Min dît û nabêjim (Roaman)

Min dît û nabêjim (Roaman)

 Silêman ÇakirRojev roj bi Roj li Botan germ dibû. Min tiştê xweş xeyal dikirin,xwedîyê Role zorê dîyar dikirin ku wê di dawî de bê xerab mal.Medya wek her tim li nav hevdû di xist. Jibon Başur û rêbaztîye netew gotin û nivîsê herî nebaş û xerab di gotin û belav dikir.Haydut,çete,qeçaxçî û wek vane. Mirov fedî dikir û bi hêrz dibû.Gotineke serok Mesûd Mistefa Barzani xweş heye,dibê rejim wisa bi hovane bi ser mede di kat, bê hed û hesab,sirf jibon ku em gavê terorrîstî bavêjin û doze me di xeta navdewletîde tê kevê astengîyê, lê em nehatin lîstike dijmin û me misade neda…Heroj gotinen li serdorê belav dibun.Rejime leşkerî dîyar dikir,di ku ma em wa bi darve nekim,em wa xwedî bikin?Me teror paqiş kir û welat û Komar jiwa xilas bû. Çend çapulcî li Bakurê Iraqê hene,eşîr in, Çine ne dîyare emê wa jî bi çend tiqedime xilas bikin…Em derbasî biharê bû bûn, dibîstan hatin girtin,Mamoste ku em turekî bavêjin bajêr. Min ku başe. Em roja dîtir me xwe amede kir û em çûne Dehê. Hinek em gerîyen û berî nîvro em çûne qurume mamosta. Ji mûtemet me pirsî çi heye û çi tûneye ku mamoste tu dane Meletî .Min ku aha….!Tu heneke dikê, an jî na…Ku bawer bike raste..Nivîs derxist û şanî me dayî. Me li hevdû meyzekir û min ku kengî emê têkilîyê xwe jivir qût bikin ?Ku emê te agahdar bikin lê tu jî xwe amede bike û tiştê xwe bide hevdû. Me xatir xwest û em derketin çûne gûnd, êvarî em li cem mamoste wa hatin cem hevdû. Min ku mamoste em ketin bêhn berdanê,ku raste.Min ku em tiştê xwe bidin hevdû, ji xwe ne gelekin,em dênin cem xwedê jê razî Kek Bihamed lawê mixtar û em biçin Gûndê xwe, bavo jî bi tenê ye ku gelek başe û dema qerarnamê hat ez werim têkilîyê xwe bi birim em biçin ser kârê xwe ên Meletî çawaye? Ku gelek başe. ..Bu roja dîtir xalo Mixtar jî hate cem me ku mamoste te çime dev jime berda?Ma çi qusurê me hebûn? Ez mame sekinî, mamoste bersiva wî da. Ku na ne bi îrade mamosteye wa mamoste sirgûn kirine, hûn karibin bidin rawiste bikin.Xalo mixtar ku wele ez qabûl nakim û çi ji destê min werê ezê bikim…Xatir xwest û çû. Me wî şopand ,roja dîtir gotin çûye bajêr jibon ku çûne mamoste bidê rawitandin. ..Ber êvarkî nevîye wî  (F)hat male me,ku bavo mixtar gotîye bere tevde werin cem me şîvê. Min ku biçe ji mamoste,M.A.A.jî re bêje bere eyb çênebê. Ku temam,çû û piştî çend deqîqe mamoste hate cem me. Ku xalo mixtar em Dawetî şîvê kirine tu dibê çi?Min kû hûn zanin…Ku wî çaxî em bêjin xanim Xane bere xwe amede bikin û em biçin…Min ku başe û me xwe amede kir em çûne male xalo mixtar. Em liber derî pêşwazî kirin û em derbasî xanî bûn. Ku hûn tevde bixêr hatin,me ku zor spas xwadayê mezin û dilovan jiwe tevde razîbê. Berî xwarin werê dest bi meselê kir. Ku ez gelek xemgînim, min gelek jiwe hiz kiribû û ez gelek jiwe memnun bûm, lê min kir û nekir,min çûne wê neda rawistandin. Min gelek nas û dost jî birîn û em çûne cem Mîdîr beg (A.