Min dît û nabêjim (Roman)

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman ÇakirGelo min çi vê felekê kirîye ku tim li himberî min bêbext û rûreşê?Gotinek heye,””Dibê, min ne bi berxîtî têr şîr xwar;Ne berantî têr Geya xwar””Ez zarok û heta weke îro,rojek ji roja min ne ku hoynyan bi vê kêlîyê, çime gelo?Çime ey Xwada? Çime ey gelî dilcan û qedirbilinde. Ne evîn,Ne Azadî, Ne rehetî, Ne xweşî min rojek nedît.Min taybetî car carna sîstem rexne dikir ,na…Ne wisaye, her xencere li dilê min ketî û ez Birîndar kirime ji Kurd û nase bûye, raste, sîstem tiştê kirîye û dikê ji xwe dîyare, lê tim kûrmê darê ji darê bûye. ..Di rûpelê di pêşîye minde ezê bi nivîsim,lê bâlkêşe ku ez ji gûndê xwe sê  (3)care ez sûrgûn bûme, carna ji xwe di pirsim gelo pisgirêk ji mine, an jî, ji çîye? Divabê ev gelek nîqaş û lîkolîn liser bibê.Dîse sûrgûn û dîse malwêranî. Li bajarê Emê Gozê û ji bajarê Lerî û Lorî…Wesayît bi zor û kotek di çúne Gûndê xwedê jê razî  (S)axe  (Girdare )malbateke dilovan û di hedê xwedene. .Min gote serdor y cîrane em tiştê xwe di firoşin. Cîran hatin tiştê ji ware lazim kirîn û birin, gelek nivîsê min Windabûn. Tiştê lêzim me hiştin û em li dolmîşekê suwar bûn û em derketin ser rêçkâ Girdare. Zorok,jin, kâl,ciwan,Mamoste û Gelê Qubînê ketin xemeke kûr û bi keder.Min ku erê Koçero, tu mahkûm û ez sûrgûn, de bi xatirê we Gelê Bişêrîyê. …Texrîben çend seat em meşîn û em gihiştin pire babîs û ava babîs. Em derbas bûn û ketin rêçkâ çîyê, lat û kevir,fetlînok û girik,piştre em derketin erda rast û Girdare ku hûn bi xêr hatin ey Kurdê sûrgûn. …Mine çavê kîvroşkê çav di lîzîn. Ketim tefekûr û şikê kûrde. Dil limin di kenî û carne di cemidî. Zarokê min di kêf û şaşîtîyê de di çûn û di hatin.Kêfa dil di ku gelo em bi kûderde diçin.Dema limin meyze dikirin dil geş di bû, lê çi çîye gelo,tefekurê serî rehet ne di hişt.Dibîstan ser milê girekî bi kûl bû. Gûnd li newal û çîye meyze dikir û gazin dikirin.Germ û sar şerê hevdû dikirin û qirçe qirçe hewa yê bû. Geh gazin û geh dil xweşî hevdû di birin û tanîn. Di wê dema tevlî hevdû rûken derdiketin bi qambilî came wesayîtê, zarok mîne zerzûllê jiber qesemê bi revin berbi mede di hatin û dev li ken bûn. Herîye serdore dibîstanê gazin dikirin û dixiste hawar û gazî û bandikir,ey bajovan newe bi ser minde. Bajovan dikete mitale lastîk û lewitandine wesayîtê û dil xweşî dida herî yê û mîne roj biçê ava di rawistîye.Èn amede çi hebú zindî nefes distandin û digotin ohhh…..!Derî di vebbûn û rûkekî bi ken û bejneke levhatî digot hûn bi xêr hatin. Dest ne di sekinîn û dibunê âlîkâr. Ew xwedê jê razî  (S)axe digot xwîn hevdû dikişînê û ev birazîne. Keçkâ sê salî  (H.Rojîn )di got ev kâlekî şêrîne mîne temenê xweyî derbasbuyî ku liser kâbe wî derbaskirîye xwe tavê ser milê zozanî, bi seda mirov di mane sekinî û li Eşqa birazî û apê kâl meyze dikirin. .Keçê ciwan û xaltî û metik