Davutoglu: Destpêşxeriya Barzanî giring e
Wezîrê derveyê Tirkiyeyê îro bi rêya balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî gihişte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Paşî Ehmed Dawudogli wezîrê derveyê Tirkiyyeê digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.
Piştî civînê Ehmed Dawudogli wezîrê Tirkiyeyê ji rojnamevanan re got ku tu armanceke taybet li pişt serdana wî ya bo Hewlêrê nîne. Wezîrê derveyê Tikiyeyê got ku ew ji bo minaqeşe kirina pirosesya pêkanîna hikûmeta nû û destpêşxeriya serok Barzanî ya bo pêkanîna hikûmetê pêşkeşî aliyên îraqî kiriye hatiye Hewlêrê.
Dawudoglu got: ”Em destpêşxeriya serok Barzanî bi giring dizanin. Îraqê welatekî cîrane û em giringiyê pê didin. Em hêvî dikin ku bi zûtirîn dem hikûmeta nû ya Îraqê bê avakirin.