Nivîsar

 Min go ez, te go ez, xelkê bir kerîyê pez

Di vê dem û dewrana ku heta bi êl û eşîrên Afrîka reşik jî bûne dewlet, em Kurd hîna jî ji ber nakokî û berberîyên pûç û bê armanc serê hev dixwin û ji doz û armanca netwî dûr dikevin…

Nûrî Çelîk

Di demên berê de şivantî pîşe û senhetekî baş bû. Kesê ku li cem axa yan malmezinekî biba şivan, diket dana xwedê û şûr simbêlê wî ne dibirî. Di heman deman de hem şivan hebûn, hem serşivan hebûn. Ango serekê şivanan jî hebû. 

Hesen li cem malmezinekî bûye şivanê pez. Ji ber terş û talan, pez û dewarên ê malmezin pir bûn, çend şivan û gavanên wî yên din jî hebûn. Hesen jî yek ji wan bû. Hisên jî di malbatê de şivanê herî kevn bû. Ji ber şivanê herî kevn û xwedî tecrûbe û serpêhatî bû, ew kiribûn serşivan, yanî serekê şivanan.

Hat zeman û çû zeman, rojekê Hesen û Hisên bi hev re diçin ber pez. Hesen di nava xwe de zikreşî û çavnebarîyê li Hisên dike. Dixwaze ew jî wek Hisên rojek ji rojan bibe serşivan da ku zêde neçe ber pez û hikimdarîyê li şivanan bike. 

Hesen û Hisên li ser şivantîyê radiberizin hev, dest bi nîqaşê dikin. Hesen dibê ez, Hisên dibê na wele ez şivanê baş im. Yek ji vir û yek ji wir, yek ji Hesen yek ji Hisên, bi dar û keviran radibin hev. Demekê dirêj pev diçin û ser û devê hev dişkînin. Di wê navberê de pez ji wan dûr dikeve û komek diz rastî pezê wan tên. Dizên me pez didin ber xwe ji wir dûr dikevin.

Piştî ku Hesen û Hisên dev û serê hev dişkînin û hevdu bi lêdanê dinermijînin, hew dibînin ku pez li holê tuneye. Vir de çûn, wir de çûn, nafîle, pez nexuyaye û dizan biriye. Hisên radibe ji Hesen re dibê; “Te dît! Min go ez, te go ez, xelkê bir kerîyê pez”.

Ev pelûla germ ji roja roj de bi serê me Kurdan de rijiyaye. Ji dema Împaratorîyên Kurd bigrin heta bi îro, heta me go ez û ez, xelkê terş û talanê me, mal û milkê me, ax û welatê me ji xwe re bir. Nakokî û berberîya sedê salan îro jî ranebûye. Nakokî û berberîyên şexsî, malbatî, eşîrtî  kiras guhertiye, kirasekî siyasî li xwe kiriye û bi wî kirasê siyasî îro jî didome. Nakokîyên şexsî, malbatî û eşîrtî bûne nakokîyên îdeolojîk, bûne nakokîyên berjewendîyên partîtîyê. Van nakokîyan hiştiye ku em bi hev dakevin, ji hest û armancên Kurdayetîyê dûr bikevin û dagîrker jî li gor qîm û riza xwe welatê me ji xwe re cot bikin û tovên xwe biçînin.

Ez bawer nakim ev taybetmendîya kesanedî di nav mileletekî din de hebe. Bawer nakim di nav partîyên welatên din û di nav azadîxwazên welatekî din de hebe. Di vê dem û dewrana ku heta bi êl û eşîrên Afrîka reşik jî bûne dewlet, em Kurd hîna jî ji ber nakokî û berberîyên pûç û bê armanc serê hev dixwin û ji doz û armanca netwî dûr dikevin. Kesî yan hinekan nifir li me kirine yan niviştên bermeqlûb ji me re çêkirine nizanim, lê ez zanim ku berberî û neyartîya navxweyî wek toqa naletê ketiye stuyê me. Çend salên din, çend sedsalên din wê ev toqa naletê ji stuyê me derkeve dîsa nizanim. Lê ez zanim ku heta ev toqa naletê ji stuyê me dernekeve û em ji neyartî û berberîya navxweyî xilas nebin, emê tucarî nebêjin xwezî bi îro. 

Bawerîya min bi dîtinên xurafe, mîtolojîk û qedera îlahî nehatiye û nayê. Lê ez dizanim ku qeder heye û ew qeder jî di destê meriv de ye, girêdayî şert û şirûtên xwezayî û dinyayî ye. Ango, meriv qedera xwe bi destê xwe dinivîse. Evqas tofan û bobelatên ku hatine serê me Kurdan ne qedera îlahî ye, me qedera xwe bi destê xwe nivîsandiye û tu dijminatîyek îlahî yan xwedayî bi me re tuneye.  Heger te rêyek xirab dabe ber xwe wê pêşeroj û qedera te jî xirab be. Na heger te rêyek baş dabe ber xwe, wê pêşeroj û qedera te jî baş be. Me Kurdan bi berberî û neyartîya navxweyî rêyek xirab daye ber xwe, pê ve girêdayî jî me pêşeroj û qedera xwe xirab nivîsandiye. Me fermana kujtina xwe bi destê xwe daye û divê ji xwe pê ve em tu gazindan ji kesî nekin. 

Werhasilî kelam, meriv pêşeroj û qedera (çarenûs) xwe çawa nivîsandibe, wilo jî dikare biguhere. Guhertina wê jî bi xwenasîn, bi xurtîya hest û hişmendîya netewî û bi xwedîlêderketina ziman, nirx û çanda Kurdî ve girêdayî ye. Heke em karibin xwedî li hemû berjewendî û nirxên xwe yên netewî derkevin û bi hest û hişmendîyek saxlem  xwe dûrî neyartî û berberîya navxweyî bikin, emê karibin pêşeroj û qedera xwe jî biguherin. Gava me xwe ji neyartî û berberîya navxweyî dûr xist û em xwedî li nirxên xwe derketin, bêguman wê rêya tifaq û yekîtîyek netewî jî vebe.

Back to top button