben bîst (20)metre kûre. Seyda dixin yek’ê, Zêrîn Mîrxan dixin yekê de.
..Zêrîn Mîrxan dest bi girî dikê. Seyda berê xwe didê ezman û bandikê xwada. Dibê ey xwadayê mezin û bi hezn û cemal. Tu qadir û bê şirîkî. Ez evdê te tu xwadayê min. Em ketin zîndanê me tu xilas bike. Em jî wek herkesî însanin me ji destê va xilas bike.
..Xelk û alêm dikin seyran. Bi kêf û eşq dikin jîyan. Em êsîrin weke her car.Xwadayê min bêje bese. Zêrîn dibêjê ezim keçim keça mîr ‘im. Li vêderê ez êsîrim. Jibon evînê mîne dînim .Xwadayê min tu bibîne. Ev derdê me ne me daye. Bi hîkmet û emrê Xwadaye.
..Evîndarî ger gûneh bê. Jibona vê tu çi bêjê. Seyda xistin binê bîrê, ez xistime vê reşîyê Emê bimrin tev bê mirad. Xwada çime ev hat serê me. Du mirov mîne zebanîye tên û wa dibin. Dayîke Zêrîn bandikê nahtor, dibê em Mîr agadar bikin. Dema em nekin wê serê me her Du ya jê bikê. Emê bêjin Du haydut hatin û wa revandin. Derdikevin cem Mîr û wî agadar dikin. Mîr wek ew dibêjin bawer nakê lê bawere ku hatine revandin…

Back to top button