mîne pêşmerge ku jibon rêz darê hêja re dikevin rêzê li benda xwîşke deştî bûn ku bêjin tu bixêr hatî xwîşke delal.Mamosteyê dil xem û li xerîbîyê ji xwere digot jibon min birakek hat. (H.H.A.).Ji zozanîye bêhtir xwe têşand û dibû âlîkâr. Ez mabúme şaş ji vê eşq û dilovantîyê, dema min li herdû mil û alîyê xwe meyzekir rêzgirtîyeke bâlkêş hebû, xort û kâl, ciwan û xwendevan tevde li benda destê Mamoste bûn ku bêjin hûn bi xêr û ser çava hatin….Wey bavo..Deşt ketibû dilê zozan de, çîyayê bilind di kenîn ji eşq û kêfê. Zozan himbêz dikir û dixiste nav sînge gewreyî. Dil û gelek beden dibune yek beden li Bişare Botan.Eynê bandikire Girdarê, di got xwezî bite…Şev ketibû bedene rojê, Roj melûl di ma li himberî Şevê. Mîne xêlî ku bûk û zavê bidin ber himbêze xwe û di herikîn. Gúme gûme dile bû, ji kêf û eşqê. Dema ku beden di giştî nêzî derî bi dev liken divebun…Werin û tevde werin,dilê min mîne mêrge Botan ferehe, ên bandikirin xanîyê dîrokî bûn. Ji eşq û kêfa yek qewmîtîye ne germê û sermayê xwe di girt. Mêvan rûniştin liser xalîyê koçerî û tim rêz û ihtiram hebû. Dile li hevdû pirsî û ser xêr bûn di xwestin jibon hevdû. Çave dert û. Keder bi hevdûre parve dikirin û digotin dare ku ba lê nexê tûneye li vê cîhanê malxeran.Kâlê rind  (H.A)dilxweşîye xwe dîyar û pêşkêş dikir,sîng û anîye wî, bi coş û ûmîtdar bû, serê bilind bu jibon ku xizmetkârê rêbaze netew bû, bê minet û bê Tirs pezin û wesfê bavê mezin dida ,mîne qeremanekî dîrokî. Mamoste dilxweş di bû û cesaret distîyand.Piştî ee wextê hêja sifre Botanî hate danîn di sînge oda qadîmde. Berî kâlê rind nedibû ku kesek nêzî xwarinê bibê û mîne mêvanperwerekî hêja di ku kerem bikin ey mêvanê ezîz û dilovan.Civak bi edebe Kurdewarî liser çokê xwe kerem dikirin ser sifrîyê û awil mezin û piştre piçûkmêvan û piçûk dest xwarinê dikirin.Berekete Berzan ketibû xwarinê û teşt vala nedibûn. Piştî wextekî her mirovê amede têr bûn û vekişîye cîyê xwe. Gotin xwadayê mezin û dilovan zêde bikê û tevde jibon hevdû digotin noşîcanbê. Piştî xwarinê çayê û fêkî û qahwe Botanî dihat,deqîqe bi deqîqe civak mezin dibû, kî dihat bi dil xweşî silav û rêzê xwe pêşkêş dikirin jibon mamostê Kurdewar û revî civakê. Bi dil xweşî kê dilovanî şev xilas dibû û ji hevdû xatir dihate xwestin.Hawa zozan û deştê gelekî ji hevdû cûda ye. Xewn û xeyal jî li zozan rengê xwe didin guhertin .Şevê li Bişare Botan gelekî bi heybet bûn. Dema me jî malbat û civakê xatir xwest,xwedê jê razî ku meçin û hûn mêvanê minin. Lê min zor spasîye wî kir û min ku bere dilê Mamoste nemînê, dema min wisa got ne xwest gotine min bişînê û gote hevjîne xweku nivîn û tiştek lazim bê bibe àlîkàr.Ku ser sera ez gorî, ev gotineke gelek li xweşîye min tê û jibon ku di wêjeye zimanê min de heye ez ser bilindim.Reş bu li girê Girdare û zozan. Çend xort bi le hatin bûne âlîkâr û ji dil û can.Dema zarokê Mamoste didanîn ser milê