Ç)jî lê çareser nebû. Min ku çime?Ku bawer bike min tiştek fahm nekir,lê tidbê belkî bi zanebûn we dişyînin,min ku he!Ev raste. ..Ez zilme û sirgûne meye. Wî jî ku raste. Şîv hat û min ku bere dost û Gel û em tevde sax bin,Xwadê mezine. …..Gûndîye tevde his kiribû û hatin cem me ,gotin em qabûl nakin ku mamostê me jivir bidin cîkî dîtir,gotin mixtar ku sibe em weke heyet tevde biçin û bêjin midîr beg, em qabûl nakin ku mamostê me jî gûndê me biçê.Xalo mixtar ku çareserî tûneye, lê hûn zanin,dinav xwede womitekek dîyar kirin û roja dîtir dîse çûn cem Mîdîr û ên berpirsîyar, lê çareserî nehat…Gûndî gelek aciz bûn. …Stres û heraret zêde di bû. Çiqas bi ber bihar û havînê de wext di çû,pisgirêk zêde û mezin di bûn.Min li Gûndîye gûhdar kir,serê wa tevlî hevdû bû. Jibon ku dilê wa hinekî xweş bibê, min ku rehet bin,dema ez çûme welat jibon ku ez ne çim jivir ,ezê ser bi sekinim.Dema min wisa got,ku eger tu çareserîyê bînê emê dil xweş bibin.Em naxwazin hûn ji Gûndê me biçin,min ku hûn her hebin…Gelek hatin jibon dahevkirine firaxê me.Bûne âlîkâr. Me her tişt pakêt kir û xaltîke Eyşe û xwedê jê razî sebrîye xanim gelek li cem me bi qedir bûn.Hinek mirîşk (Tutik)û çend Elok hebûn me dayî wa..Serê awil gotin na min ku divabê hûn bibin jibon xwe….Botan heremeke bâlkêşe, ji birinç bigrin heta bi sêvê îzeranî û heta bi masîyê sor peyde dibin .Sema ku Bihar tê hore hor koçeraye xwe amede dikin jibon ku derkevin mêrge û kona di vekin û ji Hawa paqiş heta bi penîrê bi sîrik amede dikin û dema bû payîz jibon hatine deştê xwe amede dikin.Xwedê jê razî Feqî Huseyn Saxniç di pirtûke “”Dîrokâ Wêjeye Kurdî “”di rûpela 17 û 18’de û dibin xale Jiyana Civakî ya Kurdan xweş anîye ser ziman……..Jîyana Civakî ya Kurdan……Kûrdîstan ji ber ku cihekî çîyayî ye,daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh,çem û rûbarên wê jî hene.Ligel van jî ji bo çandinîyê jî gelekî bikêr e.Ev gişt bûne sedema vê yekê ku Kurd berê xwe bidin çandinî û ajledarîyê  (Sewaldariyê)û debare xwe bi vê yekê bikin.Ya ku dîyare, jiber ajledarîyê jîyaneke netewaye  Kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jîyana wa li ser pişta çarsîman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane.Ji sewalên xwe havilên qenç girtine û ji hiriya ji xwe re cil û ber, kepenk, gore. …Û hwd.Çêkirine. Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mast, rûn û hwd.Girtine. Bi vî rengî zilamê Kurd li kêlake jî na xwe û li bal sewalên xwe li dengê çûkan û li sîresîra kêzikan û li dengê wezîna bê guhdarî kiriye. Ez bawerim Hereme Botan bi zanebun û di warê nasê însanîde werê îdare kirin,tiştê ku nedê însan tûneye, ji xeynî çareserîye mirinê. Min tim ji Gûndîyê herêmê re digot fistiqe bi çênin û bi axê zanebûn bi lebikin.Lê çiqas bâlkêşe şer û pevçûn bû pare welat û bi taybetî a hereme Botan.Gelek sal çêbû ez jê dûr Ketim, meremeke mezine jibon min ku berî temenê min xilas bibê ez biçim wêderê û serbiser bi gerim,lê bawerim wek îro gelek jî jibon gerê qedexebûn ser heye, gelek heyfe.Xwedê jê razî Feqî Huseyn Saxniç halo berdewam dikê. ..Li stârkan nihêriye.Her wisa xweşikkahiye xwezaya Kurditan’ê dîtiye. Her kârê ku ji destê wan hatîye,kirine.Hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nivşên piştî xwe bi cîh hêlane.Ji bo ku jîyaneke netewaye Kurdan a lêjdarî hebûye, dîyare ku di dedpêkêde li çîya yan jiyaye. Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatîye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtîye xetereyê. .Li dijî dijmin,neyar û ajalan şer kirîye. Ji ber va sedeman e ku Kurd di pile û payeya yekemde netirs  (bi xêret),wêrek û dilèr bûye. Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse. ..Mîne mirov li ezman meyzekê û tiştek xwúye neke,serê me tevde wisa bu û dilê me tevde bi kûl û keder bû. Min ev pirs ji xwe di pirsî. Bi vê zilm û zor dare em diçine kúderê?Zîndan dagirtî û hawar hawara însaneye jiber eşkencê û zilmê. General liser felsefeke sexte peznê xwe didê û xeta reş liser kârê xweye. Hedef û armanc Kurde bê deng bikin.Me xwe amede kiribû û em derketin ser rê de.Dema em di çûn ,min ku hey welato ev zilme liser te wê kengî rabê? Em gihiştin bajarê mezin û me tiştê xwe sipartin kek Bihamed lawê xalê mixtar.Em çend roje neberd an ku mêvanê min bin.Me wî ne şîyand û em wê Şevê mêvanê wî bûn. Nas û Gûndîyê li bajêr en ku deng çûbû wa hatin cem me.Civak xweş derbas bû. Braderekî ku mamoste çend welatîye te jî li virin û hozan Miradê Kinê.Min nizanîbu û min ku eger nebubane dereng em wî agahdar bikin bere hatibane me hevdû bi dîtibane. Civakê ku wele raste,em tefekûr nebûn.Wext xweş derbas bû û bu wextê raketinê. Civak belav bû. Em jî raketin.Bihare Botan gelek xweşe.Deng mîne zingilê ji hevdû cûda deng derdixin,zayî bûne Botan wisa deng didê. Mirov ji wa dengê mîne mûzîke senfoni ku tê gûhe têr nabê. Em serê sibehê rabûn û me jibon em herin welat xwe amede kir.Taştê amede bú û sifre li benda me bû. Em tevde rûniştin ser sifrê û me xwarine xwe xwar.Me xatir xwest û em derketin bajêr. Xanim xan ku eger wext hebê em hinekî li bajêr bi gerin,min ku ji vir heta bi Êlîh dû seattin û hûn çawa bi xwazin emê wisa bikin.Heta ku ez bim gelek başar di pêşîye me de hene em bi gerin û hêdî hêdî biçin,ku na.Em li vir hinekî bi gerin û biçin,min ku başe.Em derketin û dema li bajêr em di gerîyen zaroke ji xweşik bûne bajêr kêf distandin.Mîne Dr.Mihemed Muîn dibêjê :Kurdistan parçe-Erdek e ku ketîye Asyaya Rojava û di navbera Dewletên Îran,İraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatîye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwazê dewlemend e.Xezineyên wekî av,newt, sitir  (mis),kogirt,cîwe, (cîwa)zêde têde heye..Gotina Kurdistan di zimanê Selçûqiyan de bi nav û deng bûye. ..Pirtûk :D.W.K.Feqî Huseyn .Rûpel :21.piştî ger û kêfa zaroke em hatin nêzîkê gerajê. Yek û derb braderekî ku me ji zûde hevdû ne dîtibû em leqa yî hevdû bûn. Me li hevdû pirsî û ku ez di xwazim eger wext hebê em bi hevre qahwekê vexwûn. Me ku wext kurte ger destûre we hebê wextekî dîtir. Me xatir bi hevdû xwest û em çûne gerajê me bilêta xwe sitand û di wextekî kinde em derketin ser rêka welat.Bi rê de deşt û zozan di sînorê hevdû de bimere di kenîn. Girik,tim, çîye, fetlînok û bajarê di pêşîye me de hevdû bi rengekî cûda temam di kirin… Bihare Botan gelek xweşe.Deng mîne zingilê ji hevdû cûda deng derdixin,zayî bûne Botan wisa deng didê. Mirov ji wa dengê mîne mûzîke senfoni ku tê gûhe têr nabê. Em serê sibehê rabûn û me jibon em herin welat xwe amede kir.Taştê amede bú û sifre li benda me bû. Em tevde rûniştin ser sifrê û me xwarine xwe xwar.Me xatir xwest û em derketin bajêr. Xanim xan ku eger wext hebê em hinekî li bajêr bi gerin,min ku ji vir heta bi Êlîh dû seattin û hûn çawa bi xwazin emê wisa bikin.Heta ku ez bim gelek başar di pêşîye me de hene em bi gerin û hêdî hêdî biçin,ku na.Em li vir hinekî bi gerin û