Li Amedê perwerdehiya Zazakî destpê kir
Li bajarê Amedê ji aliyê Grûba Xebatê ya Vateyê dersên bi zaravayê Zazakî destpêkir.Dersên zaravayê Zazakî bi du beşan pêk tê.
Berpirsyarê Grûba Xebatê ya Vateyê Mahmud Nêşîte kêyfxweşiyê xwe anî zimên û got : Gruba Xebatê ya Vateyê piştî salekî dîsa li Amedê ji bo perwerdehiya Zazakî xebatên xwe dan destpêkirin. Heta niha ji bo dersên bi zaravayê Zazakî nêzîkî 30 kesan serî li Vateyê dan û di nava xwendekarên me de kesên Kurmanc , Zaza û Tirk jî hene.
Nêşite di derhaqa Grûba Xebatê ya Vateyê de wiha axifî : Vate Bêtirî 15 salan hatiye avakirin û endamên grûba me hewl didin ku di warê nivîsandin û xwendinê zaravayê Zazakiyê de gavên erênî biavêjin û ji bo pêşveçûyina zaravayê Zazakî xebatên zanîstî dikin.
Xwendekarên Zaravayê Zazakî jî ji ber ku cara yekemîn e perwerdeya Zazakî dibînin, kêfxweş bûn û ew weka xebatek Kurdewariyê nirxandin.