Civak

Mihemedê Kurd vegeriya mala xwe

Mihemed Hemîd ew zarokê Rojavayê Kurdistanê ku bi berî pênç mehan li Serêkaniyê %40 ê laşê wî bi çekê qedexekirî şewitîbû û ji ber êş û janên laşê xwe hawara wî bilind bû û dilê hemû mirovan hejand.

Mihemed Hemîd piştî Serok Barzanî bi taybetî li gel Serokê Fransayê axaft û Mihemed ji bo çareseriyê şandin nexweşxaneyeke taybet ya Fransayê, li wir heft neştergerî ji bo wî hate kirin û baş bûye. Lê belê hê jî cihên birînên laşê wî xûyane û êş û janê didin.

Mihemed Hemîdê 13 salî ji bo çareseriyê 102 roj li Fransayê û piştî hate Hewlêrê ji bo wan hemû alîkariyên ku pêşkêşî wî hatine kirin spasiya Mesûd Barzanî kir. Îro jî bi deriyê Sêmalka re vegeriya mala xwe ya li Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button