
Silêman Çakir
Mîne ewrekî reş bigrê ser rojê û jîyan taristan bibê. Moral bi Gel re ne mabû û bê çareserîtî yê jîyan êsîr kirî bû. Gelê Kurd ev heq nekiribe ,lê feleke malwêran role xwe bi qirêj di lîyîst.
..Xeta reş hoqe hoqe wè bu û ciwane jîyan ji dest didan.Dema reşayî dikete ser rûkê axe mezra Botan nale nale zayî yê bû. Kelepçe li devê bilbil û Teyrê baz ketibû û hore hore rovî yê xapok bûn.
..Dil limin di zîndan û jîyan limin îstan dikir,ne hawar û ne hêvî hebûn. Ey Xwada ev çawa edalet û wîjdane ,banga mirî û Zîndî ye diket nav hevdû. Ev fermane çend gelo liser vê axke pîroz sed barê dibê. Melkemot ne di rawiste tim jibon Kûrd bû gelo, dil digot na.Ev zilma zordarîyê û lîstike Dîrokîye. Roj ne di xwest derkevê ji fedîbûn û rureştîye Dîroke wîjdan nenas.
..Li çar mile û li çar wexta hawar û ferman bi yek qedereke rú reş bûn. Xwîn û ax dikete nav hevdû bi dil xemgîntîyeke ku newê jibîr kirin û ev fermane rûreş liser sînga bûke herêma Mezra Botan Nisêbîn’e wêran bû. Bav dikir hawar lê hawar nebû, dayîke bandikir lê guh kerbun, zaroke dikir nale nal lê bê fêde bû, feleke rûreş di ku ev cezayê te ye ey axke pîroz. ….
Gel hewqas ketibû astengîyê hew zanî bû çi helwestê dênê. Li milekî bîr û li milekî tîr hebû.
..Yek derdiket holê û jibon mirovekî dilsoz payamek bi nivîskî wek pisule jêre bi rê dikir.Digot tu heta hevqas seatte neçê ji vî warî kefenê xwe amede bike.Wezîre û Kurde fikir û remanê xwe tênê ser ziman.Jibon xebata xweyî sîyasî wê biçê bajarekî bi Gel re bi peyivê, yek anjî hinek wî şopandîye û haye wî jî bayê felekê tûneye, wê bên û wî bidin ber fîşeke.
..Ên li meydanê bi hezare ne û ji xwe kîye û kê kir nabê meşkîlîyet.Li gundê xwe jîman dikin, zerar û zîyan nedane tu kesî, şev nîvê Şevê di xewke xwedene, yek û derb dibê gûme gûme bazk û keleşe.
..Zarok,extîyar ,kor,ker û seqet hene, gûndî jibon ku xwe bi parêzin bersiv didin.Roja dîtir li serdorê leqebek bi gund û gûndîyê dikin…
Nezantî tim bargiranîye, xwe nenasî mîne zordestîye hove. Yek qewm û yek Millet lê çawa hevdû di xwê mirov şaş dimînê. Xwedî eşîr û dibê ez axê warê xwe me ,lê war û Gelê xwe wêran û xilas dikê. Yek şexis tê û dîyareke ne hêja didîyê û tê xapandin û forse xwe li Gelê xwe dikê.
..Dibêjê tivinge min merqe Londroye û jibon ku meşhûr bikê liser Gelê xwe tecrrûbe dikê, gumdîyê xwe dikê rêz û bi yek gulê wa qetil dikê.
..Bindestîye war û Gelê xwe nabînê, jibon bibê xûlamê xelkê reh tavêjê. Jibon xwe nabê serkêş û peznê xwe bi xelkê didê. Dibê leşkerê xelkê û mirovê ji xwîne xwe qetil dikê.
..Jibon herkesî afukare, lê jibon şaşîtîye brayê xwe zalime. Kûltir û çandî xwe na parêzê liser xelkê destane di nivîsê, zimanê xwe berdidê û ji zimanê xelkê re xizmetkare û dibê ez şoreşgerim. Dîroke xwe nizanê û liser Dîroke xelkê xwe Dîrok van didê nasandin, ev çawa aqil û şexsîyete gelo.
..Derketin nav Gel û xwe wek şoreşgera dane nasandin û doza Gelê xwe bi zimanê xelkê dibêjê û nîqaş dikê. Kesekî ne ser wî, ne ser Gel û doza wî tiştek ne nivîsandî ye bi seda ser xelkê pirtûk di nivîsê û nivîsandî ye, ev nexweşîyeke gelek xerab û war wêranîye.
..Gelo jibon ku bindeste aqil kême û fêhm kore?Di gava Dîrokê de a yekemde gelek xizmet kirîye û piştre bûye xûlamê neyarê xwe, heye gelo li Cîhan mîneke dîtir?Bi sale berxwe didê û bedelê herî mezin didê û piştre di kevê dàwâ xelkê de….
..Ev nabê û divabê çareserî jêre werê, dema çareser nebê, wê tofane xilaskirine Gel’î tî bê û ser bi ser wê ji Dîrokê rabê. ..
Demekê bajar piçûk û gund di halê xweyî zayî de bûn. Dema di êvar her malbatê li gunde piştî şîvê bi gelek bûn li oda gûnd di civîyen. Jibon hevdû çîrok û serpê hatî di gotin.Di nav xwede lîstikê gelerî di lîyistin.
..Hozanê Heremî hebûn û ji civakê re stranê Kurdî digotin,ev heta wextekî dereng berdewam dibû.
