Min dit û nabêjim (Roman)

Silêman ÇakirEz gelek bi hêrz bum ,lê dîse min jibon malbata xwe deng dernexist.Ez xweş zanim ku ew nijadperestê  (M.E.K.B)gilîyê min kiribû ku jibon jî gundîye bi xwê .Ji xwe navê (M.)hêk xwest û lêdanvan belav bûbû. Min ev li gelek gûne dît û min rakir..Peyama min kâtîp nivîsand û xiste fermîtîyê û qayit kir..Min xatir xwest û ez derketim,lê min sûnd xwar ku ez tola xwe ji wî neofaşîstre ne hêlim û min wî şîyande nêzîkî sînorê Başur. ..Min brader agahdar kirin jibon xanîkî bi kirê …Di nêzîkde xanî dîtin û dest bi paqiş kirinê kirin..Gelek mesref çû lê liber çavê min nehat..Dayîkê zaroke bi halekî bû û Evîne me li bajarê Emê gozê hate Dinyayê. .Qubînê delal şêrîn bû, lê hinek ezîyeta wê hebû. Yek rêçk û çarşî, dû got firoş,dû eşîr,dû partî, dû qahwexane hebûn û dû tişt firoşvan bûn. .Dema ez çûm hinek bradera digotin bi reşkotîye re rabe û rune, hinekâ jê digotin na bi Mihacire re pêwendî dêne. ..Min ku na,tevde Kurd û Gelê meye. .Dû dibîstan hebûn û yek dibîstane bilind bû. .Em bi cîh bûn û min dest bi kârê xwe kir. .Pole çar yem dane min û zarok gelek delal bún. Dema me hevdû nas kir ew jî kêf xweş bûn. .Em ketin heyva biharê a yekem,ez li.dibîstanê bûm, fêr xilas bû em derketin ku em biçin malê. Çûme firinê ku çend nane bistînim ez leqa yî hevalekî xweyî ku me bi hevre dibîstan di xwend bûm. . (M.E.).Ew gelek sal derbas bûbû ku me hevdû winda kiribû. .Em herdû jî kêf xweş bûn. Min wî Dawetî malê kir ku na,apê min livire ez mêvanê wa me. Nîyeta min ku ez derbasî Ewropa bibim,ku ez Bim tu jî were. Min ku na ez welat na berdin. .Gote min ku tè gelek zahmetîye bikşînê ,min ku bere lê ez naçim ji welatê xwe,ku keko wê me tevde bi kûjin, min ku xêre? Ma aqil jibon çîye?Tu tiştna zanê tu nabê jê. Ku raste, lê bi bûre, birazîyê te Cemîl qetil bû, kurxalê te Ebdurrehman jî berî bi çend roja di hewşa xanîyê wa de bi keleşnîkofe qetil kirin,lite jî digerin…Dema wisa got ez mame sekinî û hiş û sewdan di serê minde nema….Dema wisa got,min di dilê xwede ku ey felek tu çiqas rûreşî..Me xatir ji hevdû xwest û ez çûme malê, dema ez Ketim hindurî hevjîne min ku çime moralê te xerabeye? Min kû tiştek tûneye. Bawer nekir lê pirse xwe jî dú bare nekir..Sifrîye xwarinê danî û me şîv xwar û ez derketim derve, kê ez dîtim ku çime tu bê mâdî? Ez hinek ser xwe gerîyem ı hatim malê. Lê pirsek min tim ji xwe di pirsî ew jî ev bû. Hevjîne min xwîşke rehmetîyê Ebdurrehman Aslan bû. Min ew xebere ne xêrê jêre bi gotibane gelek zor bû. Min bi serê xwe biryarek dayî, a qenç ez bêjim ev heye salek tu neçuye cem malbatê me,kâ were heftîyekê biçe û hunê hinekî bêhna xwe jî berdin û belkî tu jibon me hinek tiştna jî bênê. .Ku ma xêre ev fikir ji kûder hate bîra te?Min kû ji zûde ez tefekûr dibum. .Qabûl kir û min jî rêberê dibîstanê destûre xwe jibon rojekê xwest û min wê bir