PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Liz Truss kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hilbijartina Liz Truss wek Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra Brîtanya Brîtanyayê, pîrozbahî li Liz Truss kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” pîrozbahî li Liz Truss kir. Mesrur Barzanî got: “Ez di wê baweriyê de me ku li jêr serpereştiya we de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de dê zêdetir bi pêş ve biçin.”

Liz Truss duhî 5ê Îlona 2022an di hilbijartinên Partiya Parêzgaran de bi ser ket û îro Koşka Buckingham di daxuyaniyekê de ragihand ku Şah Elizabeth a Duyem, Liz Truss wek Serokwezîra nû destnîşan kir.

Back to top button