Min Dît û Nabêjim

Min Dît û Nabêjim /24/FDemeke gelek xerab bû. Xela û perîşantî bê hed û hesab bû.Êşa mêkûtoke,sorik ya star qire zaroke anî bû.Wek neha ne derman hebû û bişijk û nexweş Xane. Împarotortîye osmanî tar û mar bûbû û Komareke nû ava dibû. Zanistê Kûrd penaberî Estenbul di bûn. Digotin emê çawa çareserîkê jibon Kurde bibînin.Şexsê mîne Enver derdiketin pêş û zilm û zordestî dikirin.Herb gelek qolî bû. Bi darê kotekê Kurd dikirin leşker..En hindik leşkerî bûn 4 (çar) sal bûn.Leşker di hatin bêşa her tiştî di sitandin.Bavê te û çend zilamê me birîn leşkerî yê..Yek jiwa xalê sebrî bû. Çar sal ser biser leşker bûn.Herbe qorê de bi hezare çûn û nehatin. Zarok piçûk û em tevde perîşan bûn..Befr hat rengê wê sor bû. Hên jî xelk dibêjin sale ku befre sor hat..Ên ku çû bûn leşkerî yê piştî çar sale hinek vegerîyen. Xalê Sebrî nehat (Sebrîyê yusis’kê )mêr xasekî hêja bû. Me nikarî bû bi pirsin,çend care çûne leqa leşkerî tiştek fahm nekirin,ligor dibêjin qebra wî li bajarê çeneqqelaye,lê tu kesî ne pirsî. ..Sal zîvirî hinekî dem hate gûhertin..Gotin dîse şere, mîne serhildane Dêrsim..Di wê demê de mirovek hate gûnd,tilîke wî nebû. .Bavê te jê pirsî, ku çime pêçîye te yek jê tûneye? (Tillî )Kesereke kûr veda û dest bi serpêhatîye xwe kir…Ku ez leşker bûm,ferman dîyar kirin jibon Dêrsim.Em jî birîn jibon heremeke Dêrsim.Fermandarê me cîyê em lê tiqedimê bikin,neqşa wê dîyar kir.Ku divabê tiştekî sax nemînê. Me hicûm berda û bû ferman mîne roja qîyametê. Ji dû û duman tiştek xwîya nedikir.Em vegerîyen,hem hatin liser girekî sekinîn.Dengê girîyê zarokekê hat,ferman dar çend leşker şîyandin ku meyzekin ew çîye…Dema hatin li cem wa keçeke texrîben 7-10 salî bi xwere anî bûn.Fermandar ku wê bibin cîyê nişangehê, ku kî heye ku vê keça terorîste bi kûjê? Dema wisa got min kêrîke xwe derxist û min Tillî ye xwe jê kir jibon ku wî kârê qetil bûnê nedê min..Gelek leşker dest hildan û bi kêf û eşq.Fermandar bankir leşkerekî û ew zarok dayî ber fîşeke…Min jibîr nekir û ez tucarî jibîr nakim..Em tevde girîyen. ..Min Dît û Nabêjim /24/gSal gelek xweş bû. Payîz û zivîstan bi Biharê re bû yek û sê  (3)wextê salê bû yek wextê Biharê.Serdor giranî ye xwe berda ser xwedî kirine pez û heywane. Penîr, rûn li serdorê bû mîne Nanê erzan.Pere pir bûn Gel kêf xweş bû.Gûndîye jibon çûne Hecê xwe amede kirin û bi coşeke mezin wa bi rê kirin..Her sal serdorê jibon xwarine heywanê, rêsî û pêlê çilo di bihar û payîzî de stoq dikirin.Wê sale ku bihar xweş bû, jibon zivîstanî xwe amede nekirin,Geya û çilo nedane hevdû.Piştî çend heyva Hecî ji Hecê vegerîyen.Kê his kir ku Hecî hatine wa pêşwazî kirin..Hecî ye jî ên ku wa zîyaret dikirin,kefa miste xwe didane maçkirin,qedehek ava zem zem û tezbîhek,Kûmek weke xelat didane mazluvane.Texrîben ev çûn û hatine mêvane heftîyek berdewam bû. Wext di kete dawî ye payîzê. Di heyva payîzê a dawî de befr dest pê bû heta sale nû heyva Gûlan’ê. Heywanê serdorê tevde telef bûn.Bar giran bû Gel kete xemgîntîyeke girande..Bihar dereng hat û serdorê giranî ye xwe berda ser bax ,baxçe û çandê. Baxçe ketin kemlana xwede,fesade dest bi fesadî yê kirin.Serdor bû dû bend (âlî,qet)pevçûn dest pê bû gûndîyek hate Kûştin (H.A.)dest bi gilîyê hevdû kirin,çend mirov mahkûm bûn.Leşker kete gûnde û qeleqol dane ava kirin,bertîl di xwarin û ceze didane gûndîye.Wa jî zerar dida hevdû .Ev rewş demekê berdewam kir .