
Silêman ÇakirDema min Mûharem Bîçimlî, min fahm kir bi dert û kûlê. Me hinek sohbet kir,min ku dema kurd şerê Kûrd bikê jî xeynî zerar û zîyanê pêve tu kârê şerê nav Kurde de nîne.Ku raste lê ez jî nizanim çi pisgirêke û Kesereke kûr veda. Min xatir xwest û rabûm. .Piştî gelek sal min keçkâ wî li Amed naskir,ligor min ew jî alîyê xeta reş a nav Dewletî qetil bu ,bi makyaje qezayê. Ne şaş bim dema min keçkâ wî naskir,pirtuke minî heşt yem hatibû weşandin min dida naskirin.”””KEZÎ ZERA MIN”””bû, gelek kêf xweş bû lê gelek jî xemgîn bû.Em hatibûn warê bava, texrîben ber esrîkî bû. Ji xilas kirine dibîstane bilind re hindik mabû. Ji milekî jî jibon zanengehê me xwe amede dikir.Ma amedebûn,mîne îro çareserîyê girîng nebûn. Pirtûkê fêre û tiştê Mamoste didane me.Êdî gelek rêxistine aşîkâr bûbun. Hêza KAWA dibin serokâtîye Ferît UZUN de bi coşeke mezin di xebitî.Dema em daketin bradera ku em biçin komelê, li navçe ye qişlê bû, cîh gelek xweş bû. Dema em ketin komelê dagirtî bu. Bradera em weke qehremane pêşwazî kirin.Rojev gelek germ û bi heraret bû. Em rûniştin û çayê hat,Bihamed Elî çayê xweş çêdikir,braderekî dilovane bawerim hênjî wî kâr û xebatê dikê. Gelek xort amede bûn, pirs pirsîn liser Sovyet sosyal Emperyalizmê û liser rêxistine û rewşa wa..Braderekî Bersiva wa da û memnun bûn. Bu êvar bradera ku mîne qomite em civînê bikin..Em civîn û çend biryar hatin sitandin,yek jê pêk anîne mitîngeke merkezi jibon Nisêbîn’e. Qonferans û liser çend xale perwerde bûn. Rêxistine Kawa ji.serhedê heta bi Ruhayê û wirdetir roj bi Roj bi Gel re mîne zincîrê zêde di bû û xûrt di bû, jibon vê minasebetê ez gelek bi şik û goman bûm. Civîn xilas bû, roja dîtir ez derketim bajêr, braderê ku me dibin rêxistine PDK-B em bi hevre di xebitîn ku tu pêwendîyê xwe bi hêza Kawa re xweş germ dikê, min ku dîse rêbaztî a serok Mistefa Barzanîye. .Ku başe û me xatir bi hevdû xwest ez çûme komelê, Hinekî rûniştim û min gote bradera jibon min hinek pirtûk lazimin,Malî ava Bihamed Elî yê male Etman pirtûk Xane vê kiribû, ne şaş bim navê wê komele bu. Ez û braderekî em çûn me çend pirtûk sitandin û min ku eger Destûr hebê ezê biçim gûnd hinekî xebatê bikim..Gotin başe ji xwe kârê te ye,endam jibon bajêr kêmasî tûneye. Dema em li bajarê Zembîl firoş braderê merkezi ez û braderek liser warê teknîkî em perwerde kiribûn. Min xatir xwest û ez çûme günde xorte ez pêşwazî kirim û piştî şîvê me civîn pêk anî, liser 3-4 (sê /çar)heyva me programek amede kir, perwede bûn, liser rêxistine Kawa,xwendinê pirtuke, pêwendîyê bi cîranere û seminer, amede kirin û nivîsê dû şanoye mîne filîm. Liser paçe kirine welat,role Leyla Hesen Qasim û lîstikê liser welat ên navdewletî. ..Me bi hevre wext dîyar kir û roja dîtir me dest pê kir.Min şano mîne filmek min di got û dû bradera di nivîst medi heyvekê de xilas kir û di nav xwede me rolê xwe dîyar kir û di deh roja de me jibon