Amerîkî plana xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin
Îro dûşem 21.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Bêdinark Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Asayîşa Balyozxaneya Amerîka li Bexda û şandekî li gel kir ku ji Konsolê Amerîka li bajarê Hewlêr û hejmarek berpirs û şêwirmendên serbazî yê balyozxaneya Amerîka pêkhatibûn.
Di destpêka hevdîtinê de General Bêdinark spas û xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û bi kurtî wan plana emnî û serbaziyan xisterû ku bi navê rûbirûbûna terorîstên li Iraqê da li ber girtine. Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Asayîşa Balyozxaneya Amerîka nîgeraniya xwe li zêdebûna kirdarên terorîstiyan û berfirehbûna hêza terorîstan li navçeyên cûda cûdayên Iraqê nîşanda.
Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan balkişand li ser wê yekê ku pêvajoya emniya Iraqê gihîştine qonaxekî gelek metirsîdar û hêvî xwest ku encama hilbijartinan bibê sedema wê yekê ku dawî bi giriftên emniyên Iraqê bîne ji ber ku çavkaniya hebûna kêşeya emnî vedigerê li ser lekebûna giriftên siyasiyên Iraqê û kêşeya emnî demek de bi tevahî bê rakirin ku qeyrana siyasiya Iraqê bê çareser kirin.
Her li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hate nirxandin û axaftinê di derbarê wan çareseriyan kirin ku ji bo baştirbûna rewşa emnî ya Iraqê pêwîste.