Çend mirov çûne cem Xwedê jê razî Şêx Hiseyînê kinikê, şêx hat û wa li hevdû anî û aşîtî dest pê bû….Em di wê demê de di çûne dibîstane seretayî. Min Dît û Nabêjim /24-ğWext gelekî tevlî hevdû bû. Xengîntî bi giranî liser mirov tesîro dikir.Dil sar û bê mecal bûn..Bi dengekî leziz bankire min.Ku kâ were cem min.Bi ser dert û kûle de ez ji tere çîroke ke serpê hatî bêjim..Ez rabûm çûme cem rûniştim. Destê xwe ser serê minde bir û anî. Kesereke kûr veda..Serê min danî ser kâbe xwe û dest bi çîroke xwe kir..Wext ji wextê salê Bihar bú. .Şivan bi rastî kârê xwe pêk tanî. .Şeva ku xwarin çûbû jêre gelek qedir dabûyê. Dema êvarî bêrî van çûne bêrîyê gotin tu jî were..Ne ji kûle min ketibû. Di xwestin jibon wa bibim âlîkâr. .Wer hasil em çûn,gihiştin cem pez.Bêrîvane dest bi doştbûne pez kirin..Şivan hate cem min û ku tu bixêr hatî. Te baş kir ku tu hatî. Me liser hâl û wextê  hevdû pirsî û dilxweşî dayî hevdû. .Piştre destê xwe xiste bêrîke xwe û paçek derxist û dayî dest min.Ku ji kerema xwere veke û meyzeke..Min vekir,gave ku şeş (6)xarê kevirîne û jibon min çêkirine. .Ez gelek kêf xweş búm û min zor spasîye wî kir…Xar xeto xeto bûn gelek bi zahmetî çêdibûn. .Berî her tiştekî kevirê wa li her cîh û heremê peyde nedibûn.Hêdî hêdî kevirê mezin bi çakûç divabê piçûk û girover bi bûne. .Piştre li qalip di xistin heta ku piçûk di bûn, dema şolê qalip nedime, di xistin nav rûnê pez û dinav paçekîde 24 seat mihafeze dikirin..Jibon ku şewq bidê û sitep bibê. .Min jî dest girt û xiste bêrîke xwe,bêrî vane kârê xwe xilas kirin û em hatin malê. Min bi ecele şîva xwar û derketim derve,cîyê ku jibon lîstikê hilbú ez çûme wêderê. Min bankire zarokekî, min ku banbike gişe. .Piştî çend deqîqe tevde hatin..Min wa ligor hejmare xare xiste komik.Her komikekî rêberê wê min dîyar kir,xar min dayî rêberê grubê. .Gelekî kêfa wa hat.Piştre me dest bi lîstike çav miçkê lir…Em tevde búne dû  (2)kom,her komekî rêberê xwe hilbijart,piştre me kâbe hilda,weke mîr û wezîr. Mîr dema dihat ew kom xwe di veşart,koma dîtir liwa di gerîye..Koma cem hilkê çavê xwe miç dikirin..Dema me xwe veşart,lawê axê jî licem min bû, gote min ku çavê xwe miç bike, min ku hey bê aqil dema ku em çavê xwe miç bikin,ewê ku lime digerin wê me bigrin,hevalê dîtir kenîn. …Çaxê lawê axê wisa got çîroke Gurî hate bîre min. ..WÊ EV XAL BERDEWAME WÊ WEK ÇÎROKE GURÎ BÊ NIVÎSANDIN. …Ku Wextek ji wexte li warekî gûndek hebû. Serdora wî vala bû li wî gûndî kanîyeke ava.