ku bê lîzan din me xwe amede kir,min rapor dayî rêxistinê û gotin gelek pîroze. .Me cîh li gûnd keşif kir û me Dawetî ye mîne agahdarîyê ji teme Şevane re qasid şîyand.Pirsê film û şano neha nakim.Eger temenê min têrê bikê ezê weke pirtuk bi nivîsim û bere Gelê min bi xwênê. ..Her tişt amede bû û êvarî me dest bi şanîyê jibon temaşevane re me dayî lîzandin. .Bêşdarî gelek zêde bû û dema lîîstin temaşevan xweş memnun bûn. ..Etki gelek liser mirove pêk hat…Rêxistine weke serokatîyê em pîroz kirin,piştre min dêhnê xwe dayê ku xeta reş wê biser mede bê û wisa jî bu,hicûm berdane çend endamé me, lê me Bersiva wê xweş û bi zanetî da..Édî rawistin û xebat berdewam bû. . Carne dema ez tefekûr dibim,vê pirsê ji xwe ,ez ne pirsim Hedana min nabê. Gelo “”ROMANA KURD””wê kengî û çawa xilas bibê.?Bawerim ji dema neslê însan çêbû ye û weke îro her şiklê zilmê li Kurda bûye û dibê.Gelek bâlkêşe Kûrd jî însanin, lê tu mafê wa nayê naskirin li cîhanê. Komareke mîne Îran bi qambilî çavê cîhanê Kûrda darve dikê û wa topbaran û qetil dikê ji xwe ji kesekî re ne xeme.Dema min şano û filmê Kûrdîstan bu pênç parçe bi destê Cîhan,min nivîst û dayî lîzandin ,çawa di pişt perdê de lîstikê bi qirêj liser Kurd û Kurdistan têne lîzin, gûndî di girîn. .Jine di lîlîyandin.Dîse ew dem ,ev deme. Wê demê cahş û menfeatperest hatin cem hevdû ku ev çîye?Halo nabê, tawtawekek hatîye tiştê ku nîne tênê ber çavê gûndîye ev gûndî hemû cahîl û ne zanin ji va tişte çi fahm dikin,gilîyê va licem Komarê bikin de wa têxin zîndanê ku hişê wa bê serê wa..Me helwesteke nû dîyar kir,me ku ên li himberê doza Gelê Kûrd rabê ew jî navê wa Kuçik û cahşê, mîne ku hate gotin,”””Maşe, maşe. ….cahşe. ..xelkê bawer nedikir. Lê dîse 66 dû bare bû.Dema me wisa helwest danî û di berede me pêwendî bi gûndê cîranere pêk anî. Em bi şev di çúne gûndê û me seminer dan,rêxistine Kawa coş bi coş herikî, me belavok belav kirin,me mîne qonsolose li gûndê oda ava kirin.Rêxistinê yek rojnamê û yek kovar derxist “”YEKBÛN Û DENGÊ KAWA “””Yek bûn bi Kûrdî bû, dengê Kawa rojname bu û bi Kûrdî û bi Tirkî dihate weşandin, Yek bûn veşartî derdiket.Ferît uzun gelek çalek bu, hozan bu,Muhendis bu,Sîyasetmedar, Nivîskâr,şano van, sporvan bû. Pirtukek nivîst nêzî 600 pel û liser xwînmijokî û doza Millî bû, heyranê General Mistefa Barzanî bû.Sendiqe, komel,kovar,rojname, mitîng,qonferans, seminer, lîstike şano,qampanya jibon Kurdê Rojhelat û wek vane tim di rojevê de bûn, pêk di hatin, ji gûnde, heta bi mezre, ji mezre heta bi bajar roj bi Roj, mîne ku wî liser pêşmerge mîne sitran digot Ref bi Ref Kûrd dibin serokâtîye wî de xebat dikirin û hişyar dibun….Em ketin payîzê heyva dûyem. Gotin jibon serî lêxistine zanengehê wext hatîye,em çûn me xwe nivîst û zanengeh vebun, ew sal bi xwendinê wê derbas bibê, lê tiştek di rojevê de bû, ew jî xebat bu jibon Gel û welat..Biryar hate sitandin ku wê dû kâr bi