Dosya

Mesrur Barzanî:Em dixwazin ezmûna demokrasiyê bê parastin

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsa serokatiya herêmê pirsek giringe û mafê pêkhateyan jî heye ku beşdarê civînên aliyan bibin.Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Mesrûr Barzanî diyar kir ku pirsa serokatiya herêmê pirsek giringe û mafê pêkhateyan jî heye ku beşdarê civînên aliyan bibin.Şandekê Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro piştî nivro li Hewlêrê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî kirin û ji aliyê Emîndarê Giştî yê vê partiyê Mihemed Emîn Ferec ve hatine pêşwazî kirin. Di şanda PDKê de endamên polîtburoyê Dr Kemal Kerkûkî, Azad Berwarî, Kakemîn Necar û Dilşad Şehab jî hebûn.Piştî civînê Mesrûr Barzanî û Ferec di civînekê rojnamevanî de axivîn. Mesûr Barzanî diyar kir ku mafê hemû pêkhate û partiyan heye ku beşdarê civînên pêncqolî bin û nûnerên wan di civînan de hebe. Mesrûr Barzanî got ku jiber ku pirsên têne gotûbêjkirin giringin û divê nêrîna aliyan jî di nav de hebe.Mesrûr Barzanî got ku tenê şandekê PDKê heye bo danûstandinan û nêrîna wan diyare ew dixwazin ezmûna demokrasiyê bê parastin û çareserî bi gotûbêjan nebe divê pirsê bibin ber destê gel û ew biryar bidin.Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Mihemed Emîn Ferec jî diyar kir ku di gehiştina rêkeftinê de ew geşbînin û daxuyand ku ew jî tevlî dibin ku nûnerên aliyên di parlamenê de jî di cîvînan de amade bin. 

Back to top button