Sûdanî û Macron peymana hevkarîya stratejîk îmze kirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Koşka Elyseeyê civiyan.

Sûdanî di çarçoveya serdana xwe de ewil bi Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne re hevdîtin kir û piştre li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Iraqê piştî ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Macron ve hat pêşwazîkirin li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got “Ji bo berfirehkirina hevkariya di navbera her du welatan de di warên cuda de min bi dostê xwe birêz Macron re Peymana Hevkariya Stratejîk, ku nexşerêyek destnîşan dike îmze kir.”

Çend xalên rojeva serokwezîrê Iraqê Sûdanî û şanda pê re, têkoşîna li dijî gendeliyê Vegerandina 2,5 mîlyar dolar fonên bacê yên ku ji Banka Rafidainê xistine hesabên xwe, îmzakirina peymanên lihevkirinê yên dualî û daxuyaniya hevpar a li ser parastina mîrata çandî û berhemên dîrokî bûn.

Li gel rayedarên hikûmetê, Sûdanî dê bi nûnerên kompaniyên Fransî re bicive da ku projeyên veguhestinê yên girîng bicîh bîne.

diyar kiribû ku vegerandina pereyên dizîn ji bo kabîneya wî karê sereke ye û soz dabû ku sûcdar dê hesab bidin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: