Mesrûr Barzanî û Rubio tekezî li ser xurtkirina têkiliyên dualî dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Li ser pêwîstî û giringiya destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê hevnêrîn bû. Her tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina têkiliyên herdu aliyan kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê axivîn û ji bilî goftûgokirina dawî pêşhatên navçeyê, tekezî li ser xurtkirina têkiliyên herdu aliyan kirin.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya xurtkirin û bihêzkirina dostanî û hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kirin.
Herwiha ew li ser pêwîstî û girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanî ya Tirkiyeyê jî hevnêrîn bûn.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê spasî û pêzanîna welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman, ku bûye penageheke aram jib o parastina hemû pêkhateyên neteweyî û olî û roleke wê ya girîng jî di parastina aramî û ewlehiya navçeyê de heye.
Mesrûr Barzanî û Marco Rubio li hev kirin ku ji bo parastina berjewendiyên hevpar, di pêwendî û hevahengiya berdewam de bin.