pey hevdû de pêk bên,yek:xebatkar û karkerê di nav erda de ên ku di dahevdubune pembude di xebitîn wê dibin himbêza sendîqêde wê xebata xwe rawistênin (grew)ê bikin.Her tişt amede ye, a dûyem berî berdanbune kâr wê mitîngeke berbifereh li Nisêbîn’bê li dar xistin…Bere herkes amede bê jibon xebatê.Heraret pir zêde û rojev germ bu,dem dema min jî xwe di pirsî. Gel jibon dozê dilsoz û amede ye, gelo serokatî pêşerojê bi qerne (sed sale)dibînê?Ji xeynî biryar û tiştê xwîya yî, gelek tiştnê mihîm jî derdiketin.wek mîne,Cemîl apê rehmetî yê Kemal Yaricî bu,kurdekî dilsoz û welat parêz bû. Di xebitî jibon îdare malbate xwe ,xeta reş wî bi meqyaje qezayê dayî kûştin. Termê wî anîn û divabe merasim pêk hatibane, kâr û sazkirin kete ser milê min.Teknîk mîne îmkane tûnene, li camîyê şûştin, kefen kirin,rakirin ser tirbe, divabe jîyankurte wî bi hatibane xwendin,min xwe amede kir û ez derketim serserê dareke tûwê û min wî bi bîr anî û tevlî şehîdê welat.Gel bi coşeke mezin beşdar bûbû û wî pêşwazî kir,dema min çend gotin anîne ser ziman Gel bi moralekî mezin ez pîroz kirim bi çepikê xwe.Me wî bi cîh kir û bê çi jibon Malbat û mazluvane lêzim bu mîne qomite pêk anîn.Piştî merasim sersaxîye tazî yê xilas bû jibon karkerê pembu li sendîqê civîn pêk hat.Qomite ava bûn û xebat dest pê bû. Dema ku kârkera dîlan di girtin, şems bi dahola xwe moral û reng dida kâr berdanbunê, asayîş tê ku wî bi tisînê, dibê ŞEMSO tu livir çidikê, tu ne xebatkar û ne sendîqevanî, Şemo, dibê wele begê min ez bi perê xwe li daholê didim û mindiku belkî cejne. .Texrîben heyvekê berdewam bû û sendîqe û xebat kâr bi ser ketin, slogan “””ROJA EMELA ARZANE BI HEQÊ KÎLOK BACANE”””ev gotin kete Dîrokê xwedîyê erda (patron)çi teqtîkê ku hebún pêk anîn ,lê bi ser neketin û grew ne şikandin. .Li sendîqê dîse civîn heye,patronek hate,ku ez hevdîtinê di xwazim,bradera ku tu biçe, ez çûm min bankir yê em rûniştin, ku ez maxdur im, min ku raste,lê Feqîr, zarok,jîn, Gel jî birçî û maxdure, mîne neha qrîz heye û mazot ,şekir,rûn Heroj buha dibê ,hinganê wesayîte her meşhur Reno bînek bû, gote min ku tu xebatkarê min berdê ezê jibon te erebeke Reno nû bistînim, ez gelek aciz búm, min ku ji dêla vê nerastîyê şertê xebatkare û ên sendîqê qabûl bike û şertnamê dest nîşan bik û biçe xebate xwe bike. ..Kete heybeteke mezin û mayî şaş,çû û roja dîtir hat şertname qabûl kir û xebatkarê jî dest bi xebata xweyî dahevdine pembu kirin.Piştre hemû patron qabûl kirin û grew xilas bû û xebatkar û sendîqê bi ser ket..Piştî çend roja jibon biryarê nú û şirovekirine karberdanê civîn pêk hat texrîben sed endamé rêxistinê amede ne û wek qomite jî, ber esrîkî ye leşker û asayîş bi hevdûre bi ser sendîqêde girtin,çekek jî kete destê wa de,em tevde li qsmyonekê siwar kirin û em birîn tabure leşkerî em xistin hemamê, nem heye û rutubet,çend zarok jî dane hevdû ew jî dinavmedene. .Dem payîze xweş payîze. Dilê me tim lezîzze …wey bavo tim û her tim em bindest û welat wêranin. .Gotin ROJA EMELA ERZANÎ, BI HEQÊ KÎLOK BACANE,em girtin û birîn xistin hemamê, çend zarokê 12-13 salî jî bimere girtî bûn .Fermandarê leşkerî hat lime meyzekir û serê xwe hêjand, dema ew zarok dîtin bankire yekî jiwa ku tu livir na tirsê (A)?xortê delal xweş bersiv dayî fermandar,ku eger ez jî hesin bi tirsîye me, li Trênê siwar nedibum. Fermandar mayî sekinî û rengê wî hate gûhertin.Deng dernexist û çû, piştî wextekî kin de dîse hat û di destê wî de çend şamborek hebûn (xwarin)bankire (A)ku kâ were te jibon bersiveke xweş dayî min,jibon te min şamborek anîn û dew bi xwe. .Xort ku ez jî nêza bimrim Nanê dijmin naxwim,reh li fermandar nema û çû. .Ber moxreb bû, hatin em derxistin û dîse xistin qamyoneke ser vekirî û em birîn navbenda Mêrdîn û Qoserê, (estasyonê ).Di kêlake çîye di sînge zinarde wek hûcre hebûn,di kêleke rêde Tabure leşkerî û ewder cîyê eşkencê bû, sare û reşe. .Em sê û çar şexis xistin cem hevdû di wa hûcre de. .Bi şev di hatin em bi dorê di birin û eşkencê dikirin, parçek nan û ava girikî, başe xwedê jê razî şaredar Hasan Yıildirim qîyamet rakir,Nurettîn Yilmaz û Şerafettîn ELÇÎ meclis rakirin ser pîye (cîyê wa behişt bê.)rojek mabû ji cejnê re,em êvare cejnê derxistin dadgeha Mêrdînê û em berdan..Gel bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Çiqas wext derbas dibû şert giran dibun, roj bi Roj Kûrd li Bakur parçe dibun.Li zanengehê dû grup gotin em Destûr nadin ku endamé Kawa û hinek dî livir bi xwênin,min çendXort bi coşeke mezin xebatê dikin.Gel bi morale û roj bi rojê ji dozê û rêxistinêre dibê xwedî. Endam û qomite li welat gav bi gav.digerin û civîn û qonferans pêş pêşe têne li dar xistin.Gotin jibon Rojhelat divabê wampanye alîkarî yê pêk werê.Kûrd bi Humeynî re tifaq çêkirin û şahê îranê ji serok komar tî yê ket.Ku Humeynî firset dît xayîntî li Kurde kir..Xort li Bakûr li çar dore belav bûn û bi coşeke mezin qampanya alîkarî yê bi ser xistin.Gûndê divabê em biçin gelek dûre, çîya ye û dar û kelemin, xort hinekî bajarîne, tecrube kêm û ji çîye hinek xerîbin (A.T.)meş berdewame, ku yaho em va zahmetîye dibînin gelo dema em azad bibin wê çi bibê pare me, min ku ne tiştek,ku billeh naxwe me top avêt,min ku bere welat û Gel Azad bibê em tiştekî naxwazin, emê dîse bibin xûlamê Gel û welat,dema min wisa got,ku yaho helal bê jitere…Em gihiştin gûnd û xweş em pêşwazî kirin ,me mesele ji ware got û ku çî ji me werê emê bikin û kirin jî.Me xatir xwest û em derketin ser rêçkâ xwe ber êvarkî em gihiştin bajêr, lê heta em çûn û hatin di pîyê mede pêlav nema (şekâl, sol)Rehmetî yê Kemal Yaricî ku pêşmergê me pêlavê wa qetîyane, divabê em jibon wa pêlav bistînin. .Qaşo em bêhna xwe di berdin, min dît şîp şap mirovekî gûndî kete komelê, ku ez di bextê wede û hûn jî di bextê xwadayê mezin û dilovan de bin.Hevjîne min çû