biçin,min ku başe.Em derketin û dema li bajêr em di gerîyen zaroke ji xweşik bûne bajêr kêf distandin.Mîne Dr.Mihemed Muîn dibêjê :Kurdistan parçe-Erdek e ku ketîye Asyaya Rojava û di navbera Dewletên Îran,İraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatîye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwazê dewlemend e.Xezineyên wekî av,newt, sitir  (mis),kogirt,cîwe, (cîwa)zêde têde heye..Gotina Kurdistan di zimanê Selçûqiyan de bi nav û deng bûye. ..Pirtûk :D.W.K.Feqî Huseyn .Rûpel :21.piştî ger û kêfa zaroke em hatin nêzîkê gerajê. Yek û derb braderekî ku me ji zûde hevdû ne dîtibû em leqa yî hevdû bûn. Me li hevdû pirsî û ku ez di xwazim eger wext hebê em bi hevre qahwekê vexwûn. Me ku wext kurte ger destûre we hebê wextekî dîtir. Me xatir bi hevdû xwest û em çûne gerajê me bilêta xwe sitand û di wextekî kinde em derketin ser rêka welat.Bi rê de deşt û zozan di sînorê hevdû de bimere di kenîn. Girik,tim, çîye, fetlînok û bajarê di pêşîye me de hevdû bi rengekî cûda temam di kirin…Bihar û Havîn bûbun yek renk li Deşta Botane jêr. Piştî sînorê Qubîn û ên Êlîh me derbas kir û em gihiştin Heskîfê zarokê fahm kirin ku ketin sînorê bajarê Lorî. Me Heskîf û Kercos li pey xwede hişt û em hatin bajarê Med’ya. (Midyad)Me-d=Med-ya-d -ê ).Jibon ku rêçkâ serê ava spî xerabe bû, me di milê bajarê Lerî û Marîye de berdewam kir.Lê Hawa Bûnisra xwe dida naskirin.Rojhilatnas û lêkolîner Mîcerson mîne ku dibêjê çavkanîya zimanê Kurdî zimanê Medî ye..Em gihiştin bajarê zimana û kânîye çand û Kultirê. Em li gerajê daketin û wext hebú. Lê jibon ku wesayît kêm bûn me ku em şolê xwe ne hêlin texmîniyê. Min li gerajê gote bajovanê ku piştî sê seatte wê biçê bajarê Girnewas jî yê me bi hêle. …Dema piştî ger bajarê Marîye û Lerî -Lorî me di gaşê bajêrda xwe berda deşta Mezra Botan.Sînorê Rojava û Bakur mîne xeta dil derizandine Kurda xwe dîyar dikir.Deşta Mezra Botan mîne beroşa liser agir ku bi kelê germe xwe li ezman we di gerand.Rêçkâ ku diçê  (Hevrîşim)heta bi Çînê diçê derdê xwe dîyar dikin ji bar giran bûnê. Dema em ketin newala Qûtê, qetilkirine hijdeh hezar Kurd hate ber çavê min,diber zîndanê de dema em derbas bûn me qerne ku mişke pîse bûne xwe di xistin nav de keserek bi min dayî dubare.Hêdî hêdî em gihiştin sînorê Nisêbîn’ewêran. Berî ku em têkevin milê rastê bajarê Mem û Zîn hate ber çavê min,ew xîyanete Beko awan tim kedereke mîne hate bîra min.Min ku Gelo Ehmedê Xanê saxbune wî jî vê dema zordare re wî çi bêjê?Xwedê jê razî liser ziman gotineke xweş dibêjê “”eger ev sêv ne bi av jî bê, navê wê bi Kurdîye bese”””Tiştekî gelek bâlkêşe zimanê Kurda berî her zimane hebûye, lê çime Kurd jêre nabin xwedî, min fahm nekir….Rojhilatnasê navdar Darmestîto dibêjê :Avesta bi zimanê madekan, bi zimanê Medî hatîye nivîsandin.Zimanê Kurdî, paşmayê zimanê Medî ye. .Lê bawerim gelek Kurd liser Dîrokâ xwe lîkolîn nekirine û nabêjin em zimanê xwe fêr bibin…Di va xeyalê Kûrde em gihiştin mêvandarîye Selman û Zeynelabbiddînê oldar. Wext hebú min ku em biçin cîyê zanengeha yekem û mezelê Zeynelabîddîn ê oldar zîyaret bikin..Gotin başe, em çûn û hinekî em gerîyen û me fatîhekek xwend û çend dea me kirin em çûne male keko Ehmed.Dema em dîtin ku bazkê wî hebûne wî bi firê. …Berdewam e..   

Nerîna min :