Polîtîk
Hukumeta Iraqê tê avakirin
Elî Debax di bêjedaneka rojnamevanî de ya bi ajansa nûçeyên France Press re ragihand, ku dê Nûrî Malikî û Celal Talabanî bo maweya (muddeta) 4 salên din li ser postên xwe bimînin û dê lîsta Eliraqîyye jî posta serokatîya parlementoyê werbigre û gerek niha Eliraqîye berendamê xwe yê ji bo serokê parlementoyê destnîşan bike.
Elî Debax di demekê de ewan bêjedanan radigihîne, ku hîna lîstên serkevtîyên Iraqî, ti rêkevtin bi hev re nekirine û hîna serokên fraksiyonên siyasîyên Iraqî li hember ewan bêjedanên Debax, hilwetsên xwe aşkira nekirine.
Hêjayî gotinê ye, ku duhî fraksiyonên siyasîyên Iraqî du caran kombûn bi hev re saz kirin, belê het aniha ti pêzanînên bêtir li ser ewan kombûnan belav nebûne.