heta bi Êlîh û min wê şîyand Nisêbîn’e wêran. ..Ez vegerîyem û hatim bajarê Qubînê. .MALBATA XALÊ MAHMUD ASLAN..Malbateke welat parêz û fedekâr. Tim hiz kirine însan û dilovan.xwedî pênç (5) keç û şeş lawik (6)..Tim bi kâr û hâlê xwe di lebikîn. Her nas û mirovê wayî hebûn tim bi qedrekî bilin qîmet didane nasê xwe. Lê tiştekî bâlkêşe ku nas û serdora wa tim hîle liwa dikirin. .Nas û ahlê wa ew malbata pîroz xistin qurbane keçekê.Serdorê şerê hevdû di kir ,suçdar ew didane nasandin. Ew bi xwe , ( M.A.)bê sebeb bî sale kete zîndanê. .Yek mirov û ahlê wî yek car serî lê ne dan. .Dema ew di zîndanê de lawê wî qetil bu û ji fesadîye nas û mirovè wî. .Di dû salede sê  (3)lawê vê malbata welat parêz jîyane xwe ji dest dan.Dayîk bi tenê barekî giran kete ser pişta wê, heroj xêrnexwaze ev Malbat tehdît û aciz dikirin..Ji xanîyê xwe heta bi heywanê xwe firoştin û xwe liser pîye hiştin..Piştî wextekî dîtir dû lawê vê malbatê ji tehdît û zexte penaberbûn. Piştî çend salê ku derbas bûn, lawekî wa dîtir (F.A.)winda bû, lawê ku li jîyanê mane sisê  (3)dem hat yek penaberî dervî welat bû. Bavo ji alîyê dadgehê ve bê suç dîyar bû û hate berdan,lê nexweş ket ji dert û kedere. Çend sale piştre çû ser dilovanîye xwe..Milk û malê wa hate gasp kirin û gelek care tehdît bûn. Piştî ku bav û dayîk jîyane xwe ji dest dan, îro nevîyê wa jîyane xwe berdewam dikin ,lê tim bi hasret û bi kulin. ..Dema mirov li xerîbîyê bê û birayê yekî qetil bibê gelek zore, piştî çend heftîye hevjîne min vegerîye. .Gelek xemgîn û dil birîndar bu. Min moral dayêde.Em ketibûne Rewşeke xemgîn û sê qolî. Kûştin û tehdît, pisgirêke leşkerîyè û Tirse girtin û zîndan kirinê. Roj bi Roj hizûr xera dibû. Xanîyê em têde ne li cîyê baş bû.Çend hevalê min hebûn, lê yek jê bi şik û şuphelî bû. Gelekî eraq di vexwar,min serî li çend fikrê mamostê hevalê xwe da.Mamoste Îsmet,Îbrahîm,Remezan,Behçet, mîne va çendekî dîtir hebûn. .Min yek bi yek fikre wa sitand.Mamoste Îsmet ku braderek li leqa leşkerî di xebitê biçe cem wî bere leşkerîye te paş bixê. Xanîyê xwe bi gûhert, gelek bi şev dernekeve derve..Min wisa kir û em ketin xanîyekî dîtir. .Wext di meşî û em ketin wextê Biharê. Min perwerdetîye Fen pêk tanî. Ders liser tehlûkê kârabayê bû. Di wê kêlîyêde baraneke gelek xûrt û zêde barî. Cîranekî meyî dibîstanê dewar bi xwedî dikirin.piştî ku baran sekinî, roj derket,cîran jî dewarê xwe derxistin derve. Di rêçkâ wî de dîrekê ceyranê hebû, hesin bû. Ji dewarê wî ga ye kî xwest ku sukre xwe bi Dîrek ve bi xwerînê, dema xwe bi dîrek vekir ceyranê temas kir û hate şewitandin û mîr. ..Orîneke mezin ji ga hat û liwir ket û mir, xwedî mayî şaş,di wê demê de, mîne neha û ji minasebeta 12 îlon û 1980 ‘de qayum şaredar derw sitan di bûn, li şaradare Qubînê Qaymeqam meyze dikir…Min fêr rawistîyand û pênuse xwe derxist û sê  (3)Pirseyar (pirs) li