Cîhan

Li Antalya Erdogan û Şara civiyan

Serokomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan di çerçoveya hevdîtinên li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi Serokomarê Sûriyeyê Ahmet Şara re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Tirkiye ji bo kesên ku dixwazin li Sûriyeyê dîsa kaos çêbibe firsend neyên dayîn û wiha got ku salên pêş me wê li Sûriyeyê bibe salên îstiqrar, dewlemendî û aştiyê.

Serokomarê Tirkiye diyar kir ku Tirkiye dê xebatên xwe yên dîplomatîk ên ji bo rakirina mueyîdeyên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê bidomîne, ji bo ku hevkariya bazirganî û aboriyê ya bi Sûriyeyê ra ji nû ve zindî bibe divê xebat bên zêdekirin û gavên ku di warên din de bên avêtin jî bên nirxandin.

Wî got ku Tirkiye dê berdewam be ji bo piştgirîkirina Sûriyê ji bo vegerandina aramiyê, wek ku heta niha kiriye.

Back to top button