Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman ÇakirBakûrê  welat ser biser rengê KAWA û Agirê wì ku di gave Dîrokê de yekem avêtî geş dikir..Germe bavê netew cesaretekî mezin di Gelê Bakur..Gotin yek derketî ye holê di rabê û di rûnê dibê zor û tiving..Çiqas wext derbas dibê Kûrd dibin parçe û hicumî hevdû dikin..Ev jiminre bu xemeke mezin û dert û kûl.Texrîben 47-50 grup û rêxistin derketibun.Jibon gengejî rawistê grubek diçê zanengehê bi şev sloganê Kawa liser dîware bi boyaxa sor di nivîsê. Dema em çûne zanengehê çend grup gelek bi hêrz bûn. Ên ku Rus di parastin..Ez rehmetîyêKemal Goçer em ketin hewşa zanengehê û em meşîn ku em biçin polê Çarlo û çend hevalê xwe liber derî sekinî bûn, dema ku di derencede meşîn dest avête destê min,ew zan dikir ku boyax liser destê minde heye..Ez kenîm, ku tu çime tu di kenê. Min ku ez bi halê te dikenîm, asayîş jî mîne te nakê û rawistin hunê poşman bibin,gurzê KAWA girane, dema li serê we bikevê wê hâlê we jî ên Dehak xeraptir bibê, dema min wisa got ku hûn bê minetin. .Min ku başe,nêzîk û ne dereng hunê bibînin ku dew birayê mastê. .Em meşîn û endamé meyî ku hebún me wa derxist derve û ser pîye me civînek lir û çend biryar me sitandin, endamê tev me bi rê kirin mala wa. Wek qomite heremî em li hevdû civîn û roja dîtir bi qûweteke mezin em ketin dibîstanê û me rêbertîye dibîstanê liser prowaqasyone ku bibê me hişyar kir,jibon ku mamosteyekî hevalê wa ev lîstik di lîîst. Em ketin pole, li polekê bi ser endamekî mede diçin,me brader tevde agahdar kirin û em derketin salone me ku hûn berpirsyarê wa li kûder bigrin wî têxin astengîyê. Ez û çend brader li taxe jêr bûn, min meyzekir Çarlo û yekî dîtir tên,me bankiryê xwest bi revê biraderekî wî girt û biser de çû kir birbir û meydan li nav hevdû ket,êdî çareserî jibon wa nema xwe dibin masade veşartin ,me ne xwest kesek zerar bibînê, lê fahm kirin ku gurzê Kawa çiqas girane,rêbertîyê asayiş û leşker agahdar kir,bi hezare leşker hatin.Berî ku leşker werê me endamê xwe bi rê kirin derve,lê rehmetîyê Kemal Goçer û braderek bi şaşîtî bi alîyê sînorê Rojava de çûn, pêşîye wa mayî û bomba bûn. Leşker wa girtin û birîn, şev û rojekê dibin çavde man û wa berdan ,lê gelek eşkence liwa kirin,ev çareserîyê ku pêk di hatin bi piştgirîyê wekîlê wê demê pêk dihat,rêbervertîye zanengehê heftîyekê zanengeh girt û herkes belav bû. .. Wext hat û zanengeh vebû. Dawîye biharè, çend hefte mane ku xilas bibê. Emê jibon ku dest bi mamostetîyê bikin,serî li wezîrgehe kûltir û perwerde bunê bikin,wext hat me belgê xwe amede kirin û serì lê da.Êvarî piştî şîvê hevale ku kâ em derkevin derve hinekî runin û bêhna xwe berdin,me ku başe,em li bajarê Mêrdîn,ê li meydane Cumhurrîyetê rûniştin, piştî wextekî kin de asayîş hat dora me girt û nasname pirsîn.Min ji xwere ku vêce ev çîye, tiştin di zîvirin lê gelo çîye? Tu nabê wezìrê Komare serkêş name daye gotîye divabê gûhertin pêk werê û wextê gûhertine serokâtîye Tirkye hat.Dema asayîşê dora me girt xortek rabû û revî, çend polis dane pişt wî negirtin, tinabê li cem wî çek heye, dema xwe ser dîwarde tavêjê çekâ wî dikevê, karmend di rajîyê dixê berxwede. Hatin em dane hevdû û birîn qeleqolê, dest bi îfade me kirin,dor hate min,karmend mirovekî extîyar bú, gote min ku ewê ku revîye kî bû? Min kû bawer bike nizanim û nasnakim,ez zanengeha mamostetîyê di xwênim û min xilas kir,piştî çend heyva ezê dest bi kârê xwe bikim,ez jibon xwendinê li virim, a dûyem di malbata minde ên di xwênê yekem ezim,ku na,tu ne rast dibêjê.Dema wisa got ez gelek aciz búm, min ku ez kârim jite pirsekê bikim,ku bi pirs,min ku kâ tu bi hêle ku teyrok bibarê, dema min wisa got inirî û sîlekek li minde,min ku tu jibon çi limin didê? Ku ma ez Rebbim bi hêlim ku teyrok werê? Min kû madem wisa ez jî ne sîhîrbazim ku mirevê ez nasnakim û navê wî jitere bêjim…Dema min wisa got ,ku tu jî kûderêyî? Min navnîşane xwe û kurt jîyane jêre got,min dît dibê tu gelek bi aqillî, min ku na,ku çime?Min gotîyê eger ez bi aqilbane ezî ne livir bim û te ev zilm limin nedikir,dema min wisa got pêşnîyarek anî. Gote min ku kâ ez jite ûzre xwe bi xwazim û biçe,min ku na,piştî çend heyvî dîtir ezê bibim Mamoste û tim bêjim zaroke bê ji va karmendê mîne te hiz nekin…Ku na wisa nebêje. Min ku ezê bêjim,lê bi şertekî eger tu sûnd bi xwê ku carek din tu li kesî nexê, ku temam,soz didim û sûnd di xwim,ez hew li kesekî dîtir dixim. …Ez berdam û em tevde berdan em hatin malê. …Piştî heftîyek dewra me xilas bû, me xatir ji hevdû xwest û em çûne mala xwe.Ez gihiştim bajarê dîrokî mala Nesibe û dergahê Selmanî Kurdî û Zeynelabbiddînê oldar..Selmanî hêja û destbirakê Hz.Mûhammed,ketkarê zanengeha yekem li Nisêbîn’e wêran.Ku ev heye hivdeh care ku wêran dibê. ..Min ji bradera re got vaye ez diçime  gûnd, gotin başe, min xwe amede kir ez çûme gûnd, piştî çend roje yekî gûndî ji bajêr hatibû, min jî jê pirsî, li bajêr çi.deng û bahs hebûn, ku wey ma tu ne agahdarî, min ku çibû ye? Ku wele evê dibêjin heme zor û tiving biser komele wede girtine û mîne talîme leşkerî bi endamê we kirine,kemîn li cem pire mezin di pêşîye endamê wede danîne û tu endamê we bi giranî birîndarin û birine nexweşxane Amed…Dema wisa got ez jî hişê xwe derketim,şev bu, min bankire gûndîye û xorte me xwe amede kir û em hatin bajêr,em hatin komelê ku wey bavo mîne roje heşerê ye. …Braderê ku bi giranî birîndar bûbun, yek jê ji Dêrsim bû  (E.K)ên dîtir jî eşîreke torê bû  (G.