ê hebû. Gûndîye ava xwe ji wê kânîye tanîn.Keç û jinê gûnd xwe di xemilandin,bi serê sibehê de cêrê xwe di danîn ser milê xwe û di çûn ser kânîye, cêrê xwe ji avê di dagirtin û di hatin malê.Lê qedere ke ne xweş hatibû serê wa.Her serê çend roje keçeke ciwan di xemilandin û didane zehayê di kânîye de.Zehra bela serê wa bû. Dema ku zeha birçî dibû eksî dikir û ava kânîye di xiste girik. Demekê gûndîye zeha jibîr kirin û ew çend heftene ku tiştek nedane zeha.Zaha bi hêrz dibê û ava kânîye tevlî hevdû didê.Serê sibehê jîn û keçê gûnd diçin ser kânîyê, dema diçin tiştekî ecebnemayî di bînin..Ava kânîyê ser bi ser bûye girik..Tiştekî fahm nakin,jibon ku fahm bikin ji hevdû di pirsin..Wê demê de zeha serê xwe di rakê dibê dema hûn min birçî bi hêlin, hûn jî wê bê av bimînin….Jin vê di gerin gûnd û zilame agahdar dikin..Meclîse gûnd di civê ku jibon çareserîyekê bibînin…Li gûnd jî keçek tenê maye û ew jî bi dergîstîye,piştî çend roja wê bibê bûk..Meclîs çareserîyekê nabînê, aqilmend ek dibê kâ Bandikin zavê, zava tê, fikir û remanê wî di pirsin..Zave dibê jibon min kêre ke piçûk û ji pole jibon min bibînin…Xemla bûkê limin bikin,min bibin ser kânîyê, lê bazare kê bi zeha re bikin.Bêjin ev keça me wî bibê bûk, lê jibon ku tu hêja yî me jibon te anî, lê tê devê xwe xweş vebikê û emê têxin devê te de,tu na ciwê, tê bi daqurpênê. Piştre a dawî jiminre bi hêlin….?Gûndî weke zavê dikin û dibin ser kânîyê Bandikin zeha.Zeha tê û şertê xwe ji zeha re dibêjin,ew jî qabûl dikê. Bûkê dixin (zave )devê zeha û zeha wî di qurpînê. Zave kêrîke xweyî pole derdixê û zeha di zigê wî de di kûjê. Xwîne zeha di kevê nav ava kânîyê, dema tavik lê dixê sê reng derdikevin holê, rengê kesk,sor û zer…Zave ji kânîyê derdikevê û tevde vê digerin malê. Roja dîtir dest bi amede kârî ye dawetê dikin,Xemla bûkê ji rengê kesk,sor û zer amede dikin,çil (40)roj û çil şevî dawet berdewam dibê, bûk û zave digijin merema xwe û gûndî jî ava xwe rehet di vexwûn….Min Dît û Nabêjim /24-J-Di hawar û gazîyê de esasîye ke veşartî tim heye.Dema mirov wê esasîyê nas bikê wê hinek li wîjdanê xwe gûhdar bikê.Dema ku gûhdar kir,mimkine ji çewtîtîye xwe vegerê.Li warekî zarokeke bê kes hebûye, licem pîrke xwe dimînê. Ne xwe dişoyê û ne gotinê gûhdar dikê.Pîrke wî jiber wî dikevê helâkê.Serê sibehê derdikevê û kêrike xwe dixê ber doxîne xwede û zaroke li dorî xwe didê hevdû û dikevê kozkê mirîşkê (Tutik)cîran û gûndîyê hêk û mirîşke di dizin û derdikevin çolê digrînin û di pirêjin û di xwin..Gûndî gazine dikin lê bê fêde ye. Rojek ji roje, ber êvarî garane gûnd tê  (çêlek)Gurî çend zaroke distînê cem xwe û dikevin pêşîye garane gûnd,çi deware ku tê tirîye wê jê dikin û di berdin…Dema ku dewarê gúndîye têne malê meyze dikin ku dewara wa bê tirî û dinav xwînê deye, di pirsin,çîye, ne çîye;kê wisa kirîye,zarokek li malbata xwe mikur tê, dibê Gurî wisa kir..Gotin di gerê di gihijê mezinê gûnd..Gûndî dibêjin êdî bese,Gurî sînor derbas kirin..Mezinê gûnd aqilmende didê hevdû û biryare sirgûne Gurî dîyar dikin..Bandikin pîrke Gurî û wî. Dibê bese Gurî divabê Tu jî vî gûndî biçê. ..Gurî dibê başe,ezê biçim ji gûndê we,lê pîrke min,dibêjin emê lê meyzekin..Ahd Ji Xwadê Bê Cîyê Ez Biçim,Divabê Kelha Zilmê Bê. ….wê berdewam bibê. … Berdewam dibe…..       

Nerîna min :