malbavanê xwe û inirîye û nayê male xwe,me li hevdû meyzekir û em kenîn..Wer hasil Kurde divabê derdê wî hâl bibê, min dû brader sitandin cem xwe ú me wesayîtek anî em çûne gûndê wî, gûnd di kêlake çîya yê Cuddî de ye,wey haware heta em gihiştine gûnd rehê me derket,em çûne male xezuranê wî û min mesele vekir,gelek dilxweş bûn, me hevjîne wî anî male wî em hatin.Bûbû şev, wext wextê xewê bu,min di xwest ez rakevim,yekî li derî xist, xwedê jê razî Kek Kemal Yaricî û çend brader bûn, min derî vekir û hatin rûniştin, zor spasî kirin û gotin name jibon mitîng bersiv hat û tu û çend brader di tertîp qomitesî de ne,piştî heftîyek dîtir em mitîngê li dar dixin,min ku gelek başe, ji metropol heta bi Gewerê belavok belav bûn. Wext hate û meş dest pê bû, hejmare bajêr nêzîkî (13.000)sêzdeh hezare bu ,texrîben (15.000)pazdeh hezar şexis beşdar bûbun, rêxistine Kawa rabû şaha…Slogan bijî Kûrdîstane ser bi xwe, bimrê xwînmijoketî û dû super Dewlet,bimrê axatî, “””””Kurd û Ereb birane””””””!dibinde dest nîşan Kawa..Gel herikî meydane mitîngê, name bi Kûrdî û bi Tirkî hatin xwendin, keçeke Kûrd bi.coşeke mezin axift (s)çend xort xweş peyîvîn, jinê Kurd lîlîyandin û deşt û zozan,newal û mesîl, çîye û girke deng dane hevdû. ..Mitîng xilas bû û Gel belav bu,qomiser (A)kete pêşîye gel û zor lê kir, sir prowaqatortî kir,ez gihiştim cem wî min ku tu xwînê di xwazê, rawiste, wisa meke, Gel belav.dibê. Pisgirêk tûneye, tu ne tiştekî rast dikê, ji xwe Gel belav dibê, zerar jibon me tevde ye, ne rawist û gote min ku ezê piştre bi tere bi peyivim, dema wisa got jine hicûm berda yê, parestvanê wî jî bersiv dayî Gel,ew revî û leşker hat,şer. Mezin bu û bajar rabû ser pîye, mirovek bi fîşeke leşker qetil nebû. .. (Hate Kûştin, R.)rehmane Xwedê lê bê. Gelek mêvan hene,armance qomiser wa bigrê, heta me wa bi qafîle, qafîle ji bajêr derxist,rehê me derket.Reş kete ser erdê û şer sekinî. Texrîben pênç sed (500) şexis hatin girtin.Hozan Şîyar sitranê Havalno derxist û weke albüm li her derê welat belav bu.Deşt û zozan û zîndan dest dane havdu. Kawa nûjen gurzê xwe derdixist û li serê DEHAK di danî û zilm di hilweşand. …..Parêzer rabûn ser pîye û dagehe dîse dosyayê fermanê vedikirin, di xwestin jibon xortê Kûrd hapis û zîndan kirin û jibon me (Tertîp qomitesî)zîndan kirine serbiser di xwestin,sebeb,JI KURDA RE AZADÎ. …..Bradera bi berpirsyarê wa re pêwendî danîn (DDKD Û QURTULUŞ)me ku ev zanengeh a welatê meye (Enstitü )û ev xort tevde lawê vî welatîne, ev zanengeh û hinek dîtir di dema nijatperesta de hatin girtin,îro jibon ku Demoqrat di meclîsêde bi hêzin vebun, rawistin ku ev xort bi xwênin û sibe zarokê Gelê me bidin xwendin. .Gotin na,me jî ku hûn bê mîne tin, şer ne başe lê hûn jî alîyê xeteke reş de tên lîstikê, rehmetî yê Kemal Goçer,gotineke xweş ji ware got,ku hûn bûnê êsîrê Rus..Édî em hatin û liser vê pisgirêkê me civîn pêk anî. . Berdewame…