..Dema şer û pevçûn dest pê bû, denge xerabu û aborîye mezin bi ser welat û Gel de girt û mîne êsîre, Kurd hebitîn. Xeta reş roleke mezin lîyist û Kurd berdane hevdû. Bi taybetî li Bakur bûne gelek parçe.
..Dem hat wêrantî ser bi ser dest pê bû. Beg,axê, şêx,zanist,xwendevan,Mele,malbat berbatbu û war terk kirin li Cîhan belav bûn. Aborî kete ber delavê mirinê, şêwir nema hûrmet xilas bû. Ev çime û kê kir û fêde wê /wa çi çêbû.
..Divabê Gel û Dîrok li.xwe vegerê, jibon ku heqîqet cîyê xwe bigrê. Ev şerê xerab tim xerabî dayî Gel û welat. Ziman û çand di Rewşeke xerab de derbas dibê û jibon çareserî ti gavê Dîrokî nayên avêtin.Dema ev wisa biçê hâl xerabe. ..
Mirovê xwe nasnekê bi tiştê piçûk di lebikê. Dema ku bindest bê wêranî tim heye.Li war û bavê kàle mirov nikarê bêjê jîyaneke aramî heye.
..Ev heye 723 sal ku tiştê wahşîvane pêk nehat nema,lê gelo dema mirov lîkolînekê bikê, wê bê fahm kirin ku jê derseke Dîrokî derketîye. Bawerî gelek nayê.
..Wisa bûye kî mirov her tiştê însanî jibîr kirîye. Temenekî ser bi ser teşqele hatîye serê wî u hênjî bi tiştê ne hêja meşkûl dibê. Gelo çime? Şexsîyet zeyife an jî mêjû piçûke.
Derdikevê meydanê di xwazê tiştne baş bikê, wisa dikê ku mirov ji xwe fêhêd dikê. Mirin heta tu bêjê bese pêk hat ,lê dîse nayê gûhertin. Gund xerabûn, bajar wêran bûn û dibînê, dîse rastî yê înkâr dikê. Dema ku mesele dibê bêjewendîyê şexsî, mîne serxoşe ye û dîse bi ser nakevê. .
Dema Bihar dihat,az, mirov,ezman, av,stèrk, heyv, Roj diketine rewşeke dîtirde. Lê tiştê bàlkêş zerare herî mezin xwedîyê war didê war.
..Ew bê dengî dibê dengê hawar u fîgane, îsyan u dîlan mine Du milê bedenekê dem dema li cem hevdû, dem dema ji hevdû cuda xwe didine naskirin.
..Lê axke pîroz dikelê u di fúrê jiber zilmê. Zordar zane çi kirîye u çi dikê, lê mazlum her tim bar giran u xemdare.
..Di kemlane Biharê de wextekî bê wezin xebera ne xêrê kete ser dila. Bandikin u dibêJin kuştin u mirin.
..Ref bi ref u bi hezare herikîn u çûne ser qebrê. Geh di lîlîyandin u Geh dikirin qîrên, lê mîne qore Ku mûzîkê pêk bîne u sûnd di xwarin bi hevdû re, em tola wa li erdê nahêlin.
..Ew ked u hêvi mîne berfa liber tavê di helîye u war û Gel tevde dima êsîr u bê semyan. Dema Ku warek bindest bê pisgireke herî mezin eve. Fikir û reman şaş her tim bar giran dikê. Dema mirov jiwa şaşîtîye venegerê malwêramî dest pê dibê.
..Çawa nîvê qernekî bi taybetî li Bakur şerekî bi qirêj dest pê bu, titrek nema Ku nehate serê Gel.Ev ne qedere û ne tiştekî bê himde. Çime gelo nayê fahm kirin jixwe balkêşe.
..Jiyan wisa bûye ku pêwendi liber cilası kirinêne. Roj bi Roj bar giran dibê û hebûnê bi rûmet dikevine tehlûkê de. Ev jî mirov dixê tirseke mezinde. Hêvî jibon ku şikestin penaber bun dest pê bu. Bi hezare Çin û hew hatin. Çareserî tim dikevê astengîyê mezin û kesek nabêjê wê çawa bibê û çime bu.
..Eger Dîrok berbi paşve vegerîye bane, wî mirov iç bibêjê? Ev zerare Dîrokî gelek tişt ji holê rakir. Gund wêran bun û kanî ziwa bun. Wext wê bê gelo ku aqilmend derkevin holê û wê bêjin bese ey Dîrok…!
Şev tim tarî û bi şik guman bûn. Tirs di her dilede cîh sitandi bû. Dema dibu ro mirov çawa derkevê derve û gelo wê vegerê mala xwe.
..Rewşeke ne dîyar hebû û Jiyan tim bi risk bû. Haye kesekî nebû Ku wê çi bibê. Bê wext çek di deqîyen. Digotin dîse yek kuştin, dema ên agahdar di bu bi veşartî digot û ne ji herkesî re.
..War ser biser ketibu bin şuphe .Li Anatolîyê teqandinê mezin çêdibûn û bê jimar mirov qetil dibûn. Aborî di herî aste teng de bû, lê dîse însane hizûr di West.
..Parlemen bê çare û tim gengeşe hebún. Anarşî ketibu her qatman û taxede. Heger mirovekî gotineke rast jî gotibane tu tesîr ne dikir. Çete û qatîle cirît tavê tin û qamyon li bin guhê hevdú diketin û tiştê bâlkêş derdiketin holê.