Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Warê pîroz û bâlkêş. Meydane şerê haydut û zordare. Warê ku sed û bîst û çar hezar (124.000)pêxember lê hatine jîyanê. Axke ku bi Selmanî Kurdî re Silavê ku Hz.Mûhammed (S.A.V.)jêre şîyandî ye û gotîye kûrmek ji wê axke pîroz jibon min bîne.
..Warê ku du care jîyan dest pê bûye û liser axke wî pêk hatîye. Mezra Botan Dîyarê Mîr û bege. Welatê bindest Kûrdîstan û ku Îskenderê zilqeyrên hatîye kohn lê danî ye û zirt û zixt li qralê Erebe kirî û pêşîye ava Firat û Dîcle vekirîye.
..Piştî vegere Îdir û serdora wê em çûne bajarê Mîre Cizîre Botan û qebra Mem û Zîn. Dema Ketim hicrike wê qebrê Ronî û Tarî herdû hatin ber çavê min û Ustadê hêja Ehmedê Xanê. Min xwe ne girt û ez girîyem. Erê her demekê navê lime kirin û em xapandin û war kirin meydane şer û mirinê, jibon ku em wek xelk û alemê ne gihijin mafê xwe. ..
Tiştek ji minre bû Merem. Çarşafa liser jinê Cizîre Botan,min xwe ne girt û min pirsî, çime ev çarşafa reş?Gotin em hezne Mem û Zîn di girîn û şermezartîye Beko Awane. Min jî her bijî û em derketin ser rê û meşîn, şernex,Sêrt, Êlîh, Farqîn û em hatin Amed..
Ji Nisêbîn heta Amed,ji Amed heta bi Licê, ji wir heta bi kâhta,ji wir heta bi Erzeromè. Ser biser li welat xweş gerîyem.Ezîyet,elem,dert û kûl û Faqîrtî mîne ava derya reş girtîye ser dilê gel. Tirs,penaberbûn û malikwêranî bûye bêhengîye jîyanê.
..Heroj dengê mirinê te.Ne şev mîne şevane, ne roj hedan heye. Psîqolojî ye mirov roj bi Roj xeradibê. Malbat ji hevdû belav dibê, hevjînê hevdû bi şev û roj şer dikin û hevdû di berdin,malbat tiştek jê namînê. Silav û hâl û xatir liber qebrêye û reh winda dikê. Xapandin bûye mîne ku mirov çîroke ji hevdûre bibêjê. Pere nîne ger ku hebê têr nakê pereqolîk bú ye êşa rojane û mêjîyê mirov êsîr kirîye. Ziman roj bi Roj winda dibê û liber çavê reş dibê. Bawerî nemaye û gazin bú ye mîne ava derya. Kurdewarî ser bi ser mîne befra liber tavê di helê.
..Wey li wî ku çareserîyekê jibon xwe bibînê û ji welat bi revê. Tirsa zîndan kirinê dev û ziman kelepçe kirîye. Kesek ji kesîre ne dert û kûle. Xewnê Şeva bûne kâbûs. Edeb û hûrmet pênç pere nakê. Min çi jêye bûye paşnav jibon şexis. Zane û zanist, li cem nezane mîne dîne têne nasandin û xwendinê pirtûkê bûye nîqaşe nezane. Roj bi Roj cîyê xebatê ber bi îflasê de diçê Gerok zêde dibin..
..Em di meşîn û di xem û kedera de.Dema kedkâr dema gûhdar dikê ,ji berxwe Kesereke kûr di vedê. Em gihiştin Amed û li derîyê çîyê ne. Em çûne gerajê û pilêt sitand. Piştî çend seatte gihiştim malê. ..
Dema mirov bi hêvî bê û hêvîyè mirov di wextê xwede bi cî nebin çiqas zore.Gelek zahmetî û wesitandin li ser min hebû. Min bi hêzeke mezin xwe avête hewşa xanî. Dema min derî vekir keçkâ minî mezin bi kêf û eşq hat ez pêşwazî kirim û ku bavo mizgînî min lite nivîsê teyî jibon dedtpêk kirine kârê te hat û dibê biçe dest bi mamosteyîyê bike. .Zarfek dayî destê min.
..Ez derbasî xanî bûm û min zarf vekir. Di nivîsandinê de di got di navbenda 15 rojde biçe felan bajarî û navçeyê y felan gûndî dest bi kârê xwe bike.
..Ew hebû heft (7)sal ku ez li benda vê bîryarê bûm. Min zarok dane hevdû û min ji ware got.Kêfa wa jî hat. Di heft salê ku me derbas kir wey bavo çi hate serê me.
..Ji sûrgûne heta bi êsîr kirine qeleqolê, ji xebate firne heta bi firoştine dew û heta xewa li koxe me dît û hate serê me.Rojek j roje em sibehê rabûn me xwest ku em taştê bi xwûn, lê tiştek nebû, nanek hebû ew jî mîne kevirê newale hişk bû. Min ew nan anî û zerikeke mezin.Mn Zerik ji avê dagirt û ew nan min çande nav. .Min bankire zaroke ,me xwe li dore zerikê dayî hevdû. Min gote zaroke, çavê xwe miç bikin.piştre xwarineke xweş xeyal bikin û farz bikin em li serê çîya kîne û em bi hevre goşt di pirêjin û em bi hevdûre di xwûn .
Hêvî û şik û guman dinav hevdû de, jîyan berdewam dibû. Ew şev şeveke dilxweşî dida.Roja dîtir em li hevdû rûniştin û me bi hevdûre bîryar da.Kek (Ş.O)û çend brader bûne âlîkâr û me firax dane hevdû. Qamyoneke girtin û barkirin derket ser rêçke Metropolê.
..Em jî çûne gerajê û siwar bûn çûne Amed. Piştî çend seatte em gihiştin Amed. Kedkâr em pêşwazî kirim û em bûne mêvanê wî. Piştî şîvê, min mesele jêre vekir. Dema min ku,ezê biçim mamostetîyé bikim reng lê nema.Bi kurtayî ku meçe, min sebebe Çû nê jêre du bare kir. Dema min wisa got gelek xemgîn bû. Ku xwezî ne wisa bûne, lê ez çi bêjim.Dîse keserek veda û ku xwezî tu ne çûbûne. Ku eger tu neçê ezê berpirsîyarê şirketê razî bikim û jibon te û malbata te çi lazim bê emê pêk bînin.Min ku zor spas, lê hinek projê min liser welat,jibon Gel û pêşerojê hene divabê ez wa têxim jîyanê. Dema min wisa got ma sekinî. Jibon ku ez xweş nas dikirim. Zanî bû pisgirêke herî mûhîm ,jibon min çareserîye Gel û welate. Dema min li cem kedkâr xebate firoştinê û bezirgantîyê kiribane ezî xweş bi ser bikevim û wî perê me her du ye jî çêbi bûne. Lê derdê min ne pere bûn û nabin pere, raste Sîyaset ji xwe bê pere nabê ,dema derbasbûyî jibon ku me aborî bi sîyasettê re neda meşandin em tim di gelek tiştande têk çûn û astengîyê mezin çêbûn û em dane xilas kirin…

Berdewame

Nerîna min :