^;-Z)….Wer hasil qasid hat ku gelek xwîn jibon wa lazim bu,rêxistinê endamê xwe mîne seferbelikê xiste hêz kirin û rewşa wa başe…Gotinek heye,dibêjin,ZÊR ZANÊ; ZOR ZANÊ; DEVÊ TIVINGE MOR ZANÊ. ..Lê vayê ku zor û rol parastin,ne çepê wa çep derketin û ne rastê wa rast derketin,serê awil berê tivinge xwe xistin sînge Kurde û ji Kurdîstaneke ser bi xwe hatin qantondemoqratîzyonê …Rêxistine KAWA tucar şerê bratî ne dikir û ne digot qesase qesas. ..Lê biryarek sitand,ku her dezgehê me xwe di cîyê xwede bi parêzin û ên ku ev qatlîam û prowaqatortî kirîye divabê sax û Zîndî bê girtin..Qomite ava kir û gav bi gav qatîl şopand,piştî çend roje hate girtin û bê çek kir,piştre qomite PDK-B a heremî rica kir aşîtî pêk hat û tiştê wayî ku hatibûn bindestî dane wa…Édî min Destûr ji malbatê xwest û em mîne malê hatin bajêr, agahdarî hat ku wê Ferît UZUN li Siwêrekê qonferansekê bidê û çiqas rêxistin û hêz hene ên li welatê di bav sînorde wê qomiteke wa jî beşdar bibin..Bi dil û can xebat bu û bi çend wesayîtê weke herem bêşdarî pêk hat,lê rojev gelek germ û bi herarete, Kurd û hiz ecêb şerê hevdû dikin,rojnamenin jê îxbarê dikin, di şerê dû hizbade li bajarê Nesîbe texrîben 50-70 xortê Kûrd qetil bûn. ..Em gihiştin bajarê BIHAMED DIRÊJ. .Gelekî bêşdarî hebû qonferans dest pê bû, çend seatte berdewam bû, piştre bêhnberdan dest pê bû, di wê kêlîyê de rehmetîyê Ferît Uzun û braderekî dîtir xwestin min bibînin,bankire min û ez Ketim navbenda herdûye, me hersêke jî cixare di kişand, Ferît cixare da me,gote min ku ez te pîroz dikim,dengê xebata te xweş tê gûhê min,min ku ev kârê me ye, ku raste her bijî, êdî min gote kek Ferît,ez hinekî ji şerê dinav hêzê Kûrda de bi şik û şuphe me, Kurd zerarê didin hevdû, ne raste,divabê çareserî werê û ev rawistê, dema min wisa got,ku tu gelek rast dibêjê, ji xwe wek tu jî agahdarî çend endamê me Nedim Saq û Harun,Sadun û bav û nasê wî qetil kirin…Lê ne dur û nêzîk emê li dervî Bakûr civîneke berbifereh û qongre pêk bînin û emê biryarê nú bistînîn û wê rêxistin xwe partî îlon bikê. .Di wê demê de emê pêşîye va tişte jî bigrin,qonferans dest pê bû û çend seatte berdewam kir û dawîye wê hat,me xatir ji hevdû xwest û vegerîyen,di malxerane heyva semawerzê de Ferît Uzun û çend endamê rêxistinê, êvarî xwe amede dikin ku biçin zîyareta nase, keçkâ wî YEKBÛN jî li ber sînga wîye, dema ku wê li wesayîtê siwar bibê di çend noqta de çepraz wî didine ber gule  (fîşeke )….Evê ku digotin zor û rol,Ferît Uzun şehît ket,dema ev deng û bahs belav bu,ava çem sekinî,bilbilê welat ketin xemê, dayîke û keçê Kûrd reş girêdan, dayîke zarokê ku nû çêbûn navê wa danîn Ferît, lê tekoşerekîemezin û kurdekî netew kete sînge axe sar û cemidî û yek bûn kete hezna Dîrokî de. …BERDEWAME MERASİME FERÎT PÊK HAT…..Wext bêbext bû û heyva semawerzê rú reş bûbû. Gelê Kûrd xemgîn û dil bi kûl bû. Mîne jîyan bi sekinî dem sar bû Bakur tekoşerekî hêja winda kiribû. Hewrê reş girtibu ser sînga welat û di hişt nefes bistînê. Xebereke ne xêrê li serdorê bela di bû, neyar û pîyonê wa dilxweş bûbun, lê di tirseke mezin de bûn. Jibon ku xwe bê gúneh bidin naskirin teqtîk didane gûhertin û belav dikirin bi rûreştîye xwe.Digotin qatîlê Ferît UZUN eşîrê serdorê ne.Malbata Bucaqe û eşîre wa ku em hewqas ne ne zanin ku em kurdekî mîne Ferît UZUN qetil bikin,jibon ku em vê şaşîtîyê bikin tu sebebê me tûnene, em hûrmet digrin ji Ferît uzun û nasê wî re, xeta reş mayî şaş.Piştre xwedî zor gotin me tola Ferît hiland ev jî wir derket…Li siwêrek û serdora wê şerekî tevlî hevdû dest pê kirin ,piştî qetilkirine Ferît.Ew kelemê ber çavê wa bû, çiqas liber xwe di xistin Ferît lîstikê wa xeradikir,jibon ku kârê xweyî bi qirêj pêk bînin,bi xeta reş re tifaq pêk anîn û Fêrît Uzun qetil kirin…Piştî qetil bûne Ferît welat bu wêran.Bi hezare Kûrd qetil bûn, dibêjin ahnê vî destî ji destê dîtir re namînê, li Ewropa mirovek derket ku Ferît uzun xwedîyê zore rolê qetil kir û li himberî dû tir çek…Dil sarbun, jîyan xemdar bû, dema şehît kirine Ferît li welat belav bu,gelek mirov ketin qirîzê û xwe winda kirin.Rêxistine Kawa seferberlik îlan kir jibon beşdar bûne merasime Ferît uzun re..Dema termê Ferît rakirin,ji însanê rúkê axê winda bûbû. Hinek dî girîn,hineke lanet li neyar tanî, hineke di lîlîyandin. Xeta reş hebitî ku wey me çikir…?Xwestin di dema merasimê de jî lîstikne bikin lê cesaret ne kirin…Gel bi hêrz û bi kîn bû, lê jibon ihtirame Ferît sebir di kişand. ..Merasim dibin himbêza bîst hezare xilas bû, Qomite zor spasîye beşdarvane kir û Gel belav bû.Ser mezelê  (qebrê)Ferît bi roja ne û bi şev û roj yek rêzî û Nobet hate girtin…Piştî qetil kirin û şehîd bûne Ferît çend civîn pêk hatin lê rêxistin kete Rewşeke xerab de.Li rêxistinê operasyon pêk hatin,jibon ku çete ketibûne sînga rêxistine Kawa de.Hêz bu çend parçe, min umudê xwe qût kirin,ez hatim bajarê Nesîbe û min biryareke nû da. .Teoriye liser sê Dinê ketibû rojevê, lê dema ku Ferît ne saxbu Her tişt bu tirşike bê reng.Min xwe û malbat amede kir ez çûme gûndê xwe. Ji xeynî tiştê mûhîm min dest bi xwendinê kir..Rewş gelek xerab bû, Heroj çend xortê Kûrd qetil dibun,neyar jî kêf dikir…Wextekî bi kûl û dert û bi qirêj bu.Dibêjim bi qirêj jibon ku neyar ser navê xeta reş de ketibû nav Kurde de û Kûrd di berdane hevdú. Mîne ku neçîrvanek bi tîrêke dû xezale bi kûjê. Jibon zemin û bingeheke nû xwe amede dikir û Kûrd di berdane hevdû. Parestinê role zorê hicûm di berdane rêxistinê Kûrd tevde,eşîrê heremê û Bakûr her yekî bi quwetekê re hatibûne girêdan.Di şerê bira ku jî de gelek xortê Kûrd qetil bûn. Rojnamê metropolê tim Kûrd îxbar dikirin,çendek ne têde.Min rewşa bajêr meraq kir û hinek tişt lazim bûn. Min xwe amede kir û ez hatim bajêr, çend bradera ku me bêrîye te kirîye, em di xwazin tu îşev li cem me mêvan bimînê, min ku başe,ber esrîkî bû. Em li çayxanekê rûniştin me ku emê çayê vê xwîn, braderek hat cem min,ku Destûr heye çend deqîqê te bistînim, min ku fermo, ku ma brazî yê teyî Mamoste hene,min ku erê, ku navê wî? Min kû Cemîl Çaqir, ku bere serê te saxbê li newale Bûnisra hatîye kûştin, termê wî li nexweşxane cem derîyê suryeye, em rabûn çûn û me pirsî rast bû. Bere ev xal bimînê jibon pirtûke piştî vê kû min nivîst ,ezê ber firehî vekim..Édî belgê fermî temam kirin û me termê wî bir veşart, cîyê wa tevde behişt bê. ….Dema ku me mazluvanê jibon sersaxîye qebûl kir,herkesî cesaret ne dikir ku werin sersaxîyê, ji xwe sebeb heye û çend alîye. .Bi ser wa kûl û derda de hevalekî wî şaşîtîyeke mezin kir  (x.r)…Édî sersaxîtiye mevane xilas bû. Ez vegerîye me gûnd. Gotin jibon wê minasebeta ku kûştin pêk hatîye,xalê min Mahmud Aslan,kirîvê min Hiseyîn Adıgüzel û M.salîh Demir hatine girtin..Ev tiştekî gelek bê edalet û zilmeke mezin bû. Dadgeha Mêrdînê jibon dsrvekirin (îdam) di xwest û bê sebeb…Roj 12/09/1980 yê em li gûndin û ser bane radikevin..Bavo hat ku rabe xerabû û tevlî hevdû bû. Min ku çî bu,ku leşker dest liser rejimê danî û meclîs fesq kirin û dest bi girtinê kirin..Oda min ji pirtûke dagirtî bu,rojname, belavok,nivîs û gelek qeset û gelek tişt, min bankir çend xorte û me wa tevde xiste çiwale û me bir nav bexçe xistin bin axê, lê jibon xera nebin me naylon jî girte ser wa û em hatin gûnd, wê demê de, min nû dest bi kârê mamosteyîyê li Sêrt /Qubîn/li gûndê Gedûkê kiribû bir ..Ez xweş zanim ku leşker wê biser gûnd de bigrê û dema ku min zemt bikê rast û rast wê bişînê zîndane Amedê. .Dema me mitîng pêk anî jibon ku ez newin girtin ez çûme bajarê Antalye,navçe ye elmali, sê heyva ez liwir mahkum mam..Xortê mala Elî yê Yunis hatin cem min..Tiştê hatibû serê wa digotin û xilas nedibû. .Min bankire xortê gûnd, min ku çî heye licem we, ên ku bibin suç wa imha bikin û ên bi xwazê bere biçin durî herêmê lê divabê em zanibin, xorte ku na,min ku başe, lê mihtemelen îro berbi sibehê de biser mede bigrin û wisa bû, me xwe amede kir û em derketin çîyê, em ne girtin çend fîşek berdane me lê reş bu û li tu kesî îsabet nebû. .Piştî roj di hilê mirovekî Feqîr ji gûndê cîran derdikevê ku biçê gûndê xwe Nebillê, haya wî jî leşker tûneye, leşker jî kemîn danîne, dema leşker wî di bînê bandikinê dibê liwir bi selin, nasnama wî jî ne li sere û di revê, leşker wî didê ber fîşeke ı îlan kirin ku me terorrîstek me kûşt. .Wî dixin mahne û gûnd didin ber hevdû.Dewam dike.. 

Balkêş e ?
Close
Back to top button