8 Sermawez

Di sala 1938’an û di rojekî wek îroyê de ‘’Şeva Krîstal’’ ( Bi Almanî Kristallnacht ) ji aliyê Naziyên Almanê ve li ser xanî, kargeh û sînegogan re êrîşên hoviyane destpêkir.
Piştî baheneya suîqestekî li Parîsê Naziyên Alman destpê êrîşên xwe kirin. Almanya di sala 1938’an de 17 Hezar Cihuyên Polonyayî ji sînorên xwe derxistin. Ew Cihuyane ji aliyê Dewleta Polonya jî nehatine qebulkirin û 17 Hezar Cihu ji sermahî û birçîtî di navbera her du sînorê de jiyana xwe ji dest dan.
Malbata Xortekî Cihû yê bi navê Hersel Grynszpan di vê bûyerê de mirîbûn. Grynszpan dema ku pêhesiya ber bi Balyozxaneya Alman a li Parîsê diçe û di hundirê Balyozxaneyê de Alîkarê Balyozê bi navê Ernst Von Rathê dikûje.Hevalê Hîtlêr yê bi navê Goebles îdia kir ku ew bûyer plankirî û li dijî Almanan komloyeke û li her derê daxwaza tol hildana ji gelê Almana empoze kir.
Goebbles piştgiryek mezin dida êrîşên li ser Cihûyan lê ji aliyekî dî de jî bi daxuyaniyan diyar dikir ku partiyê Nazî êrîşên bi vî şeklî re piştgiriyê nedin. Lê bi awayekî dizî halanê xelkê didan û êrîşên li dijî Cihûyan didan.Di 8-9 û 10ê Sermawezê de êrîşên li ser Cihûyan hate destpêkirin û heta 13ê meha Sermawezê domandin.
Piştî êrîşan li her derê perçeyên şûşeyên şikestî hebûn û ji ber vê yekê ji bo vê bûyerê gotin ‘’ Şeva Krîstal’’. Lê hindek kes Şeva Pogrom ( Komelkujî ) yan jî Komelkujiyên Sermawez jî dibêjîn.
Piştî şevê 91 Cihû hatin kuştin bi sedan wan brîndar bûn. 7 Hezar û 500 Kargehên Cihûyan hatin paymalkirin ( talan ) 177 Sînagog û bi dehan goristanên Cihûyan jî hatîbûn xirakirin.
Piştî bûyerê ji gelek welatan tepkî hatin nîşandan. Dewletên Yekbûyî Emerîka di 14ê Sermawezê Balyoza xwe ji Berlînê kaş kir.