Civak

Metran Reban: Ez Metranekî Mesîhî û Kurdekî Kurdistanî me

Metran Reban Elqus, li hevpeyvîneke taybet de ragihand ku li ola mesîhiyê(hiristiyan) da tekez li evîn û pêkvejiyanê hatiye kirin, her wiha behsa wê yekê jî kir ku li Kurdistanê da pêwîste xelk ji wê yekê azad bê bibê mesîhî yan misilman.

Metran Reban Elqus radigihîne ku peyama mesihiyan ji bo hemû cîhanê eweye ku evîn û pêkvejiyanê li navbera hemû çîn û tuwêj û ol û pêkhatan da hebê. Li Kurdistanê jî mesîhiyan berdewamî hewl ji bo pêkve jiyanê dane, lê belê pêwîst bû li dema danîna destûra Iraq û Kurdistanê da, behsa wê yekê bihata kirin ku mirov ji wê yekê azad bin bi hizir û wîjdana azad ve çi olekî ku baweriya wan pê heye hilbijêrin. 

Li beşekî dinê axaftina xwe de Metran Reban got: “Ez Metranekî Mesîhî me, lê belê Kurdekî Kurdistanî me û misilman û êzdî û hemû peyrewên olên din bi birayê xwe dizanim, ji ber ku mirov azade peyrewê çi ayîn û olek bê.

Back to top button