kâxezekê nivîst û min dayî sê şagirtîyê xwe,Tahîr, Gûlcan Olcan,Yilmaz Ortaç û min ku biçin cem qaymeqam (şaredar) va pirse jê bi pirsin û Bersiva wa bi nivîsin.Me û ji minre bînin..Pirsê ku min nivîst bûn aynen halo bûn.1-Ji minasebeta elektrîke xerab gayê mirovekî mir,çêdibû ku ji dêla ga de însan bûne?2-Mîne vê tehlûkê li bajêr mimkine hêjî hebin,hunê çi tedbîre bistînin.?3-Maxdurîyeta vî şexsî wê çawa çareserî bibê û hunê çi çareserîyê bînin?Min xiste desta wade û çûne cem qaymeqam.Nahtorê ber derî wa dibê cem şaredar,wa di rúnenin û dibê hûn şagirtîyê kûjan mamostene, bersiv didin û ew jî navê min licem xwe di nivîsênê û Bersiva wa didê lê tevlî hevdû. .Piştî wextekî zarok hatin û tiştê ku kiribûn jiminre gotin..Piştî wextekî kin de Mamoste Behçet bankire min,ku qaymeqam gelek aciz bûye, lê min jêre got ku msmoste ne bi nîyeteke xerab ev tişt kirîye, armaca wî ku zarok çav bel bibin,ku wî jî qabûl kir û bankirine xwedîyê ga perenin danê de.Sîsteme leşkerî gelek zordarî û zilm li Gel dikir.Buha bûn roj bi Roj zêde dibû. Di zîndanede ser hildan dest pê dibû. Eşkence û qetil kirin bi Rojana bû. Generalle navê kuçikê xwe xistibûn CO….Girtî yê zîndanê dema îteat ji ware nekiribane CO di berdan ser Bedena we.Roj bi Roj dengê zîndanê digişte derve,bav û dayîk û malbat tim di ketin meraq û kederade. Generalle çareserî di destureke nûde dîtin û ligor xwe û jibon xwe Destûr amede kirin û çûne refetandomê. Bi zor sextekârîyê Destûr bi Gel re dane qabûl kirin.Ên ku dengê xwe ne didan wa tespit dikirin û di girtin û ceze didane wa.Dema ez jibon ku dengê xwe bidim ez çûme ser sendoqê nahtorekî digote hevalê xwe di ku ev qominîst raye xwe nadê me û min neda jî. ..Hilbijartin xilas bû û ew bi ser ketin. .Piştî çend roje ,şevekê ez li malê bûm, min dît nahtorek hat li derîyê me xist.Min derî vekir û min ku kerem bike, ku welatî kî te hatîye dibê di xwazim ez wî bibînim..Dadgeha mezin di derheqê minde biryare girtinê dabû. ..Min cîranekî xwe bi xwere bir û em çûn.Moralê min gelek xerabe bu. Gelek bi hêrz û bi şik û goman bûm. Min cîranê xwe sitande cem xwe ú em derketin çûne çayxanê. Dema mirovê di xwest min bibînê runiştî bû. Min ew nas kir û tijbahande kûr xaltî kê wî  (mixaletî).Wî ez nasnekirim.Dema ez rûniştim mamostekî hevalê me ez pê dame nasandin,ew jî, ji nezantî ye wî bû. Piştre ew jî poşman bu û fahm kir ku şaşîtî kirîye û ûzre xwe jimin xwest.Min ku kerem bike, kek..Wê limin pirsî ye ku raste,jibon ku hûn welatîyê Mixaletî yê minin ,min xwest ez we bibînim..De were vî kerî di vî borîde derbas ke. ..Min li çavê wî meyzekir ,min fahm kir ku di xwazê ên ku gilîyê wî bikin gelo ezim..Merema xwe bi cîh kir..Min deng dernexist û mi xatir xwest û ez hatim malê. .Min ku sedî sed dema dibîstan bêne girtin, Wè min bigrin…Ligor wê têdbîre xwe min dtand. .. Berdewam dike  

Nerîna min :