Polîtîk

Mesûd Barzanî: Divê dawî li raman û reftarên şovenîst bê

Peyama Serok Mesûd Barzanî bi boneya 11emîn salvegera komkujiya êzidiyan:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Tawanên ku terorîstên DAIŞê berî yazdeh salan li dijî xwişk û birayên me yên Êzîdî kirin, tawanek bû ku hemû sînorên tirsonekiyê û hovîtiyê derbas kir. Ev êşek e ku em ê tu carî ji bîr nekin.

Gelê Kurd her tim dijminên zalim û bêwijdan hebûne û karesat li dû karesatê bi serê gelê Kurdistanêe da anîne.Tiştê ku li dijî xwişk û birayên Êzidî qewimî berdewamiya rêze trajediyên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin e.

Ji bo her kesî eşkere ye ku Êzîdî ji ber Kurdbûn û baweriyên xwe yên olî rastî nefret û bêwijdaniya sûcdarên DAIŞê û jenosîdê hatine. Piştî karesata ku bi destê terorîstên DAIŞê hat encamdan, gelê Kurdistan û Pêşmerge bi dil û bi cem li ba xwişk û birayên xwe bûn û ji bo rizgarkirina penaberan û azadkirina Şingal û Çiyayê Şingalê çi ji destê wan dihat kirin.

Li vir em rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemû qehremanên ku dîrokeke geş tomar kirin û ji bo rizgarkirina Çiyayê Şingalê û Şingalê xwîn bexşîn û heyfa wan ji terorîstên DAIŞê hilnad û serê terorîstan xistin bin lingên Êzîdiyan, teqdîr dikin. Her wiha em spasiya hêzên hevpeyman dikin ji bo rola wan a girîng di alîkariya Pêşmerge û têkbirina DAIŞê de.

Di salvegera yazdehemîn a karesata Şingalê de, em silavan li giyanê şehîd û qurbaniyên vê tawanê û yên hemû tawan û jenosîdên ku bi serê gelê Kurdistanê de hatine dikin.

Divê dewleta Iraqê qurbaniyên karesata Şingalê û hemû jenosîda li dijî gelê Kurdistanê pêk hatiye tezmînat bide. Divê dawî li raman û reftarên şovenîst bê ku her carê û bi zihniyeteke nemirovane û înkarker zirarê didin gelê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

3ê Tebaxê, 2025

Back to top button