Metirsiya Asayişa Kurdistanê Berdewame (Video)
Li merasîma bidawîbûna 5 mîn Xûla Perwerdeya Efserên Asayişa Herêma Kurdistanê li Fêrgeha Giştî ya Efseran a li Hewlêrê hate li darxistin.
Di merasîmê de, Serokê Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê (APAHK) Mesrûr Barzanî û çend karbidestên hizbî û hikûmî amade bûn.
Serokê Ajansa Parastinê Mesrûr Barzanî, behsa rola Ajansa Parastinê di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê de kir û diyar kir, heta niha jî pîlan ji bo têkdana aramî û ewlehiya herêmê berdewam in.
Barzanî, rola alîkariya welatiyan di parastina ewlehiyê de bi girîng zanî û ji welatiyan xwest, ji berê zêdetir, pêwîstî bi alîkariyê heye.
Barzanî, da zanîn ku beriya niha, pêşiya çalakiyeke xwekujî li ser riya Kerkûk-Hewlêrê girtine û ev ji ber wê jî, ji welatiyan xwest, ewlehiya xwe biparêzin.