Polîtîk

Min qebûl nekir Amerîka li dijî PKKê operasyonê bike

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, diyar kir ku xendeqa ku li ser sînorê Başûr û Rojava tê kolandin, bo parastina ewlehiya sînor e. Barzanî her wiha PKK bi derxistina astengiyan li hember lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd tohmetbar kir.

Serokê PDKê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro li bajarê Hewlêrê bi berpirs û kadroyên partiya xwe re civiya û ragihand, divê hikûmeta nû beriya hilbijartinên 30ê Nîsanê pêk were.

Barzanî li ser daxwaza YNKê bo wergirtina Wezareta Navxwe jî got, divê Wezareta Navxwe bibe pişka PDKê ji ber ku YNK dikare posta cîgirê serokê Herêma Kurdistanê ku di heman demê de cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên çekar e, aktîf bike.

Li ser vegerandina reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê bo parlamentoyê ku YNK van rojana behsa wê dike jî Barzanî got, destûr venagere parlamentoyê çimkî îhtimala wê heye destûreke nû bê dariştin.

Serokê PDKê derbarê êrişên çekarî yên li dijî avahiyên PDKê li bajarê Silêmaniyê de jî ragihand, ew êrişên çekdarî li dijî avahiyên PDKê karekî nemêrane ye lê ji kadroyên PDKê hat xwestin ti bersivekî nedin.

Mesûd Barzanî, li ser kirîza kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava jî daxuyanî da û got, kolandina xendeqê bi raya berpirsên ewlehiyê karekî baş e lê rêya fermî ya sînor jî vekirî ye û hatinçûn didome.

Barzanî, li ser sedema lidarnexistina Kongreya Netewî ya Kurd jî ku biryar bû par hatiba lidarxistin, axivî û got, Kongreya Netewî ji ber wê ha sekinandin ku PKKê daxwaza nîvê endamên kongrê dikir her wiha dixwest du serokên wê hebin. Lê em qebûl nakin PKK ferhenga xwe bi ser me de bisepîne.

Serokê Herêma Kurdistanê bo cara yekê agahiyek nû jî eşkere kir û got, sala 2006an nûnerekî serokê wê demê yê Amerîka Corc Bûş, bêyî ku haya balyozê Amerîka yê Iraqê jê hebe, ji min xwest ku li dijî PKKê operasyonekî bikin lê min qebûl nekir. Lê PKKê van tiştan nahîne ber çavên xwe.

Mesûd Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî axivî û got, em li benda hilbijartinên Iraqê ne ka bizanin dê çi guhertinekî bi xwe re bîne. Eger rewş bi vî awayî be wê demê emê jî yan konfederalîzm yan jî serxwebûnê bixin rojeva xwe lê bi qasî ku me lêkolîn kiriye konfederalîzm dê arîşeyan çareser bike.

Barzanî her wiha diyar kir, tişta herî girîng ew e ku êdî welatên kendavê mîna berê me wek dirrinde nabînin ji ber ku berjewendiyên wan li ba me heye.

Rudaw

Back to top button