xwe jibon wa rûmeteke mezin jibon xwe di dîtin..Navbenda xanî û dibîstanê ne dûr bú. Lê tu kesî jibon pisgirêkê gûnd çareser bibin serê xwe neêşandibu ev jî gelek li zora min dihat.Serdore dibîstanê mîne avçilke geravê bû. Di wextekî kinde em gihiştin lojmane ku mamoste lê jîyan dikir.Mamoste (M.A.A.) gelek mutewazî û bê deng bû .Ew hebû ku neh (9)sal liwir di xebitî. Sê keçkê wî li Kûrdîstan ji dayîk bubun. Leyla, (jibon Leyla Hesen qasim) nav lê kiribû, min gelek qedir didayê, Xurbet,jibon xerîbîyê, Selda,ew jî jibon Selda Baxcan danî bû…Hevjîne wî bi êşa sînûzît ketibû, gelekî ezîyet di kişand.Em derbasî hindurú bûn. Mamoste bi dil û can çayê çêkir û Hevjîne wî fêkî anî. Em heta fecerê raneketin,zarok û dayîkê xwe raketin. Mamoste HA.A.ku min tiştê hatî serê te min his kir.Gotin ku me mamostekek dayî cem te,lê heyjê hebe, mirovekî terorrîste, dema tiştê nebaş kir me agahdar bike..Min ecêb ne dît jibon herkes Kurde terorrîst dibînê, lê li terorrîst bûne xwe meyze nakin..Jibon min di kêlekâ dibîstanê de yek ode hebû ew amede kiribûn, ma odê ti çi odê yî? Dîwar ji kevir û herîyê bûn. Bi seda qûl hebûn û derî ji textikê bêjingê bûn. ..Dema sobe di tefîye xanî di bû mîne qeşayê. Em jibon ku sobe ne tefê nahtor bûn. Xanî ên xwedê jê razî xaltîke Eyşê bû. Min her heyv hinek pere didayê, gelekî jime hiz dikir. ..Mamoste tim bi şik û goman bú. Di gelek tişte de heqê wî hebû. Hindik mabû ku pîsîwolojîye wî xerabibê. Min tim moral didayê. Em çend biryar sitandin ,hinek jibon ku hicûmê bi qirêj newin ser me û jibon ava kirin û xweşîye gûnd. Ava gûnd ji kânîye tanîn. Li dibîstanê av nebû û serdor gelekî xerabe bû.Rêçkâ gûnd bêje nebû, ji xwe zivîstanî ser biser dihate girtin ji befrê. Befr diket heta heyva Gûlanê berdewam dibû û rêçkâ gelek gunde bû.Bişare Botan her tişt hebû, lê dû tişt nebûn zanebûn û rehetî. Mamostê li serdorê di xebitîn tim dibin risk de bûn. Bi ser va.şert û mercê ne xweş û zorde leşker gelek zilm liwa dikir.Rojek ji roje leşker bi ser Gûndekî Dr girtîye, piştre diçin dibîstanê û fermandarê leşkerî dibêjê mamoste, dibê terorrîst têne vadere, dema ku hatin me agahdar bikin,Mamoste dibê ez bi tiştekî wisa ne agahdarim û kârê min mamostetî û perwerde bune. Dema Mamoste wisa di bêjê, fermandar bi qambilî zaroke bi simbêlê wî digrê û serê wî li textê nivîsandinê didê, zarok tevde di girîn. Mamoste ketibû depresyonê.Gelek mîne wisa pêk hatin û hebún, mîne vê aqîbeta xerab hate serê me jî. Em raketin û bi sibehê re em ji xew rabûn. Jine destê xwe vemalamdin û firaxê me birîn ode ku em lê jîyan bikin.Gelek keçê ciwan jî bûne âlîkâr û me jî kârê xwe kir.Zarok sed(100,) û tiştek bûn .Me.dû pol amede kirin yek jibon min û yek jibon mamoste M.A.A.re. Zarok hatin me dest bi merasimê kir û mamoste ez bi zaroke re dame nasandin.Min jî çend gotinê kûrt gotin û me zarok sitandin pole. …. Dewam dike..  

Nerîna min :