
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê bi Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster re hevdîtin kir û bi wî re derbarê xurtkirina pêwendiyên du alî û hevkarî û hevbeşiya navbera Hewlêr-Waşingtonê de gotûbêj kir.Mesrûr Barzanî duh Pênşemiyê 22ê Sibatê bi serdaneke fermî gihîşte Waşingtonê û li Koşka Spî bi Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R. McMaster re civiya.Derbarê civînê de, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê, Beyan Samî Ebdurehman li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandiye, “Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê H.R McMaster derbarê pêşhatên siyasîm ewlehî û aborî yên van demên dawiyê de gotûbêjeke baş encam dan.


