Polîtîk

Ebdî: Nêçîrvan Barzanî ji bo me taqîgeha pizîşkî şandiye

Mezlûm Ebdî gelek spasî Nêçîrvan Barzanî dike bo ku taqîgeha(Laboratuar) pizîşkî ya ji bo destnîşankirina şewba Korona ji bo me şandiye û dibêje: Nêçîrvan Barzanî gelek bi lez bi dengê daxwaziya me ve hat.

Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê hêzên Sûriye Demokrat li twittera xwe ragihand: “Gelek spasî Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikim, gelek bi lez bi dengê daxwaziya me ve hat û taqîgeha pizîşkî ji bo me şand”.

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat her wiha got: “Nêçîrvan Barzanî hewl dide li rûbirûbûna Korona de hevkariya zêdetir li me bike”.

Back to top button