Civak

Milîsên Şîe nikarin hemwelatiyan biparêzin

Berdevkê Heşda Şeibî Elî Hisênî ragihand, ku termên 8 welatiyan li sînorên Xurmatû hatin dîtin, ku guman heye, termên wan dîlên di destê DAIŞê de bin.Elî Hisênî got: “Ew termana li gundê Derwêş Elî li başûrê rojavayê Xurmatû hatin dîtin û ji bo pizîşkê dadwerî hatin veguhestin”.Navhatî got jî: “Mixabin, term hatine têkdan bi awayekî, ku nasnameya wan nayê naskirin”.Roja 23ê Hizêranê, ajansa A’imaq ya ser bi DAIŞê ve, girte vîdyoyek taybet bi revandina şeş welatiyan belav kir û gefa kuştina wan kir, heger di nava 3 rojan de, girtiyên Sunne di zindanên Iraqê de neyên berdan.Ew 6 dîl, karmendên polîs û Heşda Şeibî bûn û li ser riya Bexdad-Kerkûk ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.Li ser wê bûyerê, berpirsê beşê ragihandinê li nexweşxaneya Xurmatû Şiwan Ebdûl ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew termana yên wan kesan bûn, ku DAIŞê gefa kuştina wan dikir û dixwest beramberî berdana wan, hin girtiyên Sune di zindanên Iraqê de bêne berdan.Navhatî diyar kir, ku ew kesên hatibûn revandin 6 kes bûn, lê termên 8 kesan hatin dîtin, termên wan du kesên din jî nehatine naskirin.

Back to top button