CivakRojev

Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo Şah Ebdullah radigihîne

Ofısa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bo Şahê Urdinê Şah Ebdulla de piştgîrî û piştevaniya xwe û ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Şanişîniya Urdinê û biryar û hewlên Şah Ebdula re ragihand, ji bo parastina aramî, aştî û ewlehiyê li wî welatî.  

Şeva borî çapemeniya Urdinê belav kir ku hikûmeta wî welatî hewleke derbeyê şikand û ji 20 kes bi tometa têkdana ewlehiya welêt desteser kir. Herwiha Cihnişînê berê û birayê Şah Ebdula, Mîr Hemze bin Husên jî bi neçarî di malê de hîştiye.

Piştî vê hewlê, gelek welatên Kendava Erebî, Misir, Amerîka, Ewropa piştgîriya xwe bo hewldanên Şah Ebdulah yên ji bo aştî û aramiya welat diyar kirin û aramiya Urdinê bi girîng bi nav kirin.

Back to top button