Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

 

Silêman Çakir

Wext çiqas derbas di bû bar giran di bû. Êdî dîyar bû bû ku şer di nav benda xwedîyê role zorê komarê de dest pê bûbû. Çiqas dem bi wirde di çû Gelê Kurd ên Bakur ,rewş fahm dikir.Lê tim şik û goman hebûn. Ji Colemêrgê heta bi Ruhayê, roj bi Roj Gel xwe dida piştgirîye xwedîyê zora rolê.

..Dema mirovek derketibe û gotibane çalekî li felan taxê heye,Gel bê şîrove bêşdarî çalekîyê di bû. Jin ,zarok,kàl û herkes di çû cîyê çalekîyê.

..Gel ser bi ser ji darbe 12’ê Îlon’ê 1980 ‘yî de zerareke mezin dîtibû. Kîneke mezin bi Gel re çêbûbû. Malbata ku zilm lê nebúbú nema bû. Ciwan,kâl,zarok xistin zîndane eşkence kirin.Kûçik berdane ser Bedena mirove. Ava qedemgehê ji dêla çayê dane zîndanîye, ên ku ne divexwar heta ji reh ketibene liwa didan û piştre wa di xistin rekehê  (Hûcre).

..Rojê hevdîtînê mîne rojê mahşerê xeraptir bûn. Li Kurdistan dayîkê Kurd ji xeynî Kurdî ti zimane nizanin, hên jî malbatê li ber sînorê Bakur û Başur ku jîyan dikin gelek jiwa bajar ne dîtine û nizanin li nav sînorê Komara ku lê di jîn, kûjane, payîtexta wê nizanin.Ew dayîkê ku ziman nizanîbun dema di çúne dîtne zarokê xwe,jibon ku bi Kurdî mijûl di bûn heqaret û eşkence liwa dibû. Gelek bav û dayîk zarokê xwe ne di dîtin û bi dert û kûl di hatin male xwe.

..Gelek zîndanî din bûn, seqet bún, birçî man,sipî ye girt wa gurî bûn û nexweş ketin û jîyane xwe j dest dan û berpirsyarê leşkerî rapor digirt û di gotin xwe kûştin.

..Porê zîndanîye bi numera  yekem û bi mekîne kúhy jibon ku axînê bi kişînin di qusand, bi serde pere jî ji zîndanîye distandin.Di gotin ên ku sûnet ne bûne Ermenîne, talîme giran bi zîndanîye dikirin û ên ku nikarîbu eşkence dikirin,dema ku miribane di gotin wî xwe kûşt. Keçê ciwan di Revandin û derdixistin çîye û wa tazî dikirin û di berdan. Ên ku di girtin û tiştek ne di gotin gelek jiwa ji firoke tavêtin û di gotin xwe întîxar kir.

. Ev zilm û zordestî û mîne vê û xeraptir,ev heye 723 ku liser Gel’ê Kurd berdewame,ey CÎHAN……!

..Di vê rewşê de xwedîyê role zorê fîşeke yekem li Botana jor berda ,dema ku çalek pêk hat Cîhan tevde mayî sekinî….Gel di her warîde piştgirî dayî çekdare. ..

Dize perê pîyesê dane hevdû û revîyen. Rewş roj bi Roj xera dibû. Buhabun Gel ji rehê wî derxistibu. Me ji bê çareserîtî xanî dayî gûhertin. Pisgirêk bi rojane zêde di bûn.

..Rehmetîyê T.O.partî ava kir (ANAVATAN-PARTÎSÎ)û dayî demezerandin û derket nav Gel. Peyam û namê ku didane Medya ,jibon Gel bâlkêş di hatin. Roj bi rojane Gel xwe li dora wî dida hevdû. Çete lîstikê nû lîistin ,lê Gel tim T.O.di şopand.Divabe min gavê nû avêtibane bavo nexweş ket wextekî baş meşkûlîyet pêk hat, tendûstrîyê wî baş ne bû û çû ser dilovanîye xwe. Heftîyek sersaxî pêk hat û em ketin wextekî cûda de. Gotin divabê tu biçê leşkerîtîyê, ew jî gelek li zora mirov tè.

..Min liser leşkerîyè lîkolîn kir û bîryareke nû da.Baş bu wext hindik bû. Malbat perîşan û zarok bê çare. Serê sibehê rêwingîye leşkerîyè dest pê bû. Wext sare û pisgirêk gelekin. Min îrade ji dest ne berda û hertişt siparte xaltîke Cazya û rêwingî berdewam bû. Dema mirov derdikevê ser rêçke xerîbîyê û bê çare bê gelek zore.Rêwingî ji Nisêbîn’e wêran dest pê bû ,Mêrdîn,Qoser,Ruha pişt me mabû. Bajarê di pêşde yek jê Efyon..Bêhn berdan dema dest pê bû, hinek wext hebú, divabe li bajarê Mamoste Aqşît turek pêk hatibe. Dema ger dest pê tiştekî bâlkêş derket holê. Kurdî mijûl bûn nebû, Tirkî ne dihat fahm kirin..Wextê gerê xilas bû û rêwingî berdewam..Di wa dema de helbest derdikevê pêş. .

….VAYE DIÇIM….

Hêvî li milekî.

Dert û kûl li milekî,

Ez diçim….

..Barê giran.

..Rêye dûr.

..Vaye diçim.

Bende warim.

Kûlîlk û sosin. .

Ez diçim.

..Bi xatirê we,

..Dost û heval.

..Vaye diçim.

Hêvî û hawar…

Tim li cem hev.

Vaye ez diçim…

…Pirtûk :Kezî Zera Min..

…Rûpel :156.

…Nivîskâr :Silêman Çaqir.

…Weşanxane :Diclem sahaf. .

Wext piştî nîvro. Rêwingî tî xilas bûbû. Braderê qedirbilind ji hatine mêvan agahî sitand. Bi dilekî gêş mêvan pêşwazî kir.Tevde derketin ofîse  cîyê kàr. Bi hevdûre qahwe vexwarin û hinekî li bajarê Derya yî gerîyen. Wext bû êvar û tevde çûne malê. ..

 

Serê sibehê ba û qesemeke bâlkêş hebû. Malbat hişyar bûbû û mîne mirovê Rêzdar li benda min bûn. Rabûm min xwe amede kir û min ku Roj baş hêjano. Gelek bi dil xweşî û bi dilovanî gotin Roj baş, bersiveke pîrozeyî. Fahm kirin ku ji qesemê aciz dibim,qalorîfer gûr kirin û gotin,ba û dîkê vî bajarî meşhur, bi ser hâlê xwede kenîm, sifre amede kirin û em tevde rûniştin ser xwarinê, gelekî liser sifrîyê sekinî bûn ,jibon ku ez li cem wa bi qedir û bi qîmet búm.

..Piştî taştê me qahwe û cixare vexwar û kişand.Texrîben piştî nîv seattê em derketin derve kek (M.A.A)ku jibon malbat û zaroke çi lazime? Min ku tiştek ne lazime…Min çiqas ku na wî tişten kirîn û ferhengeke liser wêja Tirkî sitandin û dayî qargo. .Limin vegerîye ku em çibikin,min ku ez mirovekî mecbûren biçim leşkerîyè. Divabê berî seat pênç ez li qerargeha  (Leqa )leşkerî bim.Ku suwar bibe, ez li wesayîte wî siwar bûm û em meşîn. Li gelek cîye ez gerandim, lê min hiz bajarê deryayî nekir..Wext hat û em çûne qerargehe leşkerî. .Dema ez Ketim wê herêmê mûwê laşê min bûne mîne sitrîye. Min Kesereke gelek kûr veda,ez çûme nav koma leşker. .Ser biser war û hebûne min hate ber çavê min…

…MIN RÊÇKÂ XWE WINDA KIR. .

Ez Ketim bin barê giran.

Meşîm di rêçkâ dur û zahmet.

Xerîb bûm, şimze zêrin bûm.

Barê li milê min giran bû.

Min rêçkâ xwe winda kir….

..Ketim destê hova.

.. Ne dînê û ne îman.

..Xwîne min mijtin.

..Mîne gûrê har.

..Ez xerîb bûm li rêçkeke dûr.

Min kire qîrîn û hawar.

Gazîya min ne çû tu deran.

Ey hawar û sed car hawar..!

Zilme limin bû tofan.

Min rêçkâ xwe winda kir,ey hawar….!

..pirtûk :Gazîye min qîrêna min’e.

..Rûpel :82.

..Nivîskâr :silêman Çaqir.

..Weşanxane :Diclem sahaf.

Ba û bahoz,seqem û perîşantî ketî bu nav hevdú de.Ên ku hatibûne leqa leşkerî ne hindik bûn. Xistin rêzde û berê wa dane porqusanvan. Yek ser kursî runiştî bû, dema berber mekîne li pora wî dixist xwe bi ser hevdû didayî qermiçandin û hêstir ji çavê wî di hatin xwarê, feqîro deng jî derne di xist,min ku ev xêre. .?Rast û rast eşkenceye. Sar û seqeme cîyê berber mîne dolabe qeşayê ye..Dema dor hate min ,berbero berî ku bêjê were,min ku bira berî her tiştî wê mekîne xweyî kuhw bide gûhertin û ez qabûl nakim tu mîne li vî xotttî  limin jî bikê. .Çiqas ku çareserî tûneye min ku na..Dolab vekir û mekîneke nû derxist û mirovê liwir mane sekinî, ez bawerim ew xort ji Botane jor bu û nezan û di tirsîye. ..

..Piştî por qusandinê tevde xistin rêzêde û em birîn xistin em barekî mîne dolabe bûzê bû. Gotinek heye””cîyê leşkertî lê hebê, liwir bêhna aqil û mantiqê tûneye””Ev gotineke rast û raste. .Qederekî liwir rawistandin çê bû. Dîse gotin bi meşin, ling berd, ling cot, ên ku qaşo rêbertî jî dikir ziman xweş nizanî bû. Gotin em diçin depoyê jibon berk û pîlave, derxistin û li leşkera belav kirin,lê bawerim tiştê liwir bû, li ti dera nebûye, reqemê ku pîlave dabûne şexis ne wek hevdû bûn, eger a lingê çepê 44 bûye, a lingê rastê 42 derdiket, cil û berk xerap tir bûn. Perwerdetî kâmbaxîye wêranî bû, xwarin û cîyê razanê berbat bû.

..Bi wî lewmî leşkerî xilas bû, hinek ji Ewropa hatibûn di girîn. Gelek jê tim xwe didane serdore. Serê sibehê dema leşker ji xew di rabû,heta çûbûne reha xwe bî qûsênê wey bavo li hâlê leşker…

 

 

 

 

 

 

Back to top button