Cîhan

Mesrûr Barzanî û António Guterres li Davosê civiyan

      


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres re civiya.

Mijara serekî ya civîna wan girêdayî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji ber qurbaniyên karesata Hewlêrê serexweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.

Her du alî hevnerîn bûn ku çi behane ji bo binpêkirina serweriya Îraqê û armanckirina welatiyên sivîl nayên qebûlkirin.

Back to top button