Desteya Danûstendinan di Opozisyona Sûryê de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê, wek kiyanekî serbixwe di nav rêzên xwe de pejirand.Endamê nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd, ji K24ê re ragihand, ku nûnerên ENKSê di nav Hevpeymana Opozisyona Sûryê de, bi awayekî berdewam bizavan dikin, daku hemû mafên gelê Kurd li “Kurdistanê Rojava” bi riya danûstendinan misoger bikin, lewra wan xwest ku bi awayekî serbixwe beşdariyê di danûstendinan de bikin.Newaf Reşîd diyar kir, ku berî niha jî nûnerên ENKSê ji opozisyonê re dabûn xuyakirin, ku ew dixwazin ENKS weke kiyanekî serbixwe beşdarî danûstendinan bibe û duh ev yek hat pejirandin.Herwiha Reşîd zelal kir, ku berê Desteya Danûstendinan a Opozisyona Sûryê, ji 6 aliyên serbixwe, wek pilatforma Mosko û ya Qahîre û hin aliyên din pêk dihat, niha jî ENKSê wê weke wan pêkhateyan, bi awayekî serbixwe ji bo danûstendinan bê vexwendin.Derbarê pirsa Kurdistan24ê, gelo heya çi radeyekê wê ev yek mifayê li doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bike, Newaf Reşîd got: Ev gaveke giring e ji bo çespandina mafên gelê Kurd bi riya nûnerên Kurdan, ku karîn ENKSê weke kiyanekî serbixwe beşdarî danûstendinan dikin, wê ev yek doza Kurdî weke dozeke rewa û serbixwe ji pirsên Sûrî